Gotina nūnerź partiya Azadī di konfiransź wažintonź de roja 12/13-03.2006
Dīrok: ĒįĆĖäķä 27 ćĒŃÓ 2006
Mijar: Nūēe


Gotina nûnerê partiya Azadî di konfiransê wažintonê de di hundirê kongirêsê Amrîka de roja 12/13-03.2006

Gelî xwižk û bira..partiyên siyasî.. mêhvanên hêja silavên biratî û dostanî li webin,biteybetî li nûnerên emrîkî  û kurdê me yen rojava amadekarên vî konferancî.
Miletê kurd yek ji wan miletên Arî Hind û europî kevnare ye ku li ser xaka xwe ya mejûyî Kurdistan dijî ,û ji van êlan pektê LORÎ, HÛRÎ, MÎTANÎ, MÎDÎ, MANÎ, ORARTO, KÛTÎ.


Berî 2500 salan gelek Imperatorî û memleketen kurdan hebûn, wek Imperatoriya Mîdya 612 sal berî zayîne hetanî dewleta Dostkî, Shdadî, Eyûbî.
 
Êrîžên Mexol û Silcûqîyan û her weha vekirinên islamî liser Kurdistanê hatine kirin, talanî û xerabî û tede kirin, û kurdistan pasmayî histin.
 
Rûbere Kurdistanê 500,000 km çargože, û xelken we zedeyî 40 milionî hene.
 
Sala 1514 Z, di žerê caldîran de cara yekê bû Kurdistan bû du bes dinav Othmanî (Bažûr û Bakur û rojavayî kurdistanê) û Sefewîyan ( kurdistana Rojhilat)de.


 
Duem dabežkirina  Kurdistanê dinav Syria,Iraq,Tyrkia,Iran de pižtî peymanên žerê cihanî yekem, û peymana Saikspiko  di sala1916 ande.
 
Jiwê demê ve kurd dibin deste dagirkeran dijî, tevli ku navê kurdan di gelek peymanan de hatibû danîn wek( Bitrsborg..Saikspiko..Sanrimo..Sivir..Lozan..Seedabad..Sinto..Nato.. Cezair). Lê mixabin kesî ji dewleten dunyayê û neji yên heremê bere xwe nedan kurdan û liwan nebûn xwedî jibo ku ewjî wek miletên dunyayê bi mafê xwe yê çarenû žadbibe û jibin nîrê stemê derkevê.
 
Kurd duem mezintirïn neteweye  li Suryê, jimara wî zedeyî 3 milionan heye, 15% ji jimara gižtî ya xeløkên Sûryê. Rûberê kurdistana Rojava 20,000km çargože ji Hisiça hatanî çiyayê Kurda.
 
Sedê salayi kurd liser vê axa xwe ya mejûyî dijîn, berî û pžitî dewleta Mîtanî ku paytexte wê Washokanî (  serê kanîyê) lewre em dibînin kurd hevparê vî welatî ye.
 
Kurdan rolek netewî û žoresgerî di diroka Sûryê de pêkanîn dijî dagikerên Ferensî, nimûne Diyare Topê..Serhildana Beyandûr û hetanî hin žoresên mezin wek žoreža çiyayê aniskê ji alî Qrehremanê kurd Ibrahîm Henano ku li dijî Ferensîya serkir.
 
Herweha rolek mezin di dema dewleta Eyûbî de kirin, pižtre bûne serok komar, û hetanî dewleta Sûrî ya taze ji ku Kurd tede ketne wezaret û perleman, hêzên ležkerîde.
Di 1961ê de regima Sûrî Sînema amûde sewitandin û tede bidehan zarokên dibistanan canê xwe winda kirin.
Di 1962 an de,  diserjimartina awarte de, li Hisica de, hemwelatîya Sûrî ji hezarên kurdan hate kižandin, iro jimara wan dighê 300,000. Di1993 Zindana Hisica žewitandin ku tede zedeyî 60 kesî canê xwe winda kir.
 
Di 1973 an de kembera Erbî bidirêjayîya 375 km û ferehbûna ji 10 heta 15 km, li kurdan pêcan û Ereb ji dora bajarê Reqayê anîne devera kurdan
û siyaseta bierebkirinê û guhrerandina dimografî pêk anî dijî kurdan.
41 Nižtecih ji ereban re avakirin di herêma kurdî de. Navê gunda guherandin, nevê kesan guherandin, xwendevan û karker ji kar û xwendegihan avêtin, bisedemê (( biv liser ewlekarîya  dewletê))
 
Di 2004 an de, di serhildana 12 ê adarê de, bihezaran kurd avêtin zindanan, bidehan žehidbûn û bisedan birîndarbûn, hest kes dibin îskencê de mirin, û hinek jiwan bi nexwežîyên sykologî û daîmî ketine. Ji alîkî din ve regima Sûrî pižtgêrîya terorê dikê li Iraq, libnan û Felestinê.
 
Ev hin piroseyên žovînî ne ku endazyarê wan yên wek M.Teleb Alhilal û Mishêl Efleq. ku dixwazin kurdan tune bikin.
 
Amadevanên Berêz:
Qeyrana gistî ku îro Sûryê tede dijî, nemaze pižtî bazdana Ebulhelim Xedam, hin erkên nžitiman perwerî û netwî liser milê me kurd, Ereb û Ažûrî û kêmneteweyên din di Sû ryê datînê, em riya rezgarîyê di van xalan de dibînin:
 
1-        Danîna programek zelal bo guhertina demokratî  ji aliyên hemû saziyên siyasî, civakî, rewženbîrî ku bahweriyê bi guherandinê tînin, û têde kurd wek duem netewe di Sûryê  de  werê naskirin û garantibûna mafê wî yên netewî, siyasî û çandî di destûra Sûrî ya peserojêde. û garantiya mafên demokratî yên kemneteweyên din j.
 
2-        Hilbijartinên gižtî û Azad, dijiêr cavdêrîya dayîkên yekgirtîde.
 
 
3-        Hilanîna ysaya Rewža Awarte, kembera erebî, serjimartina awarte, dadên Irfî û hemû merasîmên žovinî, û azadkirina hemû girtîyên siyasî.
 
4-        Behwerî bi taqetên miletê Sûrî û herweha sudgirtin ji hêzên azdîxwaz û demokrati  yên Cihanî û Herêmî.
 
 
5-        Rênedan bo alternatîvên Ayînî, Taifî bo serkêžiya guherandina demokratî, jiber ku  wê bibê sedemên nakokîyên dijwar di pêžerojê de (( wek niha li Iraqê ))
 
6-        Hižyarbûn bo wan sînaryoên dibin perdên režde çêdibin, ku dibêjin, Qeyran li Sûryê  tenê  Partîya Bethe, û kilîta careserîyê dideste Serokê Sûriyê deye. Nexêr ev neraste jiber ku rêgima Sûryê  di hemû warên jiyanê de diktatorî û sovînîye, û herweha berpirsyarbûna yasayî, siyasî û talanbûna wealat  dikevê sukra rêgimê ku welat birêve dibê.
 
 
7- Mukurbûna hêzên erebî bhebûna kurd ya mejûyî liser xaka wî ((Kurdistan))û               tekezkirina mafê wi yê rewayî carenûs, liser bingiha hevgirtina arezûmend û azad.
 
8-Pižtgêrîya proseya azadî û demokratî  ya cihanî, û regirtin liber terror, li hemû                      dinya, jiber ku teror li Nyoyork yan li kurdistan yan li Sûryê ,her terore û her yek      armenca wê heye ku(( astî û aramî lidunyayê cênebê)).
 
 
Berêzan lewre em dibînin ku îro pewistîyek pir girng bi hevgirtina hemû hêzê demokratî Erebî kurdî li sûryê hêye, jibo pežvebirina proseya guherandina demokratî dî Sûryê de. Lewre jî em dewe li Hikûmet Perlemanê Emrîkî dikin ku pižtgêrîya kurdên rojava bikê û pirsa wan wek pirsek siyasî ya miletekî girêdayî xaka xwe bibînê , ne tene wek kêsek mirovatî.
 
Di dawî de em binavê partiya xwe bangî hemû hezên siyasî kurdî dikin ku refên xwe nezîk hevdû bikin, û nakokîyên  navxweî jibîrbikin, hevdû qebûl bikn, rêz bo hev bigrin bercewendiya gel û nistiman bixne pêž hemû bercewendiyên kesayetî û rexistinî, û herweha wan xetên sor yan muhrên rež jipê cavên hevdû hilînin,  her weha bangek teybetî bo hezên çep bahwermend bi dibistana 5 ê tebaxê ku bizûtirîn wext de yekbigrin, Da em henû bihevre miletê xwe bighinin qraxê asti û azadîyê.
Bijî kurd.....Bijî kurdistan...
 
 
partiya azadî kurdî li Sûryê
  ((Komîta Europa))
 





Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=40