Cejna Batizm Dam Dinh
Drok: 11 2014
Mijar: Ne



Konê Re

Min nasnekir bê navê Batizmiyê ji ku û ji çi hatiye, hin jî ji vê cejnê re dibêjin cejna Pîr Alî. Ev cejin taybet bi kurdên Êzidî yên eîra Çêlka ye. Ev eîr ji akinciyên çiyayê Bagokê (Qelaçê Dasika û Çêlk ye, gundên vê eîrê dirêjî binya xetê (Sûriyê) jî dibin, anku li herdû rexên sînorê Sûriyê û Tirkiyê belav in. Her sal xelkên vê herêma ku me bi nav kir, pêwaziya cejna Batizmiyê di roja dawî ji kanûna yekê de dikin. Belê di roja çaremba berî wê de, kar û bar ji Batizmiyê re dibe wek: Serjêkirina pez, çêkirina nanekî taybet bi wê cejnê ku jêre dibêjin nanê (Xewrê) û Leylet Elqedir..! Belê roja îro piraniya Êzidiyên Sûriyê koçberî Almaniya bûne, êdî nema guhdan wek berê pê heye..



Dam û Dinh: Ji min re hat gotin ku ev roj an ev ev di çilê çil de ye, belê kîjan roj e, kîjan ev e, min nasnekir.. Gotin: eva Dam û Dinhê, mezinê gund, an zanayê gund dibêje: Îev Dam û Dinh e. Vêca di wê evê de her malek gundiyan xwarinek xwe ji gotê dermala xwe çêdikin.. Xuya ye ku di wê evê de guhertin di navbera wezên salê de çêdibe..
Di baweriya min de ev eva Dam û Dinhê, Leylet Elqedir a cejna Batizmiyê û di dawiya kanûna pêî de ye, anku di çelê çil de ye.
Lê, bi hatina misilmantiyê re ev cejin hatiye qedexekirin û guhertin û bi navê Dam û Dinhê hatiye naskirin.
Dema min dest bi vê lêkolînê kir, ez bêrgî gelek asteng û dijwariyan hatim; ew kesên ku di nav wan bîr û baweriyan de mezin bûne, kêm mane. Yên ku mane jî, hiê gelekan ji wan nakiîne û nayê bîra wan û a herî seyir, dema min ji hina dipirsî, qerfê xwe bi min dikirin, bi pirsên min dikeniyan û digotin: Ma ev tu ne konê Re e!! Ev te çi berê xwe daye van qerwelkên vala?!
Bi hêvî me ji kesên ku bêtir pêzanînên wan li dor van herdu cejnan an adetan hebe, min agahdar bike û spas.

Konê Re, Qamilo, 11.12.2014






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3909