Çalakiya Pêncşema Ziman radiweste
Dîrok: ÇáÎãíÓ 22 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



  Qado şêrîn

Piştî şeş mehan çalakiya Pêncşema Ziman a ji bo xwendin û nivîsandina bi kurdî di facebookê de radiweste, sedem nivîskar, rewşenbîr û siyasetvanên kurd in ên ku xwedî li çalakiyê derneketin û di roja çalakiyê de xwedî li zimanê kurdî jî derneketin(navên wan tomarkirî ne…), û wek ku kîna wan bi zimanê kurdî re hebe, di wê rojê de bêtir ji rojên din toz bi zimanên din radikirin.


Me berî şeş mehan dest bi çalakiya Pêncşema Ziman(P.Z) kiribû, daku rojekê di heftê de facebook bi kurdî, tenê bi kurdî biaxive, û her kes post û şiroveyên xwe di roja çalakiyê de bi kurdî binivîsin, lê mixabin me nikarîbû em wan mecbûr bikin, li gel ku me ew agahdar jî dikirin. Piştî şeş mehan em gihan wê baweriyê ku  hewl jî nedan daku xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî bikin. Xwedê me ji 2rûtî, zimandirêjî û helwestfirotina yên wiha biparêze.
Lê dîsa jî me dikarîbû bala nifşek mezin bikşînin ser ziman û bihêlin bi kurdî bixwînin û binivîsin. Jimarek baş ji ên ku tenê bi erebî dinivisandin, di roja çalakiyê de bi kurdî xwe derdibirîn û dinivisandin. Hinan ji bo P.Z xwe fêrî kurdî kirin û bi kurdî nivisandin, û hinan jî ji bo bi kurdî binivîsin tenê tîpên kurdî bi kar dianîn, jixwe xweşî û şahiya dilê me ew bû. 
Di wexta Globalîzmê de gelek ziman lawaz an jî winda dibin, ji ber wê gelek welat agahdar bûne ku bi leztirîn wext re û bi xurtî xwedî li zimanê xwe dernekevin û ji windakirinê biparêzin. Ji wan welatan Elmaniya wek nimûne.
Siyasetvanên kurd ên ku bi dehên salan e qaşo ji bo mafên kurdan xebatê dikin, ne di roja çalakiyê de û ne jî di rojên din de bi kurdî nanivîsin. 2rûtiya wan zikê xelkê diêşîne.
Hin nivîskar û helbestvanan gilî û gazin dikirin û digotin: çima tenê rojek ji bo ziman, gerek her roj bi kurdî bê nivîsandin, lê weleh û bileh û tileh wan bi kurdî nedinivisandin û heft rojan toz bi erebî radikirin(navên wan li ba me tomarkirî ne).
Li destpêka çalakiyê, gelekan bi germî alîkarî û pişta çalakiyê girtin, kêfxweşiya xwe diyar kirin, lê piştî 2-3 hefteyan sar bûn û çalakî piştguh kirin.
Du sê partiyan jî daxwiyanî derxistin û helwesta xwe boyî piştgiriya çalakiyê anîn ziman, lê dîsa piştî 2-3 hefteyan nema xwedî li daxwiyanî û helwesta xwe derketin, û ajotin ser zimanên biyanî. Ji pêvî helwestfirotinê navekî din lê nabe.
Hin 25-30 salên wan li Europa dijîn, û hîn jî zimanê sistema facebook, tv û telefonên wan bi erebî ne, û zimanê wan ji teriya çêlekan dirêjtire.
Gelek nivîskar. Rojnamevan û siyasetmedarên kurd dostaniya rûpela P.Z nepejirandin, daku nekevin bin ferman û şermezariya P.Z û bi kurdî nenivîsin(navên wan li ba me tomarkirî ne).
Hinan ji bo kesayetiya me bi kurdî nedinivîsandin, wek ku ziman samanê dê û bavê me be. Digotin ne hûn in ên bi vê çalakiyê rabin, me jî ji wan re digot: Nexwar ne da hevala, genî kir avêt newala. Ne dikin û ne jî dihêlin mirov bike. Di dûv re hate nas kirin ku ya wan kîn û zikreşî bû.
Yên herî bêtir di roja çalakiyê de bi kurdî nedinivîsandin, nivîskar û rewşenbîrên kurd bûn(navên wan tomarkirî ne).
Hin xwedî pirtûkên kurdî ne û hin jî bi dehên salan siyasetê dikin, lê postekê bi kurdî nanivîsin. Texmîn dikirin ku ramanên xwe ne bi erebî be nikarin ragihînin, û ku wan raman û postan belav nekin Kurdistan rizgar nabe.
Me bi riya çalakiyê nas kir ku kurd li destpêka her çalakî û pirojeyan germ in, lê hêdî hêdî sar dibin û piştguh dikin bê ku bighên encam û armancên baş.
Her wiha em gihan wê baweriyê ku kurd ji hev hez nakin û pirojeyên baş jî ji hev qebûl nakin, wek kêmasiyan di xwe de dibînin. Eger yekî Polonî, Qerxîzî, Cihû û Kolombî bi çalakiyê rabûba wê bêtir piştgiriya wê bihata kirin, mixabin me wiha fam kir.
Ji çalakiya me hate zanîn ku kurdên zikêş bi sedên salan e ziman parastine, ne zana û rewşenbîrên kurd.
Ew ên kîna wan bi P.Z re hebû û di roja çalakiyê de bêtir toz bi erebî radikirin, dê bê bask bifirin, wexta evê daxwiyaniyê bibînin û bixwînin, dê bibe çîvçîva çûkên dilê wan ji kêfan re.
Encam, me ji çalakiyê nas kir ku kurd 2rûtiyê bi xwe re dikin, dikarin xwe fêrî xwendin û nivisandina bi kurdî bikin lê nakin, lê ji ber ku nikarin Kurdistana mezin bistînin bi dû ketine.
Me di rojên çalakiyê de, alfabe, rêziman, gotarên di derbarê ziman de, metelok, gotinên zimanzanan di derbarê ziman de, lîstikên kurdî, çîrok û çîvanok(hin caran bi deng), ferheng û logo û wêneyên çalakiyê belav dikirin, û her kes agahdar dikir ku ziman giyanê miletan e, bê ziman milet bê giyan in. Her wiha zimanê me, hebûna me ye, êdî xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin
Li dawî, her kes dizane kî bi berdewamî xwedî li çalakiyê derdiket û di encamê de xwedî li ziman derdiket, ji nav wan nivîskar û zikêşên ziman bûn. Li rûpela P.Z vegerin hûnê wan zikêşên pîroz nas bikin.
Spasiyên germ boyî hunermend Zoro S. Yûsiv ê ku teybet ji bo P.Z stranek li ser ziman afirand, spas boyî alîkariya derhêner û kamîreman Ekrem Sîtî yê ku du filim li ser P.Z çêkirin, gelek spas boyî Sîpan Xelîl ê ku heftane hevpeyvînek di radyoya Rojava FM de bi çalakvanên P.Z re dikir, spas boyê Zagros tv, spas boyî Inayat Dîko yê ku logo û gelek wêneyên din çêkirin(jixwe xwediyê çalakiyê bû), spas boyî her kesê du tîp bi kurdî nivîsandin. Û spas boyî hin nivîskar û helbestvanên ku ji me bêtir xwedî li çalakî û ziman derdiketin, belkû ew erkê wan bû, lê dîsa spas, li rûpela P.Z vegerin û wan pîroz bikin.
Ji gotinên P.Z: -Parastina ziman, parastina giyanê kurdî ye.-Mirov çiqas zimanan zanibe ewqasî baş e, lê nayê wê wateyê ku mirov zimanê xwe piştguh bike. -Eger ziman ne giyanê miletan bana, wê dijminan qedexe nekirina. -Tu çiqasî qedexekirinê ji ser zimanê xwe radikî? -Çilo dayika xelkê nabe dayika mirov, zimanê xelkê jî nabe zimanê mirov, êdî xwe bi zimanê xelkê mezin û rep neke. -Ziman mercê bingehîne, belkû stûna yekemîn e di parastin û yekîtiya kurdan de, êdî wê stûnê nerûxînin û bi kurdî bixwînin û binivîsin. -Heçê bi zimanê dayika xwe nizanibe lal e...
Têbîniya dawî, ezê rawestim û nema wek berê çalakiyê birêve bibim, lê ku hin bixwazin çalakiyê birêve bibin, ezê kêfxweş û şad bim û her wiha ezê rûpela P.Z radestî wan bikim û bi wan re alîkar bim.
Rûpela P.Z: https://www.facebook.com/pencsema.ziman
Qado şêrîn
22/05/2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3685