Xelîl kalo
Ibrahîmê bira û nivîskarê behirmend .Eger bilbilên çiyan hêlînên xweyî kevirî di quntara çiyayên bilind û asêgih de ji bîr kirin û berdin ,hingî wê ibirahîm mehmûd wê hêlîna xwe ji bîr bike""qamiþlokê"" . hêlîna ku mirov têde mezinbûyî û jê firî weke çivîkan, pêre pêre bi mezinbûna mirovan re hezkirina wê mezin dibe , û pêwendiyên hest û hestiyaran pêre hiþktir,kurtir û xurttir dibin , ew hestyarên germ û nazik bê goman ji sexletên mirovên wefadarin ji cih û warê jiyana wiya mendali û sîpe re û wargihê bîranînan.
Mixabin Qamiþlo gelek kur û keçên xweyî hêja û bi nirx ber bi penaberî û miþextbûnê ve oxirkirin û ji ber çavên wê windabûn û gelek rondik barîn ji çavên dê û bav û xoþewistan ,û her wiha jî gelek bajar û bajarok û gund xwediyê serpêhatiyên tiracîdîne , ew sedem jî xuyane û hîna ew þert û merc berdewamin . kekê IBRAHÎM lê eger we qamiþlo ji bîr nekiriye , beramber û duqat wê û me jî hûn ji bîr nekirine û em nakin û dayika mezin kêfxweþdibe bibihîstina nameyên heskirina lawên xwe ku te jî ew name arastekir û hinart .û bêgoman di gel heval , hogir û dostan ku zor kêfxweþbûn.
Dîse mixabin ,ku çerxa felekê destên kur û keçan ji dê û ban ji hevkir, evîndar ji hev dûrketin .dost û hogir bûne xewn .lê nayê wê wateyê ku dawiya dinyayê hatiye ,dîse jî eger dilê mirov li ba hevbe û mirov ji bîranînên rojên hevjiyanê re wefadar be ji hevûdû re, dîse jiyan bi tam û þêrîn dibe û tama tehilbûn siviktir dibe ... em we ji bîrnakin û me bêriya we kiriye û hûn kengî vegerin, dîse qamiþlo we himbêz dike û bajarê weyî þêrîne û ew heval û hogirên ku we ji wan heskirî dîse jî wê heskiriyê we bin û heskiriyê wene ...Qamiþlo wê bi mîne Qamiþlo di singa wede û ti þar û cih nikarin cihê wê dagirin .Evîn evîna pêþiye...