ŽOREŽA SŪRĪ HATE DIZĪN
Dīrok: ĒįĪćķÓ 11 ĆČŃķį 2013
Mijar: Nūēe



Lazgîn dêrûnî

Bê goman gelê Sûrî ji dihê salave li benda derfetekê bû jêre werê da karibê têde serê xwe rakê û xwe ji bin destê vê rijîma sitemkar û ewlekar û diktator rizgar bikê .dema žorežên bihara erebî dest bêkirin ji Tûnisê ta misrê û lîbya û yemenê ,gelê Sûrî dît go ew derfet hat,rabû dest bi žoreža xwe kir di 15adara2011an de ji bajarê Deraa û li seranserî welêt belav bû heta gihižte dêrka hemko li dawya rojhilatê Sûrî.


Ev žorež navê wê bû žoreža azadî û rûmetê ,armanca wêjî ruxandina rijîmê bû,gelê Sûrî bi rengekî ažtiyane dakete golana û xwepêžandan li darxistin , di xwest bi žêweyekî ažtiyane žoreža xwe bi rêve bi bê heta bi dawî kû vê rijîmê daxînê û li žûna wê rijîmeke dêmuqratî û pirjimar ava bikê.
Lê rijîma Sûrî bi rengekî dijwar li hemberî žorežê derket ,dest bi kužtin û lêdan û girtinê kir ,di xwest žorežê bi aliyê çekdariyê ve bibê da wê ji žêweyê wêyî ažtiyane derxê ,ji bo bêjê hinek destê ji derve di navde hene û dixwazin welatê Sûrî wêran û dagîr bikin,di vî alîde rijîma Sûrî hinekî bi serket û temenê wê dirêj bû lê bi çend sedeman:
1)ne li hevkirina rêkberiya siyasî ya Sûrî li ser yek nerîn û biryareke dirist û zelal ji bo Sûriya nû û mafê her netewekê têde werê parastin
2)ew rengê olî yê kû žorež pê hate xwiyakirin wek go alîna ji rêkberiyê ew dixwest bi teybetî birayên misilman
3)vîto ya rûsî û çînî di encûmena navdewletî de û pižtgiriya wan ji rijîma Sûrî re ji bo parastina berjewendiyê wa yê abûrî û siyasî
4)daxwiyaniyên Emerîka û hevbendiya Nato yên hižkere didan kû ew bi rengekî çekdarî nakevne Sûrî de û li rijîmê naxin,evê yekê pižtrastîkek dida rijîma Sûrî kû bi çekê giran û bi firokan bajar û bajarokê Sûrî bimbe baran bikê bê tirs û bi serbestî
Bi van sedemên go me anîn ziman žoreža Sûrî hate dizîn û ji destê miletê Sûrî derket ,kete destê hinek komên çekdar de wek Cebhet Alnesra ye bi AL Qa eda ve girêdayî ye û Ehfad Alresûl û Lîwaa AL Eslam û yên din ,ev kes xwedyê hiž û ramanên tarî û pažverû ne,di xwazin welatê Sûrî  bi sedê salan pažve vegerênin .
Evinwelat240@gmail.com    
      11/4/2013







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3275