
Melle Ehmedê Palo di bîranîna 24 saliya koçkirina wî de
Dîrok: ÇáÃËäíä 11 ãÇíæ 2015 Mijar: Nûçe
di bîst û çar saliya koç kirina ,helbestvan û ziman zan û þano nivîs ,û toredar ê kurd :Mele Ehmedê Palo,divaye em hinekî li ser ,taybet mendiya wî ya toreyî û asta afirandina wî,rawestin. lê berîher tiþtî ;palo kiye? mele ehmedê palo di sala 1920an de hatiye ser riwê dinyayê,li gundê sêraçorê, ku girêdayî palo ye li kurdistana bakur,di dema zaroktiya xwede sêwî dimîne,û di jiyaneke pur zehmet de, xwe ji bakurê kurdistanê gihande binxetê,û demekê li gundê weysîkê û demekê li amûdê jî dimînê,û her wiha li gundê xizna jî,û dawî li bajarê qamiþlo bi cî bûbû.
Di pê hezar û nehsed ûbîstan min ji diya xwe ber daye bistan Gula baxê min di hingî geþbû bextê gelê min ne qenic reþbû Bavê min çûbû cenga kufara serbaz û leþker jibo neiyara Min ew nadîbû derdê dilêmin Jêbê xwedî bû bax û gelê min Piþtî sê salan diya min diçû ez hiþtim sêwî li ber dar û tû Jar û belangaz pêxwas û tazî Nîne jibo min hewar û gazî Xeman didêrim kulan dihêrim bê bav û bê dê dûr we dinêrim Diçim ser darê gava dibê þev pelê darê ez li xwe didim hev Naskirin a min ji Mele Ehmedê Palo re di vegere sala 1988 an,di wê çaxê de dest pêka Mijûlbûn a min bû bi tore û wêje ya kurdî ve,bi riya memoste yê xwe ,yê xwedê jê razî Ehmedê huseyn,ku memosteyê rêziman a erebî bû,û dostê Mele Ehmedê Palo bû,û Nêzîktirîn kes ji palo re di nav civaka kurdî de ew kes bû,ji serpêhatiyên wî bi Palo re:ku carekê min jêre behsa pirtûk a bi navê (risalet el xufran) kir a nivîskarê Ereb ê navdar (Ebul ela el me errî).û wî ji minre got mele Palo ew pirtûk ji min xwest;û min ew dayê. dibêjê derdeora du mehan Palo nema xuya kir;û carekê piþtî du mihan hat û go wa bi sedan pelê dagirtî ji helbestan bi destrene,û jiminre got:ha vaye ya ji Risalet el xufran mezin tir û xweþ tir û bi zimanê kurdî,10 000 malik nîvisandibûn,di efsaneyeke helbestî de,bi navê Civîna Nemiran. her wiha ewî rehmetiyê memosteyê min hin helbestên Mele Ehmedê Palo dane min ,lê ne pirtûk bûn,hê wê demê tu pirtûkên Palo nehatibûn çap kirin,wek melzemekê hebû li se Engaza nivîsandinê hatibû nîvisandin,dora 20 pelekî hebû. bi rastî min gelek helbestên Cigerxwîn xwendibûn,û her wiha min yê Melayê Cezerî jî di xwendin,her wiha Mem û Zîn a Ehmedê Xanî jî, min xwendibû,lê dema min helbestên Mele Ehmedê Palo xwendin,min di wan de, asteke dî didît,û taybetiyeke dîtir hebû,di kît û hevok û bêje,û þêwe û wêne û gêþan ,û malik û wateyên bêjeyan, min dolemendiyek di dît,ji bilî hemîrengiya raman û agahiyan di nav pêlên helbestên wî de,helbesteke mîna tabloyên bi rengên bê hempa hatibû damezirandin,ji lewra min ew helbest ezber kiribûn û mîna berbejnekê ew melzeme ya wî her tim bi minre bû,û min ew dixwend û di xwend çira ya dewletê pêket cihê min berdida xwînê diva ya rû metê rêket cihê min ber dida xwînê bi xiþt û teplik û saza bi pîb û bend û tolaza berî daye li xerçînê ji bilî agaedariyên ku min ji memosteyê xwe bihîstibûn li ser Ehmedê Palo,min ew bi çavê xwe dît,dema ku di rojê de demjimêrekê ji xwere li dora zad di geriya li gundê min Cirnikê,min her car ew didît ,weke latekî ser bi jor de, ji gundê Mehetê yê kevin ber bi Cirnikê ve dihat û diçû ta nik demir yê tirênê û dîse di zîvirî mala xwe,ew wêne yê wî hê di mêjiyê min deye. her wiha tîkiliyê min bi kurê wîre yê bi navê Rêzan re çêbûbûn,û ez bi wê helkeftê çend carekê çûme mala wan,hê Mele Palo saxbû, lê mixabin ji ber ku nikarîbû biþtexilê bi mere me guft û go di gel wî ne dikir,çimkî problemin di damarên seriyê wîde çêbûbûn,dema istixbaratên Sûrî,carekê girtibûn ser mala wî ,tirseke mezin xwaribû,û ji wê rojê ve, bandor li karînên wî yê axaftinê hatibû,û êdî hew dikarîbû bi axivê bi wî rengê berê. Ez dibînim tê xuyane Gewher û zêr û dirav Rewþen û ronî vedane Ser kelat û her deran Giv giva bayê seba ye Raserê çiyayên bilind Xuþ xuþa zad û giya ye Me, me a berx û miyan Qirçe qirça qirþ û qala Bin piyê þêr û beran Zim zima dengê newala Lim lima avê çeman Tip tipa sêv û hinaran Teq teqa berq û birûsk Ding dinga lat û xaran Gum guma topê giran Gim gima xap û palan e Pir pira têr û tilûr Çinge çinga þûr û dasan Zinge zinga hesinan Qij qija çûk û çivîkan Xum xuma þîp û geran Bax û bistank bijare Gul sitêrê asîman. dolemendiya Mele Ehmedê Palo a wêjeyî û taybetmendiya ferhenga wî ,ji çanda wiya kûr û cûre cûr û fireh hatibû,ji ber ku zaravên kurdî yên sereke, kurmancî û zazakî û soranî ,hersê bi kar tanîn,û her wiha zimanê tirkî, û erebî û farisî jî. ji aliyekî dîve jiyana wî a pur zehmet û dest tengiya wî û gera wî a ji palo heta amûdê û xizna û dawiya dawî qamiþlo,kir ku di serê wî de ferhengeke pur fireh ji bêje û hev wate û jêder û wêneyan çêbibê,mîna kaniyên ava zelal,pirsên wî,di herikîn û ji vê yekê em dibînin ku hevokên wî hevgirtî tirin,bi wate tirin,dibistaneke taybet di awayê nîvisandinê de afirandibû ,di bin duriþma:,ez vame,û kî werê hevrikiyê, ev qoça wî,wilo em tînin der ji asta bêjeyê li cem wî. ferhenga mele ehmedê palo,ne ji þaxên cegerxîn û ne jî ji þaxên cezerî kat daye,lê belê ferhengeke taybete,bi moral û naveroka xwe. Dîtina palo daxwaza mine
cih û warê minî palo ji bona min tu hêlînî Bi vî rengî nedî halo ji bo cavê mi dûr bînî Ti daxwaza dil û canî dikim nakim te nabînim Divoka canê heyranî gul û reyhan û nisrînî Di qada top û napalî dibînî qumbelê jehrî Di kox û kozika halî ji lewra bê hiþ û dînî Cih û ware birîndarî di mayî xendeqa tarî Tek û tehna li ber darî tenê bê rûmet û jinî gelek berhemên wî hene,weke milletê kurd wî nas dikir ,ew tenê helbestvanbû. lê mele ehmedê palo ziman zan bû,di gramatîka zimanê kurdîde pirtûkek çêkiribû ,li ser rêziman a kurdî,her wiha ferhengeke tirkî kurdî heye,her wiha wegerandina pirtûka bi navê pendên ettar ji farisî kirbû kurdî ,ew pirtûka nivîskarê farisî yê bi navê ferîd eddîn ettar bû,lê ew jî istixbaratên sûrî dest danîne ser û birin ,ew jî cihê mixabiniyê ye,çimkî pitûkxaneya kurdî pêwêstiya wê bi her pirtûkekê hebû. her wiha pirtûkên wî yê îro di nav destê malbata wî de hene ;heft dîwanên wî yên helbesta ne tevlî ferhenga tirkî û kurdî ,û pirtûkeke rêzimane tenê ta niha du pirtûk ji wan berheman hatine çapkirin,dewr û gera kurdistan ya ku helbestin naveroka wê,û pirtûka rêziman a kurdî.
Hinan welat firotin bi erzanî birader Hinek mirtal û rotin ji bo zehak û ejder Hin rêberê neyarin welat kirî perîþan Jibo dijmin hewarin xistin ber derd û êþan nêrîna wî a netewî ne dûrî xewna milletê wî bû,daxwaz û ûmîdên wî ,her tim di çarçove ya ramana azadiya Kurdistanê bû,bi hemû hêza xwe,bi þoreþa Berzaniyê nemir rebû. heta dawî ,di helbesta xwede bawerî bi riya Berzanî di anî. ew mereqa serxwebûna Kurdistanê pêre çû gorê,weke mereqa çapkirina pirtûkên wî . û di roja 9-5-1991 ande koça dawî kir,û çû ser dilovaniya xwe.
swîsra 6/5/2015
|
|