Deham Ebdilfetah: Niha ne dema standardkirina zimanê kurdî ye!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 05 ãÇÑÓ 2006
Mijar: Hevpeyvîn



Maşallah Dekak - DIHA
Amude.com
-Di demên dawî de, li ser zimanê yekgirtî yê kurdî gelek nîqaş tên kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Deham Ebdilfetah: Ez dikarim bibêjim ku hemû nîqaşên li ser zimanê yekgirtî yê kurdî pir giring in. Nîqaş destpêka çareseriya vê pirsgirêkê ye. Ji ber vê yekê ez nirxeke mezin didim van nîqaşan. Divê ev nîqaş bi riya çapemenî, amûrên siyasî, polîtîk û akademîk bêne xurtkirin û zêdekirin. Yanî divê hemû şexsiyet û saziyên kurdan ji bo ku ev nîqaş bigihêjin armancekê û ziman bi pêş bikeve, bikevin nava hewildanan. Ji bo vê yekê jî divê pêşî giringiya zimên bê zanîn. Ez bawer dikim ku hê giringiya zimên baş nehatiye fêmkirin.


-Di dema axaftinê de herkes dibêje "zimanê me nasnameya me ye". Lê heta niha li gorî vê giringiyê xebat nehatine kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

--Di hemû cîhanê de, zimanê gelan nasnameya wan e. Hebûna gelan a neteweyî, bi hebûna zimanê wan e. Ziman bi xwe jî ne tenê alaveke derbirînê ango danûstandinê ye. Ziman wekî gencîneyekê ye. Hemû çalakiyên mirovahî yên gel bi riya zimên re têne berhevkirin û bi zimên jî têne parastin. Kelepûra gelan nemaze ya me kurdan, nivîsa me nehatiye tomarkirin. Berê nivîsîna me tune bû. Lê bi riya zimên ji bav û bapîrên me ev kelepûr gihiştiye me. Weke dîrok, stran, dengbêjî û destan, ew bi riya dengbêjan re gihiştin me. Bi vê yekê ziman dibe mîna mêjiyê kevin. Eger em bi vê giringiyê li ziman binihêrin, divê bi qasî vê giringiyê jî em li zimanê xwe xwedî derkevin.

-Desthilatdar ji bo ku neteweyekê ji holê rakin, pêşî dest bi qedexekirina ziman dikin. Gelo me giringiya ziman bi qasî desthilatdaran fêm nekiriye?

--Desthilatdarên me, zordarên me, dema dixwest me bihilînin, me di kotika regezperestiya xwe û neteweya xwe de bihilînin, dest bi qedexekirina ziman dikir. Ew têdigihiştin bê ka ziman çi ye. Wan digot dema ku hêdî hêdî zimanê wan ji holê bê rakirin, dê mêjiyê wan ê tevahî, yê komalî jî pûç bibe. Dema ku ew pûç bû, zordar îcar zimanê xwe di şûna zimanê mirovê ku hilandin de, bi cih dikin. Vê yekê jî bi riya qedexekirin, televizyon, radyo, dibistan, bazar û danûstandinê pêk tînin. Dema ku ziman di mêjiyê mirov de bi cih dibe, ew mêjiyê mirov jî tê guhertin. Ew mêjî bi riya zimên re danûstandina xwe dike. Kesên ku ji ziman dûr dikeve, ji rastiya xwe û koka xwe jî dûr dikeve.

-Hin kes dibêjin "ji bo me ziman ne giring e, ya giring têgihiştin e". Hûn vê nêrînê çawa dinirxînin?

--
Helbet mirov dikare bê ku bi kurdî biaxive, bê ku zarokên mirov jî bi kurdî biaxive, bijî. Ez dikarim bi zimanekî din ê biyanî jiyana xwe berdewam bikim. Lê mirov dikare wekî kes bijî, ne wekî gel; ne wekî kurd. Çimkî hêmanên neteweyî, yanî esasî, neteweya min zimanê min bû. Dema ku ziman biçe, ew taybetî jî ji holê radibe. Eger em bi vê giringiyê li zimanê xwe binêrin, divê em hemû hêz û hunera xwe têxin xizmeta zimanê xwe. Niha li gorî rewşa me ya siyasî û civakî çawa em perçe bûne, zimanê me jî hatiye perçekirin. Ji ber ku sînorên erdnîgarî ketine navbera kurdan, zaravayên me ji hev tênagihên. Ew sînor ne tenê bûn sînorên erdnîgarî, bûn sînorên civakî jî. Bûn sînorên rewşenbîrî jî. Êdî nema me zanîbû kurdên me yên li perçeyên din ka çi karî dikin, çawa dijîn û ber bi ku ve diçin. Nemaze berî ragihandinê hayê me ji hev tune bû. Bi vê yekê hêdî hêdî em ji hev dûr ketin. Bi dûrketina ji hev, zaravayên me jî ji hev dûr ketin. Niha qonaxeke nû hatiye. Gelek guherîn di cîhanê de çêbûn. Mirovê kurd jî ji hêla neteweyî ve li xwe hay û hişyar bûye. Têgihiştiye ku ji bo em nêzî hev bibin, divê em nêzî zimanê xwe bibin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi zimanekî yekgirtî heye. Lê ji bo vê yekê hê zû ye.

-Li Amedê ji bo zimanekî yekgirtî û standartbûnê konferansek hate lidarxistin...

--Helbet dema ku mirov dibêje zimanekî yekbûyî, ev tê wateya gihandina hev a zaravayan. Li gorî bîr û baweriya hin kesan standartkirina ziman tiştekî pir hêsan e. Dibêjin qey em ê bibêjin me biryar girt ku zimanekî yekgirtî bibe û dê hema bibe. Ev dilxwestinek e. Em nabêjin ne mumkin e. Hingî em birçiyê zimanekî yekgirtî ne, me ev dirûşm di ber çavên xwe re derbas kir. Lê ev bi rastî armancek e. Ev armancek pir mezin û giranbûha ye. Em hemû dixwazin ku ev yek pêk bê. Lê divê em pirsa bê ka dê çawa pêk bê, ji xwe bipirsin. Gelo mumkin e di vê qonaxa ku em tê de dijîn de, ev tişt pêk bê. Ez bixwe standartkirina ziman nêzik nabînim. Heta dibe ku di nava pêncî salan de jî ev yek pêk neyê. Divê di şûna dirûşma "Konferansa Standardkirina Zimanê Kurdî" de, ev konferans di bin dirûşma "Ber Bi Zimanekî Standard Ve" pêk hatiba. Em ê gavan ber bi standardkirinê de bavêjin. Em nikarin niha ziman standard bikin. Ne mumkin e û ne jî realîst e. Ji bo ku mirov zaravayê soranî û kurmancî bike wekî zimanekî yekgirtî, divê gramera zimanan yek be. Lê em dibînin ku gelek qaîde dûrî hev in, li dijî hev in. Ne mumkin e ku em zimanek ku zaravayek zaravayeke din tune bike, çêbikin. Ne mumkin e ku tu bibêjî bila zaravayê dimilkî tune be. Hûn nikarin bibêjin "erê hûn kurd in, lê hûn ne zaza ne". Li gorî nêrîna min, divê berî her tiştî em xwe amade bikin.

-Ji bo vê yekê divê rêbazeke çawa bê bikaranîn? Hûn çi pêşniyar dikin?

--Li hemû herêmên Kurdistanê divê herkes karê xwe bike, komîteyeke mezin çêbibe û van hemû hevokan di ferhengekê de kom bike. Ji bo vê yekê jî sal divên. Berî yekbûna zimên, divê em li ser alfabeyê biaxivin. Hê kurdên li aliyekî sînor ji kurdên aliyê sînorê din fêm nakin. Çimkî alfabeya wan ne yek e. Divê alfabe bibe yek. Ger ku yekbûna alfabeyê di şertên îroyîn de ne mumkin be, em dikarin herdu alfabeyan bi hev re bi kar bînin. Ji bo vê yekê ragihandin pir giring e. Kurmancî û soranî bi hev re weşan dike. Ev yek rê li ber fêmkirina hev vedike. Heke her carê em fêrî du gotinên zaravayek din bibin, helbet ev nabe zimanekî yekgirtî. Lê ev yek dê têgihiştina zimanan bi hev re bîne. Divê di vî warî de lezkirin tune be. Em nebînin jî, dê zarokên me bibînin. Lê berî her tiştî, pêwîst e em gavên xwe di cih de û saxlem bavêjin. Divê em tiştên biçûk ji bo yên mezin qurban bikin. Lê divê em tune nekin.

-Hûn dikarin vê yekê hinekî vekin? Divê çi ji bo çi bê qurbankirin?

--Kî bi devoka xwe diaxive, bila biaxive. Lê dema ku me ji hev re li ser internetê e-mailek şand, divê di zimanê nivîskî de em ji hev fêm bikin. Hemû zaravayên kurdî ji bo me dewlemendiyek e. Ez bawer dikim ku 5 zaravayên bi kurdî hene. Soranî, zazakî, hewramî, goranî û kurmancî zaravayên me ne. Di bin van zaravayan de jî gelek devok hene. Di erebî de jî zaravayên cuda hebûn. Lê dema ku pêxember hat û Quran hat, hemû kesî baweriya xwe bi Quran û islamê anî. Her kes çû ser zimanê Quranê. Zimanê Quranê jî zimanê qureyşiyan e.

-Gelek kes di zimanê nivîsê de termên siyasî, aborî û civakî cuda bi kar tînin. Ev yek dibe sedema nefêmkirina hev. Gelo ev alozî dê çawa ji holê rabe?

--Berî her tiştî divê navlêkirina tiştan ji hêla gramer û termên siyasî, civakî û aborî ve nêzî hev bibin. Divê navlêkirina têgehan eynî be. Wekî mînak Celadet Elî Bedirxan ji fîîlan re dibêje lêker, Reşîdê Kurd dibêje pîşk, Cegerxwîn dibêje kirin, Qanatê Kurdo dibêje feel, soran dibêjin kirdar, hinek ji wan dibêjin ferman, hinek kes dibêjin kirdar. Gelo ev yek durist e, gelo divê heft navên nivîsandî yên fermî ji bo tiştan hebin? Ev yek tu caran li cîhanê tune ye. Yekbûna navlêkirina terman divê di wêje, siyaset, dîrok, aborî û hwd. mîna hev bin. Divê ferhengeke mezin a kurdî ya giştî ku hemû zaravayan dixe nava xwe, bê çapkirin. Ji bo vê yekê jî dezgehek berfireh a komelî pêwîst e. Divê em saziyeke akademîk a ziman ava bikin.

-------------
Deham Ebdilfetah kî ye?

Deham Ebdilfetah di sala 1942ê de li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê ji dayik bû. Ebdilfetah xwendina xwe ya seretayî û navendî di dibistan û xwendegehên herêma Amûdê de qedandiye û dûra jî çûye zanîngeha Helebê û li wir beşê zimanê erebî xwend. Piştre wî demekê mamostetî kir. Di destpêkê de, Deham Ebdilfetah bi erebî dinivîsand. Piştre nivîsandin û xebata xwe bi zimanê kurdî meşand û berê pênûsa xwe da zimanê kurdî. Ev demeke dirêj e ku serê xwe li ser zimanê kurdî diêşîne û derheqê gotin, xwendin û rêziman xebatê dike. Deham Ebdilfetah heta niha 5 pirtûkên gramera kurdî nivîsandine.


Çavkaniya vê hevpeyvînê rojanmeya Azadiya Welat e.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=36