Ber bi pirojeya kurdistanţ isteratţcţk de.. Xelek 27.. Rew■enbţrŕ Kurd ű ramana me ya netewţ
Dţrok: ăß├═¤ 29 ŃăĐË 2015
Mijar: Nűše



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ramana me ya netewî, ji bo tevayê pirojeya me ya rizgarî, bingeha giyanî ye, her ku ev ramana me durist û hêzdar be, rêveçûna me ya rizgarî jî dê rast û hêzdar û berhemdar be. Lê eger en rola rew■enbîrê Kurd nepelînin, gotûbêja me li ser ramana netewî dê kêm be. Ev yeka dike, ku em ji pê■î de bipirsin: Gelo çand çî ye? Û rew■enbîr kî ye?

and çî ye?: Heye ku kevintirîn danasîna çandê ew be, ya ku entirpologê înglîz Edward Tylor (1832-1917) diyar kiriye. Ewî wusa gotibû: „and ew ti■tê tevayî hevedudan e, ku gelek ti■tan di xwe de dicivîne, wek zanînê, baweriyan, huner, sincan, zagonan û rêz û bawikan û her karînên, ku mirov, wek ku endamê civakê ye, bi dest xwe dixîne“(1).
Wêjevanê elmanî Thomas Mann (1875-1955) têkiliya navbera çandê û ■aristaniyê rava kir û got: „and li gel warên giyanî û nirxên ciwanî û huneran hevbest e, û ■aristanî li gel nimûneyên jiyana keresteyî (bûjenî / maddî) girêdayî ye, wek cilan (kincan) û xwarin û vexwarin û alavên çûn û hatinê (hevgirêdanê), û li gel nimûneyên zanistî, ango yên  zanistan, girêdayî ye“(2).
Bi ser de jî em bawer in, ku çand bidestxistina zanyarîyan û veqetandinê ye, û hevgirêdan û hevber e, û helhênan (jêderxistin, îstînbat) û ser-rastkirin e, û pêjnkirin û hiladan tekekes û civakê ber pê■ de ye. Em dikarin bi çandê li hember lawaziyê û pa■vemayînê bi ser kefin, dikarin hêzdartir û ■aristanîtir û mirovanîtir bibin, bi riya çandê em dikarin xelk û gelên din bêtir nas bikin û têbigihênin, û dikarin dilên xwe ji hêviyan û paqijbûnê dagirin (tije bikin), û ramanên xwe jî paqijtir û nirxbilindtir bikin, û wêrektir bibin, bêtir karibin bibin bervedêrên  hebûna xwe li dij dagîrkirinan.
 Rew■enbîr kî ye?: Rew■enbîr ew kesa ye, ku pisporê warekî an jî pir warên çandê ye, xwedî pirojeyeke zanistî ye, ■eydayê xwendinê ye, xemkê■ê xwenaskirin û xelknaskirin û hevgirtina li gel alemê ye.
Pileyên rew■nebîran he ne; yê herî payebilind ew e, ku matiyên di libek qûmê de he ne, bi qasî yên di stêrkan de he ne dibîne, bi dîroka mûriyekê (gêreyekê), bi qasî ya împeretoretorekî mujûl e, ciwaniyê di tistê, ku heye qerêj were jimartin, de kif■ dike, bi pirsa (Ev çî ye?) nake, bi dilsozî ber bi zanîn û naskirina (ima û çawa wusa bûbû) de dihere.
Ev rew■enbîrê payebilind sînoran naxîne navbera ti■tê pê zane û yê dike, her bi çi bawer e, wî jî dike, bi nerîna wî her ramaneke nû asoyekî nû ye, û her nazîneke nû karkirineke ba■tir e, sincekî mirovbendîtir e, tevdîreke payebilindtir e, armancên bilind in, û destkeftiyên, ku  ji bo wî  û ji bo miletê wî û ji bo mirovaniyê,sûdetir in. Û bi qasî ku mirov pirçand be, euqas jî aso û nerînfireh dibe, paqijmirovî dibe, tevdîrba■tir dibe, hi■mend û kûranalîz û pendiyar dibe.
Veqetandina rew■enbîr ji warê kurdewariyê de: Di lêkolîneke berê de, me heft cûreyên Kurd ji hev veqetandibûn (Kurd ê mirovbend, yê serserî, yê xulma■, yê nezan, yê sernizm, yê keysebaz û yê mirî). Ev veqetandina ji bo rew■enbîr jî tê xebitandin. Va ye li jêr kurtenerîna me di tenga rew■enbîrên gorepana me ya çandeyî re:
Rew■enbîrê mirovbend: Ew kesa ye, yê ku ji hêla hi■yarî û nerîn û nirxan û hestan û kar  de reseniya kurdistanî berz dike, û  li gel çarenûsa miletê xwe hevbest e, karînên xwe yên çandeyî ji bo miletê xwe dixebitîne, ji hêla çandeyî de bêtir fedakar e, û ji hêla navdengiyê û destkeftiyên bûjenî (keresteyî, maddî) de kêmtir xemxwar e.
Rew■enbîrê serserî: Ew kesê co■dar û sergerm e, dîlê berjewendiyên kesayetî ye, nerîna wî teng e, pê re jî, bê ku bizanibe, dagîrker wî ji xwe re dixebitînin, bi gotin û nivîsîn û tevdîrên xwe yên bê pilan ziyanên giran tîne ser miletê xwe.
Rew■enbîrê xulma■: Ew kesa ye, yê ku aloziyan tenik û siwe analîze dike, giringiyan bi çewtî rêz dike, bi ■axan, ne bi rehan, mijûl dibe, bi ber dava dagîrkeran dikeve, bi gotin û nivîsên xwe,bê ku bizanibe, dibe alav di destên dagîrkeran de.
Rew■enbîrê pi■aftî: Ew kesa ye, yê ku çanda dagîrkeran ew ji zanîna nasname û dîrok û kelepûr û ■ore■ û qurbaniyên milet qut kiriye, dûrî mêldariya kurdistanî dijî, û ev pergala pi■aftinê nahêle, ku çanda xwe ji bo bervedêriya nasnameya xwe û gele û welatê xwe bixebitîne.
Rew■enbîrê xemnexwar: Ew kesa ye, yê ku bigehîn doza gelê xwe (welatê dagîrkirî û gelê kolonî) bi pa■ pi■ta xwe de hê■tî ye, û ji bo miletê xwe naxebite, bi berjewendiyên kesayetî an jî yên êlîtî mijûl dibe, û bi nerîna wî mêldariya kurdistanî bê nirx e.
Rew■enbîrê keysebaz: Ew kesa ye, yê erzan û xwefiro■ e, li gor berjewndiyên xwe dilebite, xwe welatperwerî dide xuyakirin, da bi azarên gelê xwe, û bi perçeyên welatê xwe, navdengiyê û pereyan bidest xîne, ne xemxwerê azariya, ku miletê wî ji dest dagîker û kolonyalîstan dibîne ye.
Rew■enbîrê mirî: Ew kesa ye, yê ku yekcar hatiye pi■aftin, heye cîgeh û ziman û nav kurdî be, lê ji ber sedemên xweyîtî û civakî û polîtîkî û ayînî û aborî ve bi temamî hatiye pi■aftin, û ji hemî warên hizrî û nerîn û nirx û hest û pirojeya çandî ve ji kurdistaniyê hatiye qutkirin.
Hinek ji van rew■enbîran çûn, û hinek jî hîna di nav me de dijîn. Xweristî ew e, ku ev cûreyên rew■enbîran ne tenê di nav miletê me de he ne, belê di nav her miletekî de he ne, lê nîrên dagîrkirina 25 sedsalan, û ■êweyên dagîrkeran yên du rû û dirinde ji hêla zordestiyê û pi■aftinê û kavilkirina çand û nirxên me yên netewî resen, û birînkirina kesayetiya me ya netewî, rew■enbîrên me yên resen û mirovbend kêmtir, û yên cûreyên di jî pirtir kirin.
Rastiya tehl: Rastî ew e, ku di rêveçûna me ya çandî de tevlihevî he ye, û kêmasiyên hin rew■enbîrên me ji bo damezirandina ramana me ya netewî, ne tenê encama polîtîkayên dagîrkera ye, belê encama xemsariya partiyên me li hember gelek rew■enbîra ye jî. Divê bû, ku partiyên me xebata çandî bidana pê■ ya polîtîkî û le■kerî, an jî hema bi kêmanî ev her sê cûreyên xebatê di astekê de bana, lê mixabin ev semt nehat û hîna jî nayête xebitandin.
Rêveçûna me ya rizgarî divê didît, ku partiyên me li gel rew■enbîrên me têkildar bana, yên kêmasî dikirin hi■yar bikirana, û yên çalak jî perû bikirana, jêder ji wan re peyda bikirana, berhemên wan yên sûdar çap û belav bikirana, û pilanên rew■enkirina cemawer ji wan bixwastana, û ji wan bixwastana, ku babetên durist û cûrbecûr, her yek li gor pisporî û mêldariya xwe binivisîne. Her weha divê bû, ku hinek alîkariya diravî biçûk bidana ewên hewcedar, ji ber ku ne tenê le■ker, wek ku Napoleon Bonaparte gotiye, li ser zikên xwe dixwe■in, belê rew■enbîr jî wusa ne, rew■enbîrê, ku nikare malbata xwe têr xwarin û bi cil bike, û nîrên jiyana wî yên dijwar wî dorpêç dikin, dê çawa bafirîne?
Belê, ev yeka ji partiyên me dihate çavdêrkirin, lê realîte tehl bû, û her ti■t bi semteke din de çû, û pirê caran rew■enbîrê partîzan, an jî yê guropiyane xwefiro■ û pesindarê partiyê hate xwastin û pejirandin, û yên ne partîzan, ne guropiyane, ne pesindar hatin pa■guhkirin. Bala xwe bidin televzion û kovarên partiyên me, çi biçûk û mezin, rêjeya babetên çandeyî durist tê de çiqas e? Rêjeya hevtêkiliya li gel rew■enbîrên durist çiqas e? Rêjeya giringiya ku didin ramana welatperwerî netewî resen çiqas e?.
                                  Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
Jêder û çavkanî:
(1)   Kemîl El-Haj: El-Mewsoe El-Muyessere fî El-Fîkr El-Felsefî we El-Îctîmaî, rû 168.
(2)   Nuxbe mîn El-Esatîze: El-Ulom El-Îctîmaîyye, rû 200.






Cihŕ ev nűše jŕ hatiye: Welatŕ me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vŕ nűšeyŕ navnţ■an:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4012