Berî nuha me gotibû "bûn"a ku bi wateyeke nêzî wateya (heyîn- hebûn) di dema nuha de vederî hemû karên asayî tê veguheztin . Anku , ev "bûn"di hemû dem û raweyan de diyar dibe ,
wek :
-Em dostên hev
bûn (borî)
-Em ê dostên hev
bin (paşeroj)
-Dostên hev
bin (fermanî)-
Lê di dema nuha de tîpek tenê jî , ji binesaziya "bûn"ê diyar nabe , wek :
- Em dostên hev in (nuha)
- Ez karmend im
- Tu karmend î
- Ew karmend e
- Em karmend in
Derbarî van kurtebêjeyan "im ,î , e , in"pirsek raberî me radiweste : Gelo ev kurtebêje çi ne û zimanzanan ew çawa dane nasîn ?!
Zimanzanên Kurd , di pirtûkên xwe de , ne wekî hev ew dane nasîn :
-Reşîdê Kurd , Samî Tan û hinin dî jî ew kirine cînavên kesane û navên (cînavên dûma , cînavên pêvebestî û cînavên paşgînkirî"li wan kirine .
- Celadet Bedirxan , Kamîran Bedirxan , Sadiq Behaddînê Amêdî , Nûrî Elî Emîn û gelekên dîtir jî ew kirine karê "bûn"di dema nuha de .
-Qenatê Kurdo , weku paşkokên nav û cînavan di raweya salt( bê verês) de , ew binav kirine .
Ev her sê navlêkirinên têvel jî , cihên xwe di pirtûkên rêzimanî de girtine û di nav destên xwendevanan de ne .
Ev jî ne durist e ku ev mijara giring bi van danasînên ciyawaz di zimanê me de bimîne .
Berî ku ez nêrîna xwe derbarî vê kêşeya rêzimanî berçav bikim , ez ê wan her sê danasînan di ber çavan re derbas bikim û hindekî li ser wan rawestim , wan gotebêj bikim :
a- Cînav :
1-Em dizanin ku cînav ew bêje ne , yên ku cihê navdêran digirin û li şûna wan bikar tên .
Wek :
- Azad çû dibistanê
( ew çû dibistanê)
- Zînê pirtûk xwend
( kê çi xwend ?)
(wê ew xwend)
Li gora vê danasînê , gerek ew kurtebêje jî (eger cînav bin) cihê navdêran bigirin û li şûna wan bikar bên . Gelo , di vê mînakê de (Azad şagirt e) , ev (e)dikare cihê (Azad) bigire (
e şagirt e) , ?!
Dibe ku ji pêvajoya qissekirinê bê zanîn ku ( e ) li (Azad ) vedigere , lê di vê mînakê de (Azad û Zîn şagirt
in) , (…û… şagirt in) , yekcar nayê zanîn ku ev (in) li kîjanî ji van cînavan (em , hûn , ew) vedigere .
· 2-Di vê mînakê de (ez şagirt im) , ev (im) cihê çi girtiye ?! Berçav e ku (im) bi cînavê kesîn (ez) ve girêdayî ye , cihê wî girtiye . Lê ku em çavên xwe ji gelek pirsan bigirin û bibêjin , ev (im) cîgirê Cînavê (ez) e , gelo bi çi behaneyê û bo çi sûdê (cînav) cihê Cînavekî diyar û eşkere digire ?!
• 3-Di pêvajoya hevokan de nav dibin kara (kirde) û berkar (bireser) . Dema ku nav tên avêtin cînav cihê wan digirin û li şûna wan dibin kara û berkar .
Wek :
1- Hevalan
mêvan dîtin
( hevalan
ew dîtin)
2-
Heval mêvanan dibînin
(
ew mêvanan dibînin)
Di mînaka (1)ê de "in"bi navê (mêvan) û cînavê (ew) ve girêdayî ye . Ev nav û cînav jî , di hevokê de berkar in , Vêca ku ev "in"jî cînav be gerek ew jî cihê (mêvan , ew) bigire û wekî wan bibe berkar , Wek:
- Hevalan (in) dîtin ?!
Di mînaka (2)ê de jî (heval , ew) kara (kirde) ne û (in) a (dîtin) bi wan ve girêdayî ye , Gerek ev (in) jî cihê wan bigire û li şûna wan jî bibe kara
Wek :
- (in) mêvanan dibînin ?!
Ev jî nabe û ne durist e ku bibe !
· 4-Di şêwezarê Kurmancî de cînavê kurtkirî "ê"tenê cînavekî pêgir (pêvebestî) ye . Ev cînav bi dû şêweyan ji cînavên kesîn (wî , wê) kurt dibe :
1-Bi pêrbestan re (bi , ji , li ,di) :
-Bi + wî ,wê = bê =pê
(Min bi wê nivîsî = min
pê nivîsî)
-Li + wî = Lê
(Min li wî da = (min
lê da)
-… . .
2- Bi karan re
:
- Min da wî = min day
ê- Ez ketim wê = ez ketim
êLê di şêwezarê Soranî de cînavê (pêvebestî) heye û bi navê (ranawî likaw) tê nasîn . Ji van mînakên jorîn tê zanîn ku ev kurtebêje (im ,î ,e , in) ne cînav in .
b-Karê "Bûn":
1-Çi karê heye dû mercên sereke bi xwe ve digire :
- Demeke destnîşankirî (borî , nuha , paşeroj).
- Bûyerek (rûdanek , bizavek)
Karê "bûn"jî , di dema borî û paşeroj de , ev her dû merc lê xuya dibin :
-Ez şagirtekî jîr bûm (borî)
-Ez ê şagirtekî jîr bim (paşeroj)
Lê di dema nuha de : (Ez şagirtekî jîr im) ,pêjina dema nuha , bi egera "im"ê ji hevokê tê (nuha ez şagirtekî jîr im) , lê ka rûdana bûyerê ?! Anku , bûyer , bi şêweyekî diyar û eşkere , di van pirtikan de (im ,î ,e ,in) nîne .
2- Dema ku karekî nederhingêv (têneper) di dema borî de bikar tê yek ji van pirtikan (im ,î ,e ,in) digihêje wî karî : - (Ez ket
im ) Vêca ku ev (im) karê . "bûn"ê di dema nuha de be , çawa karekî borî (ket) digel karekî dema nuha (im) , her dû kar bi hev re , karekî di nêzboriya xwerû de saz dikin?! Anku , (ket+im= ketim) .
3-Eger (yî) , di vê mînakê de (tu hevalê min bûyî) karê bûn di dema nuha de be , gerek karê (bûyî) karekî lêkdayî (hevedûdanî) be , ji (bû+yî)[ anku ,( bûn) di dema borî de+ (bûn) di dema nuha de = (bûneke) lêkdayî di dema borî de . ?!!
4-Eger rast ev (im ,î ,e ,in)karê "bûn"di dema nuha de bin , gerek hemû kar di zimanê Kurdî de lêkdayî bin . Anku , binesaziya her karekî (lêkerekî) di zimanê Kurdî de ji (2) karan pêk hatiye , wek :
-Çûn : Ez diçim = (diç + im)
-Hatin : Tu hatî = (hat + î)
-Nivîsîn : Ew dinivîse = (dinivîs + e)
-Ketin : Em ketin = (ket+ in)
Eger em bibêjin ev (im ,î ,e ,in) ,di van mînakan de karê "bûn"in , ji xwe wê karên (diçim , hatî[dinivîse ,ketin)lêkdayî bin û karên xwerû (sade)di zimanê me de wê nebin . Ev jî gotineke nayê gotin , ku bê gotin jî nayê pejirandin
[1]- Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî-Şam (1993)- Rû -(21)
[2]-Kar di Zimanê Kurdî de – Stanbol (2011) – Rû. (198)(Ji weşanên Ensitûtiya Kurdî Li Amed.- 2011).
[3]-(Bo têgihiştineke firehtir li pirtûka "Kar di Zimanê Kurdî de". Ensitûtiya Kurdî- Amed (2011)-Rû.(198) [ vegere]