Ji raya giştî ya Kurdistanê re!
Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanî, erdê Kurdistana di nav sînorên Dewleta Osmanî de ji nû ve parçe bû û li rojavayê Kurdistanê di bin mandaterîya Dewleta Fransiz de bi navê Sûriyeyê dewleteke nû ava bû û li başûrê rojavayê Kurdistanê sîstemek di bin kolonyalîzmê re hate avakirin.
Beşê milleta kurd ê li wê parçeyê ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar bû û li welatê xwe jî bê hikumran man û desthilatdarîya xwe jî bi hemû babetan wenda kir. Ket bin zulm û zordariyek nemirovane. Kurd wek hevwelatî jî nehatin qebûl kirin; Kurdan nikarî di dibistanên erebî de jî bixwînin, an jî piştî ku zanîngeh qedandin, ji bona wan karkirin qedexe bû û Kurdan nikarîn bibin xwediyê mal û milk jî.
Dema ku em rewşa tevayî ya kurdan ya wê demê tespît bikin: Kürdistan bibû welatekî parçebûyî û neteweya Kurd jî bibû neteweyek parçebûyî. Li her parçên Kurdistanê jî neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, civakî, çandî bêpar bû.
Loma jî kurdan ji bona ku welatê xwe azad bikin û li welatê xwe bibin desthilatdar; li hemberî sîstema kolonyalîst rabûn û dest bi têkoşînê kirin. Lê ji bona kû Kurdistan welatekî parçebûyî bû, li hemû welatan bi hev re têkoşînê dest pê nekir û nedomand. Awayê têkoşîna neteweyî jî li her parçeyî wek hevûdu nebûn. Li sê parçeyên din ên Kurdistanê dem-dema şerê çekdarî hatiye meşandin. Li başûrê rojavayê Kurdistanê ji bona ku mafên neteweyî bêne bidestxistin hîç wextekî, şerê çekdarî wek awayekê têkoşîna sîyasî nehatiye pejirandin û şerê çekdarî jî nehatiye kirin. Loma jî kurdên rojavayê Kurdistanê rêya siyasî wek rêya stratejîk ya mafqezençkirinê pejirandine û rêxisitina xwe jî li gorî vê yekê çêkirine.
Taybetiyek rojavayê Kurdistanê jî ew e ku piştî serîhildanên neteweyî yên li Bakûrê û Başûrê Kurdistanê gelek caran serok û nivîskar û sîyasetmedarên doza kurd ji mecburiyetê çûne li wir bûn penaber. Loma jî li başûrê rojavayê Kurdistanê potansiyelek gelek mezin û xurt ya rewşenbîrî çêbû. Li ser vê potansiyelê rêxistina Xoybûn ava bû û Xoybûnê li sê beşên Kurdistanê jî, ji serîhildanên netreweyî re alîkarî kir.
Dîsa li ser bingeha vê rewşenbîriyê û ceribandina serîhildanên neteweyî: li başûrê rojavayê Kurdistanê di sala 1957an de “Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriyeyê” ava bû. Lewra dema partî ava bû, mebest û armanca partiyê yekîtî û serxwebûna Kurdistanê bû. Lê piştî demekê navê partiyê hat guhartin. Navê partiyê, bû “Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê”. Wê demê partiyê sîyasetek herêmî ji bona başûrê rojavayê Kurdistanê meşand.
Partî li rojavayê Kurdistanê di demek nêzik de gelek xurt bû û kîtlewî bû. Lê hezar mixabin dewleta kolonyalîst îzin/îcaze neda ku tevegra neteweyî ya başûrê rojavayê Kurdistanê pêş bikeve: Li hemberî partiyê operasyonên mezin pêk hatin. Damezrênêr û berpirsiyarên partiyê hatin girtin, îşkence kirin û ceza kirin. Lê partiyê dest ji xebata xwe ber neda. Di şertên gelek zehmet û dijwar û veşartî de xebata xwe domand. Di nava kurdên li Sûriyeyê her dem bû mûxalefeta xurt û rêxistinî.
Partî, piştî salên 1966an, di bin bandora tevgera neteweyî ya Başûrê Kurdistanê de bû du beş; beşa çepgir û beşa rastgir bûn du rêxistinên cûda. Mirov dikare bibêje ku wan deman di tevgera neteweyî ya başûrê rojavayê Kurdiatanê de pirrpartitî û plûralîzmê dest pê kir. Her çiqas ev plûralîzm bû sedem ku partî parçe bibe jî, lê ji aliyê temsîla civakî û demokratîzebûnê de pêşketinek erênî (pozîtîv) bû.
* * *
PKK/PYD dixwazin li rojavayê Kurdistanê sîstemek otoriter û totalîter demezrînin…
Tevgera neteweyî ya rojavayê Kurdistanê, piştî salên 1980yî û bi taybetî jî piştî ku rejîma Baasê PKKê bi xwe re girêda, gihîşte merheleke din û rengekî din qezenç kir.
Rejîma Baasê ji bona ku tevgera neteweyî ya rojavayê Kurdistanê, rêxistin û serokên rojavayê Kurdistanê bê îtibar bike, bi destê PKKê li hemberî wan êrîş û qempanyayek gelek dijwar da meşandin û her weha ciwanên Kurdistanê xistin xizmeta PKKê. Bi hezaran ciwanên rojavayê Kurdistanê di nav PKKê de li Bakûrê Kurdistanê hatin kûştin.
Ev pêvajo piştî demekê gihîşt wê merheleyê ku PKK xwe li rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya rejîma Baasê organîze bike. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) encama ew hewildana rejîma Baasê ava bû. Loma jî di navê vê rêxistinê de peyva “kurd” û “Kurdistan”ê tune ye.
PYD piştî ku ava bû, ji bona ku rêxistinên Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike û li rojavayê Kurdistanê bibe rêxistinek yekane û otorîter dest bi xebatê kir, gelek bûyerên nexweş jî pêk anî, lê di vê hewildana xwe de biserneket. Gelê kurd îzin neda ku PYD bibe rêxistina yekane.
Lê ji bona PYDê, piştî serhildana li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, derfetên nû derketin holê. Wek tê zanîn piştî ku li Suriyeyê li hemberî rejîma Baas di Adara 2011an de serîhildanên Deraayê dest pê kir, rêxistin û tevgera neteweyî ya başûrê rojavayê Kurdistanê bi tevayî ji bona ku rejîma Baas a kolonyalîst bê rûxandin; rejîmeke pirrpartîtî û parlamenterî bê ava kirin, bi xepêşandanên civakî helwesta xwe nîşan dan.
Di destpêka serîhildana Sûriyeyê de, rêxistinên Kurdistanê xwediyê yekîtiyek nebûn û piştî rûxandina rejîma Baasê, dê statuya Kurdistanê çawa bibe, di vê pirsa stratejîk de jî xwediyê armancek hevbeş nebûn.
Loma hewildanekê dest pê kir ku rêxistinên rojavayê Kurdistanê armanc û xebata xwe ya sîyasî bikin hevbeş. Ji bona vê jî “Kongreya Niştimanî Ya Kurdên Li Sûriyeyê” hat li darxistin.
Di vê kongreyê de biryara yekîtî û xebateka hevbeş hate girtin. Ji bona ku ev xebata hevbeş bê meşandin jî, bi beşdarbûna sêzdeh partî û rêxistinan meclîseke niştimanî hate avakirin. Navê meclîsê jî bû “Encumaniya Niştimanî ya Kurdên Li Sûriyeyê”.
Lê di kongreyê de li ser statuya Kurdistanê biryarek nehat girtin. Lê meyla xûrt ya di kongreyê de derket holê ew bû ku ji bona rojavayê Kurdistanê jî modêla Başûrê Kurdistanê pêk bê.
Piştî demekê di civîna duyemîn a “Encumena Niştimanî ya Kurdên Li Sûriyeyê” de biryarek gelek girîng hat girtin ku dewleta nû ya Sûriyeyê bibe dewletek federal û Kurdistan jî bibe herêma federe.
PYD li derveyî vê yekîtiyê ma. Lewra PYDê nedixwest ku rejîma Baasê bê guhertin.
Rejîma Baas, ji bona ku xwepêşandan û xwepêşanderên herêma Kurdistanê bêne kontrolkirin, yekîtîya mûxalefeta kurd û ereb çênebe, bi PKKê re peymanek veşartî çêkir û alîkariya xwe ya PYDê zêde kir; ji bona ku PYD di nav kurdan de xurttir bibe jê re derfet û îmkanên mezin çêkirin.
PYDê jî li hemberî ev hewildan û alîkariya Rejîma Baas, pêdivîyên hevkarîya rejîmê bi cî anîn; serok û endamên partiyên neteweyî yên rojavayê Kurdistanê girtin, îşkence kirin û hinekê wan jî kuştin. Mînak û êrîşa herî balkêş jî qetilkirina gelê siwîl yê bajarê Amûdê ye.
PYD, li dijî federalîyê bû, lewra PYDê dixwest ku di bin bandora rejîma Baasê de “xweseriya demokratîk” ava bibe.
Bûyer û rûdanên pêkhatî bi awayek aşkere dîyar dikin ku li rojavayê Kurdistanê PYD û rejîma Baas sîyaseteke hevaheng dimeşînin. Divê ev mesele bi awayekî bête çareser kirin û PYD ne bi Rejîma Baas re, li ser bingeha peyman û lihevhatina Peymana Hewlêrê bi rêxistinên neteweyî yên Kurd re tevbigere û yek helwest bin.
Hezar mixabin PYDê şertên Peymana Hewlêrê pêk neanî û nedikarî pêk jî bîne. Lewra PYDê tercîha xwe li ser serdestîya otorîter a yekrêxistinî û hevkarîya Rejîma Baasê kir. Bi vê awayê rejîmê siyasetek stratejîk meşand û PKK/PYD kirin partnerê xwe yên li rojavayê Kurdistanê.
Ev jî bû sedem ku li rojavayê Kurdistanê hêza milletê kurd parçe bibe, mûxalefeta ereb a îslamî ya radîqal û leşkerên azad yên Sûriyeyê êrîşê herêma Kurdistanê bikin û li hemberî PYDê şer bikin û kurdan jî bikin hedef û bikşînin nav şer.
Rejîma Baasê, bi piştgirîya Rusya û dewletên herêmî yên wekî Îran, Iraq û partnerên wan ên li seha şer de, di ev stratejiya xwe de jî biserket. Şerê xwe li rojavayê Kurdistanê jî belav kir. Bi taybetî jî dewleta mêtinkar a Tirkiyê, ji alîkî ve bi rêya rêxistinên wekî El Qaîdeyê rejîmê lawaz bike û li Kurdistanê jî bandora xwe zêdetir bike; ji aliyê din ve jî polîtîkayek wisa meşand ku her wekî bi tûndî li dijî PYDê be, lêbelê di encama vê polîtîkayê de PYD ya ku ji bo milletê rojavayê Kurdistanê tû statuyek naxwaze, bêtir meşrû kir û bandora wê zêdetir kir. Di çaçoveyê bêstatubûna kurdên Rojavayê Kurdistanê de siyaseta Tirkiyê, Îran, Iraq û Suriyeyê bû hevpar.
Di vê çarçoveyê de ji Peymana Hewlêrê dûr ket û dixwazin kurdan jî mecbûr bikin ku li der û dora PYDê berhev bibin. Nûha jî bi manewre û qonaxeke nû, bi egera pêkhanîna meclîs û rêvebirîya demkî, dixwaze bi alîkarîya rejîm û hevlabendên wê, zixt û zordarîya li ser rêxistin û grubên din ên kurd zêdetir bike da ku karibe hikmê li ser hemû rojavayê Kurdistanê bike.
PYDê piştî ku Peymana Hewlêrê bin pê kir, li dijî desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî dest bi şer û êrişan kir. Loma jî beriya serokê Dewleta Federe ya Kurdiatanê bê Amedê bi gelek vekirî nêrînên xwe li dijî PYDê dîyar kirin, ku “PYD li dijî Peymana Hewlêrê tevdigere, dixwaze partiyên Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike û li Rojavayê Kurdiatanê dîktatoriya xwe ava bike.”
Ev ev sîyaset û tevgera PYDê li dijî berjewendiya milletê kurd e.
Ji bona milletê kurd xeteriyek mezin çê dike. Wê di pêşerojê de jî bibe sedem ku şerekî navxweyî yê kurd çêbe.
Di heman demî de ew helwest û sîyaseta PYDê, dibe sedem ku êrişên nû bên ser PYDê jî û milletê kurd ji wan êrişan zerar bibînin.
Ew sîstema ava dibe sîstema otorîter û totalîter ya PKK/PYDê ye. Sîstemek nedemokratîk e, modêleka Rejîma Baasê ye.
Divê PKK/PYDê dest ji vê sîyaset û helwesta terafgîrîya statukoparêzî û rejîmê berdin, bi kurdan re tevbigerin û ji Peymana Hewlêrê re rêzgirtî bin.
Amed, 29. 11. 2013
Komîteya Piştgirîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê