Elwan Þivan
Min û te li ser kavlên gund
Kevok di firandin .
Bi shevêre me Stêr dijmartin
Lê te bersiv neda
Gundîya li destê sibê
Tajî û Tolek bera hevdidan
Min û te di pêshberkêde
Dans û dîlan dikir
Û dîsa te bersiv neda
Carshemba Resh li Girê Qersiyê
Dost û yara di quntara Qersêde
Civate evînê di gotin
Min û te mîna wandikir
Li roja Carshemba Resh jî
Te bersiv neda
Li buhara gundême û li perava
Cemê Cerahê min û te
Gemî û Kelekê qaxezî di afirandin
Û navê me herdwa li ser pishta kelek û
Gemîyên qaxzî avjenî dikirin
Û her te bersiv neda
Li payîzê li Gorstana Gund
Navêmin bi dîrokî li gorekê
Neqishandîbû .
Û te herdû destê xwe ber jorva
Vegirtîbûn û te
Pirs dikir
Lê min
Bersiv
neda
+++++++
Qersiyê : Girekî pir mezine nêzî gundê hemaraya
Cerahê : navê cemekîya li nave gund re di herikê