Bangeke kurt bo rewenbrn Kurd li teviya chan
Drok: 03 2014
Mijar: Ne



Can Kurd

Îro roja rûmetê ye. Îro roja yekbûna neteweya me ya bi sedan sal hatiye binzor kirin. Îro gelê me li ser pêyan rawestiye û bi dengekî bilind li ser serhed û sînorên jêriya Kurdistanê axazên xwe tîne zimên û xudan li mafê xwe yê di azadî, atî, yekbûna xaka xwe ya neteweyî û serxwebûnê de derdikeve.    
Di dîrokê de ti caran gelê Kurd wilo hiyar nebû ye, eve jî li ser milên pêmêrên ehîd, rêberên pêkeftî, têkoer û pêmergeyan, siyasetmend û mamhostayên mezin, di çerxeke cîhanî ya nûjen de, pêk hatiye,


lê naye ji bîrkirin, ku di vê hiyariyê de rewenbîrên Kurd sireke mezin lîstine, ji dema hostayê pêeng Ehmedê Xanî ve û ta ciwantirîn hozanvanê roja me, rojnamevanê dema me û mamostaynê dibistanên, ku ziman û çand û dîroka Kurdî didin fêrkirin, da ev netewe neyê piaftin û windakirin. Rewenbîr ne kêmtir û ne hindiktir xebitîne, ji ervanên bi çek, ji girtiyên zîndanan, ji hunermendên berhemdar, ji xebatkarên partî û desteyên civakî, da ramana azadî û serxwebûnê di nêv gelê me de her wekî alava agirekî bilind ê Newrozê neyê vemirtin.
 Di vê navê de, ku serokê baûrê Kurdistanê, niha gihît parlamena herêmê, da  axaza pejirandina destpêkirina ravekirinê jê bike, ka gelê Kurd serxwebûna xwe divê an ne, sira rewenbîrên me, leheng û têkoerên pênûs û ziman, pir giring e, pitvaniya wan ji vê gavê re  pêwîste.
Lew re, ez bang li hemiyan dikim, li Kurdistanê û li teviya cîhanê, ku cîhê xwe yê taybet û pêeng di sengerê vê gava mezin a siyaseta serok Barzanî de bigirin, wekî pêmergeyan û bi milyonan Kurd, ên ku ji bo bidestxistina serxwebûnê amadene canên xwe bikin gorî.
Ji rewenbîrên Kurd tê xwestin, ku dengê xwe bilindtir bikin, pitgîriya va gava pîroz di rêya têkoîna gelê xwe de bînin zimên, yek û yek û bi komelî, li gel hev û di nêv deste û komikên xwe de bikin, da peyva rewenbîran wekî nameyekê ji gelê Kurd re, ji neyarên gelê Kurd re û ji cîhanê re belav bibe û dilên pêmergeyan, ji wan jî pêmergeyê mezin, Kak Masûd Barzanî, getir û xortir bike
       
Silavek ji dil
Cankurd






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3730