Agirê pîroz Newroz
Dîrok: ÇáÃËäíä 20 ãÇÑÓ 2006
Mijar: gotar


Hemîd Dilbahar
Çirûskek e yê ku agirên mezin gur dikin. Û tîna xwe li her derê belav dike
Ax hişyar dibû!..
Berfînên ku serê xwe radikirin di singa berfê de bûbûn mizgîniya wê roja germ û xweşik.
Xewn û xeyalên ji destê zarokên welatê mezlûman hatibûn dizîn li hêviya xwediyên xwe bûn.
Hêvî û hesretên birîndar hê li ber xwe didan bi bîr û baweriya serkeftinê.
Hez û evînên ku xwe vedişartin di paxila awirên azadîxwaz de li benda hezkirî û evîndarên xwe bûn.


Jehra ewrên reş û tarî nedihiştin çirûskek êgir jî pê bikeve li welatê Kawayê Çiyayî.
Kawayê Çiyayî, an jî Kawayê Hesinkar!..
Mirovekî azadîxwaz, serhildêrekî birûmet!..
Navê xwedanê agirê pîroz!..
Li dijî navê xwedanê jehra wan ewrên reş û tarî Dehak egîdek û rêberek.
Dirok êdî bûbû du alî; aliyek rûyê Kawa yê geş û ronî, aliyê din jî rûyê Dehakê yê reş û tarî…
Û piştî gelek şevên reş û tarî, piştî gelek şevên serma û seqem germahiya awirên Kawayê Hesinkar welatê gul û kulîlkan germ dikir hêdî hêdî, li gel xwezaya rengîn.
Tîrojkên roja helesor êdî serê xwe rakiribûn li ser serê wan çiyayên dilberz û bilind.

***
Çirûskeke Biçûk, Agirekî mezin!
Efsaneyek ji guriya agirê sor.
Ji rûpelên dîroka rûmeta meşa dilbihar, li welatê gul û kulîlkan li qada mirovahiyê, bi guriya agirê azadiyê, çend tîpên pîroz bûn diyarî ji bo mirovahiyê; ku va ye hê xwe hiltavên ew tîpên xwîna di ruh û giyana xwezayê de:

NEWROZ!..
Roja nû, rojeke nû li rûpelên dîrokê tevnê xwe radiçand. Rojeke nû; nîşana jiyaneke nû dibû diyarî ji bo xwezayê û ji bo mirovan.
Rojê bejna xwe nîşanî ax û avê dida li gel hemû dilgermiya xwe...
Ax û avê ew hilm û hewayê paqij û dilgerm hildikişand nava dil û cegerê xwe. Dilê axê germ dibû û xwe di xwe de nedigirt.
Û çirûskek vêdiket berî her tiştî ji rehma axê ber bi çiyayên serbilind û şahnaz ve. Ew çirûsk bû nîşan û mizgîniya roja nû û belav bû di tarîgewrkên şevên ba û bahozî de û xwe berdida nava deşt û çiyayên jiyaneke nû.
Ew çirûsk dibû agir piştî çend hezar zivistanên dilcemed.
Agirekî pîroz!
Û ew agir dibû sembola navê rojeke nû, rojeke pîroz: Newroz!..
 
NEWROZ!..
Roja jiyana nû!..
Roja vejînê!..
Destpêka biharê, destpêka jiyaneke xweş û geş!..
Dayik li gel keçên ciwan kiras û fîstanên xwe li xwe dikin, poşiyê xwe davêjin ser milên xwe, dihejînin lewendiyên xwe.
Bi awirên xwe germahiya dilê xwe belav dikin li her çar û dor û milan. Bi awaz û stranên xwe lat û zinaran radikin govenda serfiraziyê û bi tilîliyên azadiyê erd û esmanan dihejînin wê rojê.
Kuçe û kolanên hemû bajarên evînparêz bi agirê sor silav didin çiyayên bilind, ku bejna xwe li ber wî agirê pîroz ditewînin û hembêz dikin.
Şevên tarî li gel agirê çavsor direvin ji welatê Newroziyan û şûna xwe ji tîrojkên rojê re dihêlin.
Û zarokên agir û rojê, zarokên welatê gul û kulîlkan helbestên li ser vê roja pîroz guhdarî dikirin êdî ji deng û zimanê helbestvanên delodîn de; dengê azadiyê belav dibû li her çar dor û milan bi rengê evînê.
 
ROJA ZAYÎNÊ         
Di dilê me de ne her tim
Gul û Kulîlkên Newrozê! 
Bîst û yekî adarê, dema cejna pîroz e
Îda azadiyê ye, navê wê yê xweş Newroz e!
Serê me jêkin jî, em pîroz dikin wê rojê
Tu kes nikare qet, ji holê rake vê dozê!
Û em tên ba hev hemî bira û heval, dost û yar
Yên bindest radibin tev, wek Kawayê Hesinkar!
Eşq û evînê diçînin, li ser bejna adarê
 Ku ew şîn bibe her tim, li ser singa biharê! 
Êş û azar namînin, li ser navê jiyanê
Ala hezê pêl dide, li her derê cîhanê!
Daristan û çolistan, li gel çiya û bajêr
Azad dijîn bi hev re, hem li jor hem jî li jêr!
Riyên me yek nebin jî, qonaxên me hevpar in
Ên azadî dixwazin, her dem û wext hêvîdar in!
Newroz cejna gelan e, bi rengê birayetî
Ew nîşana aştiyê ye, ji bo mirovayetî!
Wek tîna rojê ye, ji bo hemû gelan
Rojeke pîroz e ew, vaye bi hezar salan!
 Oxira wê ya xêrê ye, heta hebe agirê sor
Zayîn e ew bo me, hem li jêr hem li jor!

***
Gelek dilên herikbar li ser Newrozê gelek gotinên ku bi rih û giyana Newrozê hatine xemilandin herikandin ji rih û giyana xwe ya Newrozî!..
Newroz; êdî bibû efsaneya vejîna zarokên welatê gul û kulîlkan!
Newroz; êdî bûbû berxwedan û serhildan li dijî bindestî, koletî û serçemandinê!
Newroz; êdî bûbû mizgîniya bihareke derengmayî, mizgîniya rojên xweş û geş!
Newroz; êdî bûbû riya ronahiyê, ya ji rehma dîrokê ber bi îro ve herikî ye!
Newroz; êdî bûbû roja bilindkirina têkoşîna parastina mirovahiyê, ji azadî, biratî û aştiyeke birûmet!
Newroz; êdî bûbû cejna azadî û serfiraziyê ji bo hemû kes û gelên bindest, feqîr û bêkes!
Newroz; êdî bûbû hişyarbûna welatê êş û janê, hişyarbûna welatekî birîndar, ji xewa hezar salan!
Newroz; êdî bûbû bang û gaziya hez û evînê bi rengê bûkabaranê, bi rengê azadiyeke bêsînor!
Newroz; êdî ji bo cîhaneke seranser azad û bextewar bûbû roja nû! Û li her derê welatê gul û kulîlkan dengek bilind dibû êdî û olan dida li her bihosta cîhanê:
Newroz pîroz be ji hemû azadîxwazên welatê gul û kulîlkan!
Newroz pîroz be ji hemû gelên cîhanê!
 

Azadiya welat







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=39