Chan ahiyan li dar dixne li Sriy Zarok tn Kutin..!!
Drok: 04 2014
Mijar: Ne



Merwan Berekat

Dema mirov dibêje zarok, di cî de pêeroj û berdewamiya jiyana  mirovahiyê li ser riwê guzemîn li bîra mera tê. Dema mirov dibêje zaroktî, di cî de hestên nazik, dilovanî û  rengên tabloya jiyaneke taybet li pê çavên mirov tê dîtin.  Zarok, ne tenê nifên pêerojê ne, lê belê ew nasnameya siperoja miletan e. ji ber wê jî, pir pêwîst û girîng e, ku guhdan û bendewarî bi êwe û rêbazên zanistî bi zarokan were kirin. Yek ji mercên avakirina civakeke li pê, lihevhatî û ji nexweiyên civakî parastî ew e, ku nifên nûhatî ba werin perwerde û avakirin.


Bêguman pêketin û geedaniya civakê di hemû waran de ne karekî ne hêsan e, lê dema ku miletek bixwezibe bingeh û asteke bilind ji wê geedan û pêvebirinê re dîne , divê berî her titekî bi êwakî zanisî nifê nû perwerde bike û wî radestî jiyaneke tewenkî neke. Ji ber ku taybetmendiya derûniya zarokan pir hestiyar û nazik e, lema jî girîngiyeke zorpêwîst heye, ku sazî, dibistan û kargêriyên di warê pewerdeya zarokan de dixebitin hajî vê yekê hebin.
Wekî nas e, ji aliyê sazî û komeleyên mafên mirovan ve  05. 05 ji her salekê Roja Zarokên Cîhanê hatiye binavkirin. Di vê rojê de û li seranserî cîhanê semîner, ahî û çalakiyên curbecur tên lidarxistin, û hertim di wan de tê teqezkirin, ku mafên zarokan werin parastin. Dive di ser mafan wan re netê gavkirin, û yê gav bike, divê ew were sezakirin.
Ma gelo sazî û komeleyên, ku bi mafên zarokan bendewar In, ew wek tê xwestin bi erkên xwe radibin..? Eger ew radibin, ma gelo xwedîderketina wan di yek pîvanê de ye..?
Eger li welatên Ewropî zarokek digrî ew sazî û komeleyan bi hemû kanebûnên xwe li wî xwedî derdikevin, û bi lez çareseriyekê ji pirsgirêka wî re dibînin. Eger di er û pevçûneke biçûk de mafê hin zarokan tê xwerin, ew radibin û nema rûdinin, ta mafê wan vedigerînin, û kesên ku di dermafê wan zarokan de a kirine, tewanbar dikin, û ji dubarekirina wan kiryaran re sînorên tund datînin.
Di hin welatên cihanê de û nemaze li Rojhilata Navîn û Efrîqayê destlat bi hovane mafên zarokan binpê dikin, û bi hezaran zarok tên kutin, lê ew sazî û komeleyan hema hema deng ji xwe tînin, û li dawiyê davêjin pit xwe. Dema ku em van nimûneyan didin ber hev, ew ne ji xeyalan e. 
Ev bû sê sal in, ku gelên Sûrî di orea Azadî û Rûmetê de ne. di destpêka vê oreê de rêjîma El Be’s destê xwe dirêjî êskence, bincavkirin û kutina zarokên Sûrî kir, û hîn jî qirêjtirîn kiryarên nemirovane li serê hemû gelên Sûrî û li ser serê wan ên zarokên wan dike. Ma gelo kesek maye ew nizane, ku bi deh hezaran zarokên Sûrî bi top, bumbe û bermîlên teqîner ên ku rojane rêjîm di ser gund, bajarok û bajarên Sûriyê de dibarîne  hatine kutin? Di vir de em pirs dikin: Kanînin helwestên sazî û komeleyên mafên mirovan..?
Rast e, ku hemû gelên Sûrî û di hemû waran de kiryarên hovane ji aliyê rêjîmê ve li serê wan tên kirin, ji aliyekî din de hilweandina avahiyan li seranserî welêt, valakirina Bajar, bajarok û gundan, û her weha ya dibistanan jî. Lê zirara mezin a zarokan e. Bi sed hezaran sêwî mane, bi deh hezaran hatinê kutin, bi milyonan hatine penaberkirin û bi sedan jî di zindanan de rewa wan nediyar e. Dîsa em pirs dikin: Çi demê sazî û komeleyên, ku bi mafên zarokan bendewar in, wê ji xewê hiyar bibin û wek tê xwestin li hember van kiryarên rêjîma Sûrî ya xweînmij û hovane helwestên xwe bi zelalî bidin xuyankirin..?
Berî du heftiyan çeteyên El Dahi yên terolîst û tundrewe li gundewarên Kurdan li herêma Babê komkujiyeke hovane kirin û di wê de bi dehan welatiyên Kurd, û di nav wan de komek zarokên Kurd jî hebûn. Di pit re, zêdetirî 250 zarokên Kurd, ên ku ji ezmûna amadeyî, ji bajarê Helebê vedigerîn, li ser destên wan cete û terolistan hatin girtin. Lê mixabin û sed mixabin sazî û komeleyên mafên zarokan û li seranserî cîhanê bêdeg man…!!!!
Bêguman ci Kurd, çi Ereb û ji kîjan miletî û li kîjan welatî debe  zarok.. zarok e. Çermzer dibe, çermsor dibe, çermre dibe, zarok.. zarok e, ew xwedî maf e û dvê were parastin.
Gavkirin di ser mafên zarokan re çê nabe, yê ku gav bike divê pêbirî lê were kirin, û serberdayî nemîne.
Em ji hemû sazî û komeleyên mafê mirivan û yên mafê zarokan pirs dikin: Çima bêdengiya we mafên zarokên Sûrî winda dike..?
Em ji hêzên navdewletî pirs dikin: Çima berjewendiyên we yên siyasî zarokên Sûrî pirtirîn dikojin..??
Em ji welatên, ku kampên penaberên Sûrî li wan hene pirs dikin: Çima hûn mafê zarokên Sûrî dixwin..??
Em ji rikberiya Sûrî pirs dikin: Çima nelihevkirina we temenê êên zarokên Sûrî dirêj dike, û hêviyên wa zûka bi cî nînin…??






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3703