Di Roja Chan ya Jin de Rola Jina Kurd di Beriya Mrdn de
Drok: 06 2015
Mijar: Ne



Konê Re
 
   Bi min xwe e ku di di roja Cîhanî a Jinê de de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.
Mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pita jinê ye, jin stûna malê ye.
Erê nîvê civakê ye û wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye.

Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve û wiha ev dewlet û saziyên têvel bi hewildanin wê zilm û zora ku ji sedê salan ve li ser jinê tê meandin, hilînin û nema bikin. Bêguman em kurd jî beekin ji netewên cîhanê, gelek zilm û zor li jina Kurd jî bûye û hêjî dibe. Belê zilma ku li jina Kurd dibe, dubare ye; ji rexekî din ve civakî ye, wek a gelên cîranên me, ji rex rêjîmên kedxwar ve û ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî têre derbas dibe, ji rex dagîrkeran ve..
   Tevî vê rewa xerab a ku Kurdistan têre derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi rûmet û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana rojane de li ber vekirî hitiye.. Di encam de jina Kurd di gelek waran de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye.. Mirov dikare wan waran bi van xisletan bi nav bike: Merdî, mêranî, zanîn û humendî, wefadarî, deyax û cangorî..
      Yek ji jinên Beriya Mêrdînê yên ku di destpêka çerxê bîstan û vir de nav û deng dane Xensa Paê ye.
Xensa Paê an Xensa Xelecî: kebaniya Îbrahîm Paayê Millî bû; Jinek jîr û jêhatî bû, xwedî kesayetiyek xurt û bi biryar bû. Di heyamê mêrê xwe îbrahîm Paa de û di pey wî re jî, wê karîbû zarok û êla xwe a Millan di deverên teng re, bi serketin derbas bike.. Ew bû ya ku di erê erebên Iniz û emeran de nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re digot; Yaxên we yaxên guran e. Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî mêrkujin.. Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû, lê bi navê Xensa Îbrahîm Pa‏ dihat naskirin an bi navê Xensa Paa. Pitî ku di payîza 1908 an de zilamê wê Îbrahîm Paayê Millî li Sifeya, nêzîkî Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên wî li Nisêbînê hatin girtin.. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan rabû û bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê berdan.. Xensa xatûn xwedî rêz û rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîana rêzgirtina wê ku, di hevdîtinan de serê wê maç dikirin..
 

Konê Re, Qamilo, 07.03.2015








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3994