Meyane tiliyên þevê ji ramûsanên sipasiyê mestyar dikê di peymangeha mêbûniya dilpakiya te de bang li evîniyê dikê û bi hevre dilê te di "Tesnîm" ê de pîroz dikin
Nimêjên hevdengiyê di amojgeha giyanê te de bilindtir dibin Zumêna çiya bi nalîna te re bê deng jiya Kelha mêraniyê bi yek carê xirecira halana xwe wenda kir Ferînaz xesrewanî! Çi nifir dikare reþtariya sitemkaran sergon bikê? Çi ava gemar dikarê gemara cendek û cînava bê ojdanan veþêrê? Tenê tu bûyî kelema xwestekên bêcanan Tu bûyî rêbaza evîniyê di himbêza evîndaran de silavên ji dilopên çavan bêtir ji lehiyên deryaya bi leztir ji giyanê te re.