Hv pniyarn min bo Kongrey Netewey.. Ala Kurdistan di nav Aln Netewn Yekby de li Newyork bilind bikin
Drok: 23 2013
Mijar: Ne



Konê Re

Di baweriya min de, ev Kongreyê Neteweyî gavek dîrokî û xewneke kurdî ye. Li berî 350 salî, li banga bavê netewa Kurdî êx Ehmedê Xanî: (1651-1707), vedigere yê ku gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat…


Hêviyên min ku Kurdistanî karibin, bi dilekî fireh, di bin sîberekê de li hev û din kom bibin; kul, ê û derdên welat û welatiyên xwe giftûgo û çareser bikin.. Û bi kêmayî di wî kongerî de, berjewendiyên Kud û Kurdistanê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî û rêxistinî re bigrin.. Da ku di encam de ku karibin Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.

Eger berî sed salî, Kurdistaniyan karîbû komela (Hêvî 1913) a xwendekaranên kurd, û (Komela Tealî Kurdistan 1918), li Stenbolê damezirînin û ew bûn yên ku di civîna duyem de ji komela Tealî Kurdistan a di sala 1919an de ku di bin serokatiya Mîr Emîn Alî Bedixan de bû, karîbûn rengên ala Kurdistanê bibjêrin û bi hev û din bidin qebûlkirin. Ev ala ku roja îro li asmanê Kurdistana Azad bilind xuya dike.
Îro roj, em ji bedarên vê Kongreyê a ku wê di vê salê de (2013), wê were li darxistin, bi hêvî ne ku amadeyên vî kongreyî karibin vê alê di nav alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.. Û da ku ev yek pêk were, pêwîste cihê rewenbîr û zanayên kurdan di vê Kongreyê Neteweyî de ber fireh be.. Wek ku diyare, gelek rewenbîr û zanayên me yên xwedî dîrok di warê kurdewariyê de, di sirgunê de jiyana xwe derbas dikin û her yek ji wan hêjaye ku serokatiya dewletekê bike.. Pêwîste weke van kesan neyên jibîr kirin wek nimûne: Dr. Kendal Nezan, ahîn Bekir Siwêreklî, Malmisanij, Nadir Nadirof, Rohat Alakom, Bêrîvan Doskî, Dr. Fewaz Hisên.. Wek van kesan têra xwe zane, areze û bi zimanê biyaniyan dizanin.. û her wiha ew maldarên kurdan yên ku li Ewropa bûne xwedî cih û war, sûdeyek mezin ji wan jî heye..
Sebaretî bedarên Kongreyê Neteweyî, di baweriya min de gerek li firêzeya her yekî bê mêzandin; kî ye? Dîroka wî/wê a kurdewarî çilo û çawa ye?
Ji rexekî din ve, xwezî Kongreyê Neteweyî li dor zimanê Kurdî kêlîkekê raweste.. Wek ku diyar e her netewek bi zimanê xwe tê naskirin û roja îro du êwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Bêguman her du êwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Tevî ku ez gebîn im wê di pêerojê de zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, lê xwezî ev yek jî neyê jibîr kirin..

Dawî dibêjim, xwezî wek vî Kongreyê Neteweyî berî 20 salan 30 salî bihata li darxistin.. Belê, em tev rewa welat û welatiyên xwe nas dikin.. Helbet gelekî zor bû..
Ez wek nivîskarekî Kurd ji dil û can serketinê bo vî Kongreyê Neteweyî hêvî dikim. Û spasiya hikumeta herêma Kurdistanê dikim li ser vê gava pêîn û dîrokî di danina Kurdistanek yekbûyî de..

Not: Komela Tealî Kurdistan ji kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêk dihat; serokê wê êx Abdulqadirê Nehrî, wek nûnerê Kurdistana Rojhilat bû, cîgirê serok mîr Emîn Alî Bedirxan, wek nûnerê Kurdistana bakur bû û ew xwediyê qenciyê ye ku wî rengên ala Kurdistanê daniye û malbata Baban wek nûnerên Kurdistana baûr bûn jixwe kurdên sûriyê wê hingê bi ser Kurdistana bakur vebûn..

Konê Re
Qamilo, 22.09.2013








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3408