
ÞENGAL Û KOBANIYÊ DÎROKZÊ NE
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 29 ÃßÊæÈÑ 2014 Mijar: Nûçe
 Merwan Berekat Xewnan… þemaq li ser çavên þevê xistin pertewan silv daye. Nîgaþ…. bûn peyrewên sîmfoniya bilûrên payîbûnê
Elendê sozek da hîn… rengê kenê sibehê ne diyar e. Sing … di sîngê demê de hatine daçikandin hêdî… hêdî reng dikenin yektej e.. ne çartejî ye tevna me. Roj … bûne wek deþteke ji bermayên gênim têr û… li refên çûkên birçî dipên. Li dervî sînoran.. hêvî.. dî berîkên penaberan de zîl didin. Bahozî ne.. fincên Kurdoxiyan weþeka xapînokiya Payîzê li çavên beyabaniyan vedigere. Ey sedsala bîst û yekê..! Ma qey.. te bîre Holako kiriye ? Nîron… dûmana reþ bû stêrk nehatin niþkekuþtin Roma mezin bû talan; ne dîrok e Êþpîliya… aheng li dar xistin. Belê.. penaberên Afasosî vegeriyan çavdêrê neh dilsozan lingê xwe hilda têêêr.. têr di ser gora.. Diqliyanos de mîst. Þopdujehî bûn Daryosî neviyên Waþokanî bêþop kirin… Daryos. Tîrkevanek.. bû navbireke dîrokî Skenderê mezin.. li ser.. çar daran vegerî û Megedoniya lêvên xwe gezkirin hîn û hîn… Aras çîrokan diherikîne. Tîtos… rût kete zikê Senemdaxê Hawar û Cûdî serbilind man darmazî…. hîn ber didin. Heftê û du þevên tarî di ya.. heftê û sisiyan de reng vedidin lê… dengvedana bilûrên Nûraniyan Sîpan.. Zagros.. Qendîl û Berzan gurgîn kirine tolêstîn in. Hîn… memikên Naztiya ziwa nebûne Pir Arîn hene.. pir hîn… ji þîr venebûne. Tariya serdemên reþ di siha… solên torînên Hem û Kerhê de tên vegevizandin. Hîn.. kila kildana Farona têrî çerxan heye dilopên xwînê.. þêraniya çavreþan e bûkanî li qadan e… þanazî ye. Birûkevanan… bi bijoyên genimê Sirûcê çav kil dane tiliya nîþanê dilîlîne govend û serhildan e rûmet silogan e. Vedenga… hîrehîra hedbanê Dewrþê Ebdî sîmfoniya eniyan e gulîsoran jî… fîncan bi ser xwe ve kirin. Zeviyên genimê sorik di reþ hilnetên gewre ne…. gozikên Helenc û Þêranê Kobanê… ne tenê strana Eyþa Îbê pirbozan e. Ax… tê xelatkirin aaax… ax kesk dikene…. ezmên pîroz in... pakrewan. Ji bîr nebûye nexþeya çîxikirinê Hemedaniyan… ji xwînê… þûr ko kirin dîsa.. xençer vedibrûsin. Navikên Keyxisrewiyan li þûna.. simên hespê Zikreþê Alalaxî hatine binaxkirin îro.. darguvîjî zîl didin Reþ e.. gilîzê hovîiyê ye ew paçik Kufika dîrokê li ber.. bayê gavên lehengan li bereba dibe. Ne pêr.. duh bû xwînrêjê Enfalan ji qulemiþkan hat kiþandin lê.. hîn sergoyê dîrokê têr nebûye. Ey sedsala bîst û yekê..! Bipêçe xapînokiya xwe hatine þewitandin werîsên ji kevzê Dilê duh bi îro maye ez… li ber candanê ye em dikene… em. Nûdîrok…. seminaran li dar dixîne Amed… li ser pêyan e serhildan e.. serhildan. Wana tengijî… hirsan pêl dide tabloya geliyê Zîlan li bîr sîpan tîne berxwedan e.. berxwedan. Qada Çarçiran... bixçika pêncî û sê wesêkan dilsoz e… hiþyar e Hewlêr çîk dide hêzvejîn e Sozdar e.. Silêmanî Nûjiyan e. Çêl milyên hêvî.. Kobanê û Þengal in lîlîna.. li ser zimanê Dicle kelecana Sundis in Ne çavlirê li ser rê ne dikeyînin... roj û þevan hevsarê dêwan tê veçengandin Pirs hiltên nema… bersiv likumî dizên ne sêwî ne lêdana… dilê çar guvdeyên yekdil in… Kobaniyê û Þengal. Kujerên jînê.. raman ji sistema mîza deveyan e riswatî bi tirs e ku… ji wan riswatirîn bibe talan…. ne dîrok e duh… nazêvre îro… avis e siberoj dizê hevcêwî ne… Þengal û Kobaniyê hevcêwî ne. Agirê zorê… bi dawa diya xwe ketiye berxwdan çîk dide dijene.. ji nû ve dema Xoriyan ratgo dipeyive. Hêrsa Avdaran pêlvedjîne ma ne… gurgîniya lêmêþtan nijiyan hilpesarte Cûdiyê pêdar. Dengê bêsînor bilûra.. li ser lêvên têrxwîn e Pakrewaniya çavreþan rûmeta mêrxweziyê û asoyekî têêêr keskesor e. Nexþeya þoreþê.. di zîndana demê hilnetê na hilnetê. Þengal û Kobaniyê… Gewre ne… Gewre.
|
|