Seydayê Tîrêj tîrêjê helbest a kurdî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 ÃÈÑíá 2013
Mijar: Nûçe



Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Bê guman her kesek ji me mirovan bi nav tê naskirin da ciyaweziya hebûna wî bête naskirin, lê ne her kes ji me ji navê  xwe raziye, lewra ew bi navê kû wî divê xwe dide nasîn.
Seydayê Tîrêj bi navê "Nayîfê Hiso" hate nîþandan, û di nasnameyê de hate naskirin, lê wî baþ dizanî kû ew nav ne li gor daxwaza wî ye, ne li himer hirz û vêna wî ye, ne ew navê kû çirûskên sitêra can û bîroka wî wê geþtir bikin, lewra wî ew nav li paþ xwe hiþt, û bi vêna xwe navek dî hilbijart, navek layiqî hebûna wî, layiqî germbûniya hest û coþeyên wî, layiqî kûrbûniya evîniya wî ji welatê wî re, ji gel civaka wî re, ji mrovanetiya wî .


Helbet wî dizanî kû ewê bibe tîrêj a helbest a kurdî di pêþerojê de, û wê helbestên wî bibin awaz û sitran û wê hunermendên kurd bi wan re bifirin û asoyên bilind bi axoþin.
Seydayê Tîrêj ne tenê helbestvan e, belê biskên tîrêja wî weko zimanzan û nvîser û xebatkar jî wî didin nasîn, ji ber vê yekê  navê  wî biye çrûsk û eniya nivîskar û helbestvanên kurd ronî dike, û berhemên wî bîne mîna bawernameyan û bîroka çand û wêje ya kurdî dixemilînin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3278