Bang hv ji serok Kurdistan rzdar Mesd Barzan,
Drok: 23 2013
Mijar: Ne



Qado êrîn

Rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê,
Silav û rêz,
Wek çilo hûn di hemû wextan de, di xweî û nexweiyê de, di er û cengan de, di ore û serhildanan de tim û tim di nav gelê xwe de bûn û we têkoîna li ser xakê terk nekir û gelê xwe bi tenê nehit, hûn tim li pêya wî bûn, û hûn neçûn li derveyî sînoran bi cih nebûn, taku hûn bûn nimûneya serok û rêberê ba û serkeftî.


Ji ber ku we tim û tim rêberiya gelê xwe kiriye, û ji meydanên er û cengan nereviyan, çimkî gelê we di wan rojên zirav û teng de bihewceyî we bû, hûn li xweiya xwe ya kesane negeriyan û neçûn li hotêlên pênc stêrik bi cih nebûn.
Ji ber hûn ba dizanin ku serok û rêberên ba ew in ên ku li ser xakê kar û xebatê dikin, û gelê xwe di rojên dijwar de bi tenê nahêlin, belê rêberiya wî dikin, em ji cenabê we hêvî û daxwaz dikin ku hûnê hemû serok û rêberên partiyên me yên rojava ji Kurdistanê biqewitînin, û wan agahdar bikin ku îro gelê we bihewceyî we ye, eger hûn îro bi kêrî wî neyên hûnê kînga bi kêrî wî bên. Meznahiya mirovan di rojên teng û dijwar de diyar dibe.
Eger ew kesana xwe serok rêber dibînin bila bên rêberiya gelê xwe li ser xakê bikin, ne ku ji hotêlên 5stêrik biryar, daxwiyanî, zirt û fortan biînin bê ku li ser xakê titek bê kirin û guhertin.
Îro gelê me li rojavayê Kurdistanê di qonaxek zor û dijwar re derbas dibe, ji her wextan bêtir îro bihewceyî serok û rêberên ba e, ew ê ku wî ber bi azadî û rizgariyê ve bibe. Eger ew kesana xwe serok û rêber dibînin bila di van rojên zirav û teng de li nav gelê xwe bin, bila rêberiya wî bikin an jî bila nebêjin em serok û rêberên qonaxa astengiyan in û bila kesî nexapînin.
Li dawî, sibe û pitî gelê me ji vê qonaxa zor û dijwar rizgar bû, bila ew serok û rêber ên ku li Kurdistanê bi cih bûne venegerin, çimkî ew ê wê wextê tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane vegerin.
23/03/2013
Hollenda







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3265