Nisrn Melek: Ev 17 car Mihemed xo saxdibe
Drok: 03 2006
Mijar: Hevpeyvn


Hevpeyvîn: Gulsin Yûsif

Di van rojên bêde salvegera 17an ya koçbariya dawî ya hunermendê kurdê binav û deng Mihemed êxo ye. bivê boneyê me xwe gihand Nisrîn Huseyn Melekî (Diya Felek) hevjîna hunermendê nemir Mihemed êxo û  me ev hevpeyvîn pêre çêkir.


1- diya Felek rewa te di keçaniyê de berî tu Mihemed êxo nasbikê çawa bû?

- Diya Felek: min çavên xwe li jiyanê vekir ku em li Kumbelê Kavûs li bakurê Îranê dijîn ji ber ku bavê min pêmergê Qazî Mihemed bû, û dema komara Mihabad ket,ew nefîkirin wê deverê, kurd têde tunebûn bavê min di hundirê mala xwe de karîbû zimanê xwe biparêzê û em hînî kurdî kiribûn, çênedbû bavê min ji wî bajarî derkeve pitî mal û mewdanê wî li Mihabadê jê standin bi vî rengî ez mezinbûm ta ez bûme rêza 9 û Mihemed êxo mamostê ola islamî bû di dibistana mede.

2- astengiyên jiyana te û Hunermend Mihemed êxo?

- Diya Felek: birastî astengiyên ku jiyana me têde derbasbû ji roja min guhestin jêre nayên jimartin him ji aliyê desthilatên dewleta û ji aliyê abûrî, tê bîra min dema go Mihemed êxo Xort bû 300 tûmanê Farisî distand, pitî anîna min daxistin 150 tûmanî jibo kû rewa wî ya diravî qels bikin da karibin ramanên wî biguherin.

3- Diya Felek wek jinek kurd li maleke hunerî de dijît çi karîbû alîkariyê bide Mihemed êxo ?

- Diya Felek: alîkariya min ji bavê Felek re divî warî de (menewî) bû, herdem ez didîtim li kêleke xwe û min nedihit ew mijûlbibe bi astengiyên abûrî, her dem min dixwest ew bi aram be bo karibe afrandinê bike, dema stranê jêre nebû biav ba bi roj ba, û tucarî asteng nedibûm, min lê guhdarî dikir çi dibêje û çi awazî lê dide cana jimin re digot dûrî min here û li min guhdarî bike û jimin dipirsî ka tu çawa dibîne, dengê min li kû bilinde û li kûde nizme, ewî zanîbû ez hij mozîkê dikim û guhê min ne normale.

4- li gor nerîna te çawa Mihemed êxo gotinên xwe helbijartin ?

- Diya Felek: mihemed êxo gotinên xwe ji gulîstana helbestên kurdî heldbijart ya go dinarîna wîde li gorî rewa siyasî ya go millet têde derbas dibe, hin ji stranên wî ji nivîsandinên wîne wek: hesû zindan û rabe gulîstan.

5- dibîranîna 17an de ya koçkirina hunermendê me Mihemed êxo de tu çi ji gelê xwe re dibêjê û hestê te çawa ye dema ku tu bi hazaran li ser gora wî dibînê ?

- Diya Felek: Mihemed êxo xesaretek mezin bû ji kurdan re pêî û jimin re, ew çuqasî wefadar bû ji gelê xwe re û tenbûra wî gule dibarandin, ew qasî bi heskirine xwe miletê wî lê vedgerîne, ev 17 sal darbasbû li ser  koçkirina wî, ev 17 car ew saxdibe, dema ku ez li ser gora wî van refan dibînim stranên wî dibêjin û bi hevre bandikin bavê Felek namirê, liba min wî saxdikin, ez gelek kesan nasdikim zarokbûn û nuha bûne xort ez her sal wan dibînim go berdewamin di serdana gora hevalê jîna min de , hevalê gelê xwe Mihemed êxo, gelê me çuqasî hej Mihemed êxo dikin ez hewqasî hej ji wan dikim. 







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=34