Pirtkxaneyek me bi Kokirina Hec Ibrahm lk re ewit
Drok: 05 2015
Mijar: Ne



Konê Re

Doh (04.05.2015), kalemêrê kurd yê orjînal Hecî Ibrahîmê Çêlkî, ji temenê 83 salan li Qamilo koça dawî kir. Di eynî rojê de, termê wî hat guhestin gundê Dugirê û ew di goristana welatparêzên kurdan de hat veartin.
Ew, kurê Remê Hecî Osman e, di sala 1932an de li gundê Çêlka Eliyê Remo çêbibû. Di 20 saliya xwe de xwinlî bibû û hatibû Binxetê, bibû yek ji akinciyên bajarokê Tirbesiriyê, vê paiyê mala xwe guhestibû bajarê Qamilo û jiyana xwe lê derbas dikir.. 

Hecî Ibrahîmê Çêlkî, wek pirtûkxameyeke kurdî ya li ser du lingan bû. Ew di nav eîrên çiyayê Bagokê de mezin bibû, koka eîran, bavikan û axayên wan xwe nasdikir.. Mêraniya wan, bêbextiya wan û qenciya wan çak bihîstibû.. û xwe zanîbû, mala mala Eliyê Remo kî ne, mala Ismaîlê Werdê çi kesin, mala Haco ji ku hatine û çi eîrin.. Fillehên Raîtê kî ne.. Hevêrka Eîre an herême..
Her ku min ew didît, min gelek pirs jê dikirin, wî jî bi kêfxweî bersiva pirsên min dida û aiyên min rast dikirin.. Ew dîdevanê (ahidê), sed salî bû ji bûyerên herêma Hevêrka û çiyayê Bagokê û bûyerên ku di nav kurdên Binxetê de qewimbûn.. Ew mîna ferhengekê bû ji çîrok û serpêhatiyên kurdî yên orjînal.. Di baweriya min de bi koçkirina vî kalemêrê kurd Hecî Ibrahîmê Çêlkî re pirtûkxaneye me hat ewitandin.. Yezdanê mezin wî bi dilovaniya ad bike, cihê wî buhita rengîn be, serê malbata wî sax be û serê gelê kurd sax be.

Konê Re, Qamilo roja 05/05/2015






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4049