Va dimirim
Drok: 29 2015
Mijar: Ne




Tengezar Marînî

Tu li min bi hemanekê bûyî?
ev e,
ez xwe bispêrim kîjan stûnî?
Erê li ber kîjan sîberî serê xwe deynim
ev digirî
Yaxud ez?
Bêhna te nayê min.

Li kîjan asîmanî îro rondikên te dibarin.
Nesazvan im, 
ez karibim dûrahiya te bijenim
Nebilûrvan im,
kovanê dûriya te bigiriyênim
tenê ez digrîm
buhara min te ez kirim payîz
ax dilêm teng e
teng e, dilêm teng e.
buhar bû niha payîz e
çawa dikarî bêyî çavên te maçî bikim bikevî xewê
kî dê eva min rewen bike?
min gote te neçe
buhar û payîz yek in
Mirin xwetir e ji vî halî
Dîlê xema te me,
îro, di gel evê me,
rondikan em bi tenê nehitim
Va dara min zer dibe, 
temenê min zer dibe
çavên min zer, mor dibin, vedimirin
heêdî hêdî dimirim 
dimirim, 
dimirim

* * * * * * * 

Peyvên Hannah Arendt



* * * * * * * 

Bi destekî



* * * * * * * 

Ji dûr ve







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4011