
«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE ... xelek (9)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 01 ÃßÊæÈÑ 2014 Mijar: Nûçe
Deham
Ebdulfettah
Hevoka Navdarî , Gelo Di Zimanê Kurdî
de Heye ?!
Ji mêj ve ev pirsa giring û balkêş di serê min de digeriya :
Gelo hevoka navdar di zimanê Kurdî de heye yan na ?!
Gelek şarezayên zimanê Kurdî , berî min jî ev pirs ji xwe
kirine û her yekî ji wan bersiva pirsê , li gora têgihiştina xwe daye .
Em dizanin ku hevoka kardarî (lêkerî) ew hevok e ya ku karek
di binesaziya wê de hebe , wek :
- Ez çûm
dibistanê
- Tu fêrî zimanê
petî dibî
- Kulîlkên daran vedibin
Lê eger kar di hevokê de nebe , gerek ew hevok ne kardarî
be , anku gerek hevok navdarî be , wek :
- Em li
gundê xwe ne
- Hûn
jî li bajêr in
- Tu li
kû yî ?
Li vê gorê hebûn û nebûna hevoka navdarî bi danasîna
van kurtebêjeyan ve "im , î , e , in"girêdayî ye , Kesên ew kurtebêje
kirine karê "bûn"di dema nuha de ,hevokên wan jî kirine hevokên
kardarî . Lê kesên ew kirine paşkokên nav û cînavên raweya salt (bê verês) ,
yan jî ew kirine cînav , hevokên wan jî kirine navdarî .
Di pirtûka xwe de ya ku
bi navê "Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî"[1] minjî
li ser şopa Dr . Qenatê Kurdo ew kurtebêje kirine paşkokên nav û cînavan û
hevokên wan kirine navdarî , Digel ku min hebûna hevoka navdarî di wê pirtûkê
de erê kiribû jî , lê dilê min li wê erêkirinê rûnedinişt . Min hest dikir ku
tûtekî kêm di pêvajoya wê pênasîn û erêkirinê de heye . Ji ber wî hestî jî ez
gelekî bi mijarê mijûl bûm û li ser hêmanên binesaziya hevokan rawestiyam .
Li encama wê tevdan û
lêgerînê ez gihiştim baweriyekê ku hevoka navdarî di zimanê Kurdî de nîne û
hemû hevokên zimanê me (weku hemû zimanên Ewropî) kardarî ne .
Mebesta min ji vê
gotarê ew e , ku ev gotar bibe bersiva
vê pirsa rewa : Gelo çawa hevokên van kurtebêjeyan "im ,î ,e ,in" wek
(ez şagirt im) , te ew kirine navdarî , lê di pirtûka xwe ya bi navê "kar…"[2] de te
ew kirine hevokên kardarî ?! Anku , ne
durist e ku em vê hevokê "ez şagirt im"carekê bikin navdarî û careke
dîtir jî wê hevokê bixwe , bikin kardarî …
Dema ku min ev hevok
"ez şagirt im"kiribû hevokeke navdarî , min bawer dikir ku ev
kurtebêje "im"paşkoka cînavê " (ez) e û cînavê "ez"jî
di hevok . de dibe serwer (mubteda) .
Şagirt jî pêvebir e (pêxistî ye) , rewa (ez) ya saloxî berçav dike .
Bi vê dîtinê kar di wê
hevokê de nîne . Em dizanin , çi hevoka ku kar tê de nebe û wateyeke sergihayî
bide ew hevokeke navdarî ye . Lê piştî ku ez careke dîtir li mijarê vegeriyam û
gelekî li ser wê rawestam , baweriyek dî bi min re peyda bû . Baweriya min ew
bû ku karê bûn di dema borî û paşeroj de diyar dibe , wek :
-Ez
Şagirt bûm (borî)
-Ez ê Şagirt bim (paşeroj)
Di raweya fermanî de jî :
-Şagirtekî
baş be (tu)
Lê di dema nuha de
karê "bûn", bi dirêjahiya demê re hatiye avêtin :
- Ez Şagirt (di b) im
( ez şagirt (…) im = Ez Şagirt im)
Dêmek karê
"bûn"di dema nuha de tê avêtin , pêjina dem û rûdana karê
"bûn"a avêtî ji paşkokê tê ,
loma em dibêjin , pêjna dema nuha ji vê hevokê (ez şagirt im) tê , Anku , nuha
ez şagirt im .
Li gora vê baweriyê min
karê "bûn"û paşkokên "im , î ,e ,in", di pirtûka "Kar
di Zimanê Kurdî"de şirove kirine û min ew hevok kiriye kardarî .
Vêca , ji ber giringiya
mijarê û wê tevheviya nêrînên derbarî karê "bûn"û paşkokên nav û
cînavan em ê careke dîtir jî li mijara xwe vegerin û hemû xalên tarî tê de ronî
bikin .
Di ziman . me de dû kar
bi teşeya "bûn"hene :
1-"Bûn)a
ku bi wateya (çêbûn) û ev kar weku hemû karên nederhingêv (t .neper) di her dem
û raweyê de tê veguheztin , Anku , karekî sergihayî ye (temam e) :
- Ez bûm karmend (dema borî)
-Ez dibim karmend (dema nuha )
-Ez
ê bibim karmend (dema paşeroj)
-Bibe / bibin karmend (raweya fermanî)
2-"Bûn"a rêzder
(awarte) . Ev kar bi wateyeke nêzî wateya (heyîn- hebûn) tê û ne di hemû dem û
raweyan de tê veguheztin , Anku ,karekî kêm e :
- Ez karmend bûm (dema borî)
- karmend (…)
im(dema nuha)
- Ez ê karmendbi (dema paşeroj)
- Karmend be /bin (raweya fermanî) Ji van mînakan xuya dibe
ku her dû (bûn)ne yek in , ne ji hêla wateyê û ne ji hêla veguheztinê ve jî .
"Bûn"a ku mijara vê lêkolînê"bûn"a rêzder e (to be- être)[3] . Bûn û Paşkokên (im , î , e , in)
: Berî nuha me gotibû
"bûn"a ku bi wateyeke nêzî wateya (heyîn- hebûn) di dema nuha de
vederî hemû karên asayî tê veguheztin . Anku , ev "bûn"di hemû dem û
raweyan de diyar dibe , wek :-Em
dostên hev bûn (borî)-Em ê
dostên hev bin (paşeroj) -Dostên hev bin (fermanî)-Lê di dema nuha de tîpek
tenê jî , ji binesaziya "bûn"ê diyar nabe , wek :
- Em dostên hev in (nuha)
- Ez karmend im
- Tu karmend î
- Ew karmend e
- Em karmend in Derbarî van kurtebêjeyan
"im ,î , e , in"pirsek raberî me radiweste : Gelo ev kurtebêje çi ne
û zimanzanan ew çawa dane nasîn ?!Zimanzanên Kurd , di
pirtûkên xwe de , ne wekî hev ew dane nasîn :-Reşîdê Kurd , Samî Tan û hinin
dî jî ew kirine cînavên kesane û navên (cînavên dûma , cînavên pêvebestî û
cînavên paşgînkirî"li wan kirine .- Celadet Bedirxan , Kamîran
Bedirxan , Sadiq Behaddînê Amêdî , Nûrî Elî Emîn û gelekên dîtir jî ew kirine
karê "bûn"di dema nuha de .-Qenatê Kurdo , weku paşkokên
nav û cînavan di raweya salt( bê verês) de , ew binav kirine .Ev her sê navlêkirinên
têvel jî , cihên xwe di pirtûkên rêzimanî de girtine û di nav destên
xwendevanan de ne .Ev jî ne durist e ku ev
mijara giring bi van danasînên ciyawaz di zimanê me de bimîne . Berî ku ez nêrîna xwe
derbarî vê kêşeya rêzimanî berçav bikim
, ez ê wan her sê danasînan di ber çavan re derbas bikim û hindekî li ser wan
rawestim , wan gotebêj bikim :
- Cînav :
1-Em
dizanin ku cînav ew bêje ne , yên ku cihê navdêran digirin û li şûna wan bikar
tên .
Wek :
- Azad çû dibistanê
- ( ew çû dibistanê)
- Zînê pirtûk xwend
- ( kê çi xwend ?)
- (wê ew xwend) Li gora vê danasînê ,
gerek ew kurtebêje jî (eger cînav bin) cihê navdêran bigirin û li şûna wan
bikar bên . Gelo , di vê mînakê de (Azad şagirt e) , ev (e)dikare cihê (Azad) bigire
(e şagirt e) , ?! Dibe ku ji pêvajoya
qissekirinê bê zanîn ku (
e ) li (Azad ) vedigere , lê di vê mînakê de (Azad û Zîn şagirt in) ,
(…û… şagirt in) , yekcar nayê zanîn ku ev (in) li kîjanî ji van cînavan (em ,
hûn , ew) vedigere .
- 2-Di vê mînakê de (ez şagirt
im) , ev (im) cihê çi girtiye ?! Berçav e ku (im) bi cînavê kesîn (ez) ve
girêdayî ye , cihê wî girtiye . Lê ku em çavên xwe ji gelek pirsan bigirin û
bibêjin , ev (im) cîgirê Cînavê (ez) e , gelo bi çi behaneyê û bo çi sûdê
(cînav) cihê Cînavekî diyar û eşkere digire ?!
- 3-Di pêvajoya hevokan de
nav dibin kara (kirde) û berkar (bireser) . Dema ku nav tên avêtin cînav cihê
wan digirin û li şûna wan dibin kara û berkar
. Wek :
- Hevalan mêvan dîtin ( hevalan ew dîtin)
- Heval mêvanan dibînin (ew
mêvanan dibînin) Di mînaka (1)ê de
"in"bi navê (mêvan) û cînavê (ew) ve girêdayî ye . Ev nav û cînav jî
, di hevokê de berkar in , Vêca ku ev "in"jî cînav be gerek ew jî
cihê (mêvan , ew) bigire û wekî wan bibe berkar
, Wek:- Hevalan (in) dîtin ?! Di mînaka (2)ê de jî
(heval , ew) kara (kirde) ne û (in) a (dîtin) bi wan ve girêdayî ye , Gerek ev
(in) jî cihê wan bigire û li şûna wan jî bibe kara Wek : - (in) mêvanan dibînin ?! Ev jî nabe û ne durist e
ku bibe !
- 4-Di şêwezarê Kurmancî de
cînavê kurtkirî "ê"tenê cînavekî pêgir (pêvebestî) ye . Ev cînav bi
dû şêweyan ji cînavên kesîn (wî , wê) kurt dibe :
1-Bi
pêrbestan re (bi , ji , li ,di) :
-Bi + wî ,wê = bê =pê
(Min bi wê nivîsî = min pê nivîsî)
-Li + wî = Lê
(Min li wî da = (min lê da)
-… . .
2- Bi
karan re :
-
Min da wî = min dayê
- Ez
ketim wê = ez ketimê
Lê di şêwezarê Soranî de
cînavê (pêvebestî) heye û bi navê (ranawî likaw) tê nasîn . Ji van mînakên
jorîn tê zanîn ku ev kurtebêje (im ,î ,e , in) ne cînav in .
b-Karê "Bûn":
1-Çi
karê heye dû mercên sereke bi xwe ve digire :
- Demeke destnîşankirî (borî ,
nuha , paşeroj).
- Bûyerek (rûdanek , bizavek)
Karê "bûn"jî ,
di dema borî û paşeroj de , ev her dû merc lê xuya dibin :
-Ez
şagirtekî jîr bûm (borî)
-Ez ê
şagirtekî jîr bim (paşeroj)
Lê di dema nuha de : (Ez
şagirtekî jîr im) ,pêjina dema nuha , bi egera "im"ê ji hevokê tê
(nuha ez şagirtekî jîr im) , lê ka rûdana bûyerê ?! Anku , bûyer , bi şêweyekî
diyar û eşkere , di van pirtikan de (im ,î ,e ,in) nîne .
2- Dema ku karekî nederhingêv
(têneper) di dema borî de bikar tê yek ji van pirtikan (im ,î ,e ,in) digihêje wî karî : - (Ez ketim
) Vêca ku ev (im) karê . "bûn"ê di dema nuha de be , çawa karekî borî
(ket) digel karekî dema nuha (im) , her dû kar bi hev re , karekî di nêzboriya
xwerû de saz dikin?! Anku , (ket+im= ketim) .
3-Eger (yî) , di vê mînakê de
(tu hevalê min bûyî) karê bûn di dema nuha de be , gerek karê (bûyî) karekî
lêkdayî (hevedûdanî) be , ji (bû+yî)[ anku ,( bûn) di dema borî de+ (bûn) di
dema nuha de = (bûneke) lêkdayî di dema borî de . ?!!
4-Eger rast ev (im ,î ,e
,in)karê "bûn"di dema nuha de bin , gerek hemû kar di zimanê Kurdî de
lêkdayî bin . Anku , binesaziya her karekî (lêkerekî) di zimanê Kurdî de ji (2)
karan pêk hatiye , wek :
-Çûn : Ez diçim = (diç + im)
-Hatin
: Tu hatî = (hat + î)
-Nivîsîn : Ew dinivîse = (dinivîs + e)
-Ketin :
Em ketin = (ket+ in)
Eger em bibêjin ev (im ,î
,e ,in) ,di van mînakan de karê "bûn"in , ji xwe wê karên (diçim ,
hatî[dinivîse ,ketin)lêkdayî bin û karên xwerû (sade)di zimanê me de wê nebin .
Ev jî gotineke nayê gotin , ku bê gotin jî nayê pejirandin
[1]- Hindek
Aloziyên Zimanê Kurdî-Şam (1993)- Rû -(21)
[2]-Kar
di Zimanê Kurdî de – Stanbol (2011) – Rû. (198)(Ji weşanên Ensitûtiya Kurdî Li
Amed.- 2011).
[3]-(Bo
têgihiştineke firehtir li pirtûka "Kar di Zimanê Kurdî de".
Ensitûtiya Kurdî- Amed (2011)-Rû.(198) [ vegere]
|
|