Mr Dr. Kamran Bedirxan Leheng Bgur
Drok: 02 2014
Mijar: Ne



 Konê Re

  Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re ge dibû, bi têkçûnên wan re, dilê wî dihat givatin..
  Wî Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê Roja Nû û Stêr belav kirin..



Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya orea Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamostayê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê ingalê de..
  Dawî li Parîsê, di roja 04.12.1978an de, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya ap, bira û pismamên wî, Yezdanê mezin canê wî ber bi banê gerdûnê ve bilindkir û ji xwe re bir..
  Erê werin, werin pitî 36 salan em vî lehengê xwe bibîr bînin..
Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!
  Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercên jiyanê ne..
Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîkî re li Parîsê, anku ew bê gore! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.

Konê Re, Qamilo, 01.12.2014







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3898