NE TEN NV CIVAK YE JIN.. JIYAN BIXWE YE
Drok: 08 2015
Mijar: Ne



Merwan Berekat
 
Jin hêvan, berdewamî, nîvê dîrokê û demsala jiyana mirovahiyê ya xunavî û xemlebihutî ye.
Bila Kesek nebêje, ev çi seyr e, û di delavên êt û mêtiyê de nedele, ne jî mejiyê xwe bi sertî bixrîne, dema em bibêjin: Jin ne tenê ( Nîvê civakê) û hevjiyana mêr e, lê belê pitî ba, av, ax û êgir, ew merca berdewamiya jiyanê ya pêncemîn e jî.
Jiyana bê jinê beyabaneke bê mercên zîldanê û çiyakî rûûût; rût e.

Belê… Jin yek ji bingehên geedana civakê ya sereke ye, û civaka ku jinê bavêje kenarên jiyanê, ew civakeke payîzî, pûç û nîvstewr e.
Di destpêka dîroka mirovahiyê de û ta roja îro, jin dibistan û akademiya yekemîn e, ku bi dilsozî nifan fêrî mirovatî, sinc û jiyanperweriyê dike.
Wekî çawa kanî û robarên zelal li hawîrdora dirêjiya herikandina xwe kulîk, nêrgiz û qurnefîlan ge dikin, û bîna xwe di wan de berdidin, her weha jin jî, ahîziya diladî, dilovanî û perwerdekareke rastgo û bêhempa ye. Tabloya kar û xebatê û di hemû warên jiyanê de, bê jinê tabloyeke kêmreng û nelihevhatî ye.
Jin evînzê û yar e. Ma gelo eger jin tuneba evînê heba..? Eger ne ji Zînê ba, bêguman destaneya Mem û Zînê wê tuneba, û Ehmedê Xanî jî, dê nebûya mîrê helbesta Kurdî.
Feqê Teyran, ta di kefecana mirinê de jî bang dikir: Lêêê Sînemê..! Eger ne ji Sînemê ba, ma gelo navê Miksê wê derbasî wêjeya Kurdî ba ?
Jin diya andiyar ( pêxember ), zanyar, gewremirov û pakrewanan e.
Belê; ew dê, xwîk, met, hevjîn û keç e. Miletê ku pend û dîwaran li pê rola jinê ava bike û mejînêr bijî, ew miletekî nêremê ye, ne dizê û ne jî vedizê.
                    Heylana Rihayê, diya Qistentînê Romayê bû
                   Gewrejineke mirovperwer û azadîhez bû
                  Azad kirin Xiristiyan û perestgeh avabûn.
Dema zarok dêe, birçî dibe yan jî xwesteke wî hebe, ew gazincên xwe datîne ber destên diya xwe….. Dema mirovek nexwe dibe û azar zora wî dibin, ew bang dike û dibêje aaax dayê……. Dema ciwanek bi derdê evînê dikeve, ew bixçika wî derdî berî her kesekî din, li pê diya xwe, yan jî xwîka xwe vedike….. Dema mêr ji kar vedigere mal û eger zarokine wî û diya wan ne li mal bin, pirsa yekem li hevjîna xwe dipirse, û pit re pirsa zarokên ne li mal dike, û belkî carina wan ji bîr jî dike…… Dema ahiyek tê lidarxistin tenê jin lîlîyan dikin, û wê ahiyê ge dikin…… Dema mêr diçe ser dilovaniya Xwedê, yên pirtirîn li ber dikevin, û ji dil de digrîn ne bav, bira, ap û xal in, lê belê ew dê, hevjîn, keç, xwîk, met û xaltîk in….. Yên pirtirîn serdana gorên dê, bav, hevjîn û zarokên xwe dikin jin in, belê; jin in.
Lê mixabin û sed carî mixabinn, dema ku di hin civakan de doza mafê jinê tê kirin, çavsor û mejînêr pêkolên nêrîtiyeke ne rewa dikin, û carina jî, kêmhiiya xwe der dikin û dibêjin:  Jin tenê ji bo zarok û karûbarên malê ye  !!?
Lê dema rastiya jinê deng bi xwe xîne, jineke zana, wê wan hemiyan tî di delavên Ferêt û Dicla re tî derbaske, û tî jî vegerîne.
Belê; birakino..! Belê. Dema vîn û pêdariya jinê derdikeve holê qad dihejin, lehengî bixwe li xwe vedigere û navnîanine nû li dîrok û ferhenga xwe ya dêrîn zêde dike.
Belê.. Ez ne hêvî û nigaan dihûnim, û ne jî, ji dervî sînorên cîhanê rengên tabloya rastiya jinê kom û pars dikim, lê rojane em bi nûçyên vîn û pêdariya jina Kurd li kolan û çeperê Kobaniya serbilind anaz, dilgerm û serbilind dibin, û bi zimanê pênûsa xwe rastiya wê dibêjim.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3996