
Firînaz ji banga Qazî ye
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 ãÇíæ 2015 Mijar: Nûçe
Nizar Yosif
Serhildanên Rojhilatê kurdistanê nûþek
taybet hene,ji ber ku rojbûna yekemîn partiyên kurdî(PDK) û
yekemîn Komar li Mahabadê damerizîne,yekemîn Serok
(Qazî Mihemed)bi fort û serbilindayî li pêþber gelê kurdistanê
axifiye û soz daye û di ber wê soz û armancê de bi darve bîye. Xwepêþandan
ji pîroziyên van nirxan têne der, ew wateyên van xalanin. Îroj li cîhanê her
kurdek helwesta xwe ya aza dide nîþan,di meþan de zora bindestiyê pirotest
dikin,li dij paþverotiya melayan û ne mirovaya wan û nepejirandina dagîrkirina
kurdistanê tînin zimên.
Firînaz Xusrewî banga darvekirinê ye,hêrsa kelandina janên
gele,hawara netewê ye ji nîrê sitemkariyê, berdewamiya jenandina giyanê Qazî
Mihemed û hevalên wîne. Serhildanên gel li rojholatê kurdistanê,hêrsên
xwepêþandanan,bersiva sêpiyên darvekirinên meydana çarçirane û werîsê rojane li
gerdenên ciwanên kurd têne badan û dev bi ken ji bû dozê diçin sucdeya
þehîdbûnê. Ew teqîna volkana kelandina birhên xwînê ye, ji gewdeyên aramkêþan
tête der,ev hewldan ya dîtina mifteyê ye, ji bû vekirina xelekên deriyê Komara
Mehabadê.Bi vê helwestê, hêrsa mêrxasan,xwedanên bi axê ve girêdayî, dilên
serokên xwe yên nemir Qazî Mihemed û Qasimlo û Þerefkendî,xwîna
kurdayetî berdidinê û dijenînin. Di hundirê her kurdekî netew xwaz de giyanê
wan lêdidin,ji wan re di bêjin warê we ne xewle ye,ne xewlegehe.Ew xewna
nîviþkan bûyî ji bîr nabe,em di xewnên xwe yên hiþyar de, bi þabîn pê diramin û
pê di pûnijin. Firînaz Xusrewî bersiva hilgivaþtin û
zorlêdana li ser jinê û netewê ye, misogiriya parastina naûsê ye,wane ye ji
hovîtî û gemara ruhdirêjan re,ne pejirandina pistûriyê
ye. Firînaz þîret û xîreta kurdîtiyê ye,rêdana hevgirtin û
piþtgirtinê ye, komkirin û gihandina dengên kurdistanxwazane,nîþan û sazimana
mirovatiyê ye. Wateya Firînaz ê dadeweriye,erkê kurdayetiyê
ye,guhertin û rizgariye. Em jî kurdistanîne gotina Qazî Mihemed dubare
dikin: Kurdistan yeke nabe çar,,,,,:
|
|