Trjek Ronah ji Serdana Min a Hewlr
Drok: 08 2015
Mijar: Ne



Konê Re

Her ku ez diçim Hewlêrê, berî her titî diçim serdana Mîrzade Sînemxan Bedirxan, silavekê lê dikim û ji nêzîk ve serwextî rewa wê dibim.. Di vê serdana min a dawî de, ji 21 ta 25 nîsana 2015an, digel mamoste Mesud Tek çûm mala wê.. Pitî sihbeteke xwe, wê çend pirtûkên bavê xwe Mîr Celadet û mamê xwe Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, dane min. Ewên ku nû, di weanxaneya Avesta de, li Stenbolê hatine çapkirin. Ewjî ev bûn:
Gazinda Xencera Min, Xwedndina Kurdî, çîrokbêj-çîrokên kurdmancî, Elfabeya Min, Elfabêya Kurdî, Hevind û Dersên erîetê.

Ez jî, ji dil û can spasiya Mîrzade Sînemxan Bedirxan dikim, Xwedê temenekî dirêj di xweiyê de bike ji para wê. Her wiha spasiya mamoste Abdullah Keskîn, xwediyê weanxaneya Avesta jî dikim ku wiha bi berdewamî daye ser opa Bedirxaniyan û berhemên wan ji nû ve çap dike.
A din, berî pêlekê, Hingur xanim, keça Apo Osman Sebrî ji min xwest ku jêre bibejim; ev helbesta bavê wê a li dor Ala Kurdî, di kîjan kovar an rojnameya Bedirxaniyan de belavbûye:
Min divê tu her bilind bî
Ala rengî kesk û zer..
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu î xemla banê min
Ger bivê, derman mirin bî
Bo te gorî canê min..
Hingî, çendî ez li Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê geriyam, min nedît.. Pitî ku Mîrzade Sînemxan, ev pirtûk dane min, û ez zîvirîm Qamilo, û li malê min li wan mêzekir, min dît ku ew helbesta Apo Osman Sebrî, di pirtûka Mîr Dr. Kamîran Bedirxan a bi navê (Xwendina kurdî) de hatiye belvkirin. Ewa ku yekemîn car di sala 1938an de, ji rex Kitêbxaneya Hawarê ve li amê hatiye çapkirin.
Va di nav van gotinan re ez dengê xwe digihînim Hingur xanim û wê serwext dikim.

Konê Re, Qamilo, 07.05.2015  






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4053