ÇÎKDANA ÊÞÊN DIl
Dîrok: ÇáÓÈÊ 19 íæáíæ 2014
Mijar: Nûçe





Merwan Berekat

Eger..
Tu biçî hundirê çavê royê
ezê berî te li wir bim
bila..
         em bi hev re biþewtin.


Eger...
Tu bibî hilmek û biçî ezmên
ezê te û xwe
bikim ewrekî têrbaran,
bila....
       em bi hev re bibarin.
Eger..
Tu bibî sîwara hespê koçberiyê
ezê riyên cîhanê
bi nameyên eþqê dorpêç bikim
û deriyê dil..
               li ser piþtê vekim.
Ta ez hebim..
ezê ji bedewiya te helbestan bihûsim
û her tim..
wan di ahenga temenê xwe de bixwînim.
Ezê þevên xwe
ji çîkên eþqa te bikenînim
û di kenê gelawêjê de
bi dêmên te mijûl bibim.
Di riya mala we de
ezê nêrînên coþê biçêrînim
û dilê te...
           bi Ayetên eþqê kedî bikim.
Þevên min..
Zerdeþtî dizên
evîn û çelengiya te Avista wan in
çima tu deriyên perestgehan
li pêþ nimêjên Ahromezdî venakî.. ?
Rojên min Meryemî ne
nazdariya te Sifretekwîna wan in
kîngê...
zengilê lêbidin
û tiliyên destê rastê
wê li ser lêdanên dil hev ramûsin ?
Bêje min kîngê...?
Eger..
niviþta evîdariya te
ji buxçika demên  min were derxistin
ezê bibim...
bûyera dînîtiyê
û her tim...
           navê te bilêv bikim.
Xewnên min
tenê...
        bi awazên dengê te payî dibin
Çi demê...
ewê dîlana hiþyariyê bigerînin ?
Kovan, derd
û birînên dil
tenê..
bi tîna silava te derman dibin
ta kîngê....
ewê bimîne hêlûna êþan.. ?
                           Bêje min.. ta kîngê...??
Eger tîna destê te
xewna destê min payî bike
hîngê.
ez hestiyar bibim
ku ji Neboxizê Babilê bextewartir im.
Berî radestî xewê bibim
ayetên bedewiya te dixwînim
û diyariya te
wek pirtûkeke pîroz
dixim bin balgiyê þevê
ji bo carekê…
            daxwez bizên.
Carekê were..
þivanmijûlkên bîrveçûne veciniqîne
di riya mala min de
hewzik di xeweke seqemî de ne
wan bi gavan germ bike
bila carekê dilþad bibin.
Li pêþ mal min
nêrgiz û lalezer bêzar in
carekê were..
           wan bi awirên xwe bikenîne.
Were..  
bila kulîkên reyhanan
ji baweþîna porê te
                     xweþbînê birevînin.
Soz bi Taw û Tîþopê Mîtanî
eger..
 tu serdana xewên dil bikî 
ezê...
hezar û yek çîrokên xemrevîna Þehreyar
bikim xilxal
           bi benikê solên te xînim.
Ezê...
hêrsên eþqa Cizîrî
bikim berbisk
û bi wê..
sêvên xelatî
              ji porê têrmisk rizgar bikim.
Ezê..
ji qurnefîlên  çiyayê Reþko
ji sosinên Mêrgesorê
û ji..
wehwehokên herêma Þêrewan
guldanekê amade bikim
û maseya þeva bextewar
bi wê bixemilînim.
Meqesokên rojêm xemgîn
azad bifirîne
bila...
         xeydokiya deman binikilînin.
Carekê were
Bila...
axa riya mla min
bi tîna gavan serxweþ bibe
bila...
li þûna wan
zeviyên nermikê zîl bidin
û þegroka bîstrojî
          þîlava xwe di rehên wan de biguviþe. 
Bejna bûkanî
bike dîlana fincikan
bila..
bi awaza beniyên yaqût û mircanan
mereqên min payî bibin
û li pêþ gavên te
semaya keçikên Çerkezan bikin.
Eger..
tu ji nazdariya bejna bûkanî
tîbûna çavên xemgîn
                           têr nêrîn bikî
ezê..
 bilbilên çavlixew
 ji hembêza gulan hiþyar bikim
û hemû çûkezerên Nîsanê
li teniþt rê bicivînim
bila ji te re
               semaya awê qertelkî bikin.
Eger..
tu daxwezên dil ko bikî
û zengilê mala min
bi tiliyên findî bi ziman bikî
ezê..
henhenoka Birca Qirê
bi rondikên þabûnekê nerm bikim
û..
di ber strana Lêlê Yarê re
tiliya te ya qilîçê hene bikim.
Dilrevînê... !
Rojên min..
          bûne çerxên jibîrkirî
Þevên min..
         bûne pûtên raketî
Demên min..
          bûne tareke ji êgir
siwarê hatinê rizgar bike
bila..
   rengên dûrketinê biþewitîne. 
Li pêþ mala min
bedena dara sicê
bi fêrmiskên hechecokan tê þuþtin
carekê were..
                   xeyda wê ziwa bike.
Di deryayên çaverêbûnê de
qeyîqên  nîgaþan gêj digerin
were..
bila lîliyên xilxalan
þîngîna bazinan
û vebrûsandina berbiskên zîvî
siwarê çaverêbûnê
ji ser piþta hespê melûliyê peya bikin.
Dem tal pêl dide
tenê..
silavekê rê ke
bila...
      xunav þêrîn biherike.
Xewnên min
di bedewiya te de
li xwe digerin
were...
bila robarên evînê
li ser lêvên me bimiçiqin
êdî bes e..
           bila piyal nedegirîn.
Dilrevînê…!
Her ku..
bejna te
dibe siwara hespê nêrînên min
hest dibin gurûziyên eþqê              
dil dibe tajana dînokiya evînê        
di reþikên çavên min de,
dem dibe delxeke pêlvejînî
û ez dibim…
wek meyvexwerê meya tiriyê xorizî
û têra xwe
           di qeþengiya te de vediweþwiþim.   
Dema porê têrhezar
li ser miltanê þîrkerengî
semaya qurnefîlên çiyayê Þaho  dike
li gor sîmfoniya wê
                            dilê min lêdide.
Eger..
di ekrana çavên min de
fincikên bejna rakêþî
dibin..
dîlana lalezerên rebezên Miksê
rewanê min
bi ayetên evîndariyê serxweþ dibe.
Eger..
zoyê henarên kunclî
biþkuvkên zîndankirî  vediciniqînin
di nexþeya baxê sîngê kecîn de
nêrîn dibin…
           þoreþa dînokiya dil.
Her ku…
solavên porê neyloferî
nêrînan kedî dikin
           dil bi baskên þabûnekê difire.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3750