Ji romana min a bi nav (Beriya Mrdn; Doda Qamilo)
Drok: 10 2014
Mijar: Ne



Konê Re

 Erê, pitî ku xeta tirênê (Berlîn - Bexdayê) hat danîn, me ji hev re got; Serxetî û Binxetî, belê pêwendiyên me wek berê bi hev re man. Wek heyamê berê Menderî ji Serxetê dihatin ava bîra Doda a jorî, pezê xwe tanîn nav firêzeyên Doda, Sada û Çewdara.. Bihara pêrekên wan dihatin kerengan ta ku digihan tixûbê gundê Rengo. Dodayî jî wek heyamê berê keriyên pezê xwe di birin Serxetê; newala Stilîlê, hêrik û qelaçên derdora Menderê, Zorava û Sirêçkê ji bo çêrê..


Çûn û hatina herdu rexên xeta hesin wek berê bû, nîv normal bû. Lê bi demê re, bi dagîrkirina Fransizan ji Sûriyê re, ew xeta hesinî di navbera dewleta Fransî di Sûriyê de û dewleta Tirkiyê de bû sînor û hin bi hin xelkên herdu rexên xetê dûrî hev ketin. Nexasim pitî ku sînor bi du xetên têlên bi dirî li seranserî xeta hesin hatin danîn û qereqolên lekerî ji rex herdu dewletan ve li seranserî sînor hatin ava kirin. Ji wê hingê ve çûn û hatin bû qedexe. Bû bi dizî, bû bi qaçaxî ta ku di sala 1958 an de li gor peymana di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, sînor bi mayîn, bumbe û têlên bi dirî yên nû hat dorpêçan kirin.
   Dema ku mayîn di sînor de diçandin ez zarok bûm, min jî bi mezinan re ji ser girê Doda li wan temae dikir, mezinên gund ji hev re digot; bumbe û mayînên wan wek misîna ne.. Hina digot; wek tasa ne û hina digotin mayînên bi benik in, wek davika ne.. Lê pitî danîna mayînan, ew çûn û hatin hat birrîn; hevdîtin, çûn û hatin bû qedexe û bi qaçaxî.. Berê jî qedexe bû lê ne wiha asê, dijwar û bi xwîn bû.. Vêca qaçaxiyê bi rengekî din destpê kir.. Bihayê derbasbûna mirovekî bo serxetê û vajî wê bihatir bû..







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3667