Strana Evn (Diyar ji dildarn v bihar re)
Drok: 29 2013
Mijar: Ne



Cemîd Bagokî

Ger tu ewrê retarî bî
Ez baran, xunava te me.

Ger tu bihara rengîn bî
Ez gul û kulîlkên te me.


Ger tu gelî û newal bî
Ez çiya, zimarê te me.

Ger tu rêwiyek winda bî
Ez rêk û rêberê te me.

Ger tu derya bê binî bî
Ez ba kelekvanê te me,

Felek li ser te gerya bî
Ez xan û hêlîna te me.

Ger tu Cizîra Botan bî
Ez mîr Bedirxanê te me.

Ger Qamiloka rengîn bî
Ez Cegerxwînê yê te me.

Ger tu Amûda çavre bî
Ez Seîd axayê te me.

Ger tu bajarê Amed bî
Ez tam êx Seîdê te me.

Ger tu bi ol Êzidî bî
Ez çiya ingalê te me.

Ger tu Badîn û êxan bî
Ez Hec û Laia te me.

Ger tu Edûla Millî bî
Derwêê Evdiyê te me.

Ger tu êxa Serhedî bî
Bijîr ez mirîdê te me.

Ger tu Mêrdîna delal bî
Birast ez keleha te me.

Ger tu Hewlêra paytext bî
Ez keleh, minara te me.

Ger tu ew Zîna Zêdan bî
Ez Memê Alanê te me.

Ger tu ew Xeca zerî bî
Ez çak Siyabendê te me.

Ger tu êrîna Ferhad bî
Ferhad, evîndarê te me.

Ger tu Nexê Rewan bî
Ez Rustemê Zalê te me.

Ger tu ew hespa kihêl bî
Ez taze siwarê te me.

Ger tu koçera beryê bî
Ez ew konê re î te me.

Ger tu asoyê bilind bî
Ez bazê asmanê te me.

Ger tu ew (Bejna) dinasim
Ez heyranê bejna te me.


Qamilo, 25.03.2013








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3267