
Merwan Berekat
Di sîngê çiyakî dijxew de
kevokeke yeksalî
bask li xwe xistin
hêdî.. hêdî
berbang dinikiland
û..
rengine pîroz
diyarî
.tîrêjên
rojê
dikirin.
***
Li bajarekî dilêþ
û kolankumiþî
zarokekî sêwî
di ber sîmfoniya nalenalan re
serê marekî deqdeqî
û..
retelekî þevê
dipelixandin.
***
Li gundekî çiyayî
keçeke çardehsalî
guharên xwe
bi serê tivinga þervanekî xistin
û…
çar lîlî kirin.
***
Li qada serhildanê
nijadperestekî çavsor
û..
nokerekî serberjêr
xwe avêtin
ber solên dayîka pakrewanekî
wê..
wesêka kurê xwe
bi cî anî
û…
bi mistek ax
serê xwe hene kir
***
Li ser navika sînorekî
kevokekê..
birîna þîrmijekê derman dikir
û..
pinpinîkekê..
rondikên wê dimêtin
dem..
bîst û yekê Avdarê bû
***
Li goristanekê
nêrgizan..
bedena sirûdekê diþoþtin
û..
tiliya zavakî hene dikirin
hechecokan jî..
lîlî dikirin.
***