Mihdn x Al: Ji ber i dijmintiya PYD bikim?
Drok: 10 2013
Mijar: Ne



  Hevpeyvîn: Hêmin Xonaw

 Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mihêdîn êx Alî dora 40 salî ye mijûlî siyasetê ye, lê ew bêhtir weke dîrokzanekî derdikeve pê. Di nav raya gitî ya Sûriyê de partiya Mihêdîn êx Alî weke hevpeymaneke nehênî ya PKKê naskirî ye, lê ew di vî warî de nêrîneke din vedibêje. Mihêdîn êx Alî ji Rûdawê re bi taybetî behsa sedemên bihêzbûna PYDê li herêma Efrînê kir.


Efrîn di aliyê cografîk de ji Cizîrê veqetandî ye. Heta çiqasî haya we ji rewa Efrînê heye?

Mihêdîn êx Alî: Efrîn li gor nexeya Frensiyan di sala 1927ê de pêk hat. Ji rojhilatê Entabê çemek diherike nav navçeyên kurdî, navê wî Awrîn e. Navê Efrînê ji Awrînê hatiye.

Çend nahiye û gundên Efrînê hene?

Heft nahiyeyên Efrînê hene. Cindirês, êx Hedîd (êyê), Mabatlî ku hemû Kurdên elewî ne, Raco, Bulbul û era. Li gor amarên fermî li sînorê qezaya Efrînê 366 gund hene, lê 50 gundên din jî hatine avakirin. Gundên Efrînê pirr cihê ne, hemû ji çîmento û seramîkan hatine dirustkirin, di warê xizmetguzariyan de cudahiya wan ji bajaran nîne. êniyên gundên Efrînê pirr in.

Ji ber çi?

Axa wê pirr dewlemend e. 26 milyon darên zeytûnan li Efrînê hene. Pitî zeytûnan zêdetirîn hinar lê hene, sêv û tirî jî lê pirr e.

Efrîn di serdema Osmaniyan de navê wê Kurdax bû, pirraniya êniyên wê Kurd in, rêjeya Ereban li Efrînê pirr kêm e û nagihîje ji sedî 5ê.

Li Efrînê jî erebkirin hebû?

Tenê navê gundan hatine erebkirin. Di cîbicîkirina yasaya reforma çandiniyê de cudahî di navbera Kurd û Ereban de hat kirin.

Hejmareke Ereban anîn Efrînê, di belavkirina zeviyên reformê de behra Ereban zêdetir bû. Ew Ereb ji deverên dûr hatin û sermayedarên kurd kar bi wan dikin.

Hejmara êniyên Efrînê çend e?

Îro çend Kurd li Efrînê ne, ewqasan jî koçî Helebê kirine. Pirraniya wan li taxên Erefiye û êx Meqsûd rûdinin. Bi gitî hejmara xelkê Efrînê tevlî yên li Helebê digihije yek milyon kesî. Hejmarek ji Efrîniyên Helebê xwedî berjewendî û avahî û kargeh in. Zêdeyî 60 Efrînî li Helebê zêrker in. Bazirganiya Helebê heta radeyekê di destê Efrîniyan de ye.

Hejmareke Kurdên elewî li Efrînê dijîn. Gelo ew bi esil Efrînî ne, yan ji Bakurê Kurdistanê hatine?

Berî damezrandina komara Tirkiyeyê Elewî li Efrînê hebûn. Li wir navê Hesen, Husên, Elî û Heyder pirranî ye. Gellek ziyaretên Elewiyan wek Aslan Dede û Yagmur Dede li Efrînê hene. Elewî ji mezinên xwe re dibêjin dede. Di heyama Osmaniyan de ji Mere û Dêrsimê dede dihatin Efrînê û sirûdên olî digotin. Bi dirêjiya dîrokê Elewî li wê deverê jiyane.

Efrîn navendeke girîng a PKK û PYDê ye, sedema vê çi ye?

Efrîn navenda damezrandina yekem partiya kurdî li Sûriyê bû. Çar Kurdên Efrînî (ewket Nasan, Reîd Hemo, Diktor Xelîl Abdullah û Mihemed Elî Xoce) di nav heft damezrênerên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê de ne. Efrîn dikeve navbera du bajarên pirr pêkeftî ku Heleb û Entab in, pêkeftina civakî, aborî, siyasî û çandî li wan bajaran bandor li Efrînê jî kirine. PKK bûyereke nû ye.

Pitî salên 1960î heta îro bi dehan xort û qîzên kurd li gundên Efrînê xwendina xwe li zanîngehan xilas kirine. Li her gundekî Efrînê bi kêmanî 10-20 keçên ku zanîngeh xilas kirine hene. Li hin gundan 100 kesên ku zanîngeh qedandine hene. Dikarim bêjim xelkê Efrînê di bidestanîna bawernameyan de li seranserê Kurdistanê di rêza yekê de tên. Di pirsa hesta kurdayetî û nitimanî de Efrînî çav li Ereban nakin. Xwe di ser ereban re dibînin, ti deman kirasê Ereban li xwe nakin û aika wan nadeynin serê xwe û bêyî kevçî nan naxwin.

Dirûmên PKKê ji bo serxwebûna Kurdistanê ciwan germ dikirin.

Hesta neteweyî gurr dikir, di heman demê de boahî û valahiyek hebû, fidakarî hebû, ciwan amade bûn, herwiha rola Hafiz Esed û Cemîl Esed jî hebû. Wan hemû hêsankarî ji PKKê re kirin.

Ji ber çi wan hêsankarî ji PKKê re dikir?

Hafiz Esed mirovekî stratejîk bû. Jêhatî bû. Dixwest Tirkiye ava Firatê bi Sûriyê re parve bike. dixwest Tirkiyeyê neçar bike ku behra wê ji ava Firatê bidiyê.

Hafiz Esed dixwest bi karta PKKê gefan li Tirkiyeyê bike?

erên bê li ser ava êrîn dibin. Nirxê avê digihije nirxê petrolê.

Dîsa pirsa herêma Iskenderûnê heye. Li gor belgeyan ew navçe sûrî ye, Frensiyan dane Mistefa Kemal Ataturk. Hafiz Esed got bila Kurdan ji bo van mereman bikarbînim. Berî Hafiz Esed, heman ramana Cemal Ebdilnasir jî hebû. Serokê berê yê dezgeha îstîxbaratên Sûriyê, Ebdilhemîd Serac, ku destê rastê yê Cemal Ebdilnasir bû, çend caran bi Reîd Hemo re li ser wê pirsê rûnit.

Reîd Hemo bi xwe ji min re got ku Serac jê daxwaz kir ku ew partiyeke kurdî çêbike. Jê re gotibû emê paseport, pere û çekan ji we re peyda bikin. Reîd Hemo pirr jîr bû, ji Serac re gotibû li amê televizyon û radyo hene, bila di hefteyê de du rojan û her rojê jî du seetan weana kurdî hebe, lê qebûl nekirin.

Tê gotin hevpeymaniyeke we ya stratejîk ya veartî bi PYDê re heye?

Ev 15 sal in em pêniyara otonomiyê dikin. Dûre PKKê û PYDê ew raman ji me birin. Qonax guherî ne, ev 14 sal in Abdullah Ocalan hatiye girtin, pirsa sînoran nehêlin ku Kurdistaneke serbixwe dirust bikin, xewneke xwe e. Yan weke rehmetiyê Qasimlo ne rastbîn e.

Dirûmên qelew me diêînin û me diwestînin. Di vî alî de em û PKK li dijî hevdu bûn. Nemaze gava ku Ocalan li amê bû. Di sala 1986ê de yekem xwenîandana Kurdan li amê hat kirin, kadroyên me ew birêve dibirin, dirûma “Ey Hafiz, em Newrozê divên” dihatin gotin. Gava garda komarî gule berdan xwenîanderan, hevalekî me bi navê Mihemed Emîn Silêman ehîd bû. Wê çaxê grûpên nêzîkî PKKê daxuyanî derxistin û ev weke “karekî têkder” bi nav kirin. Ocalan hate Helebê û civînek saz kir û got “Mihêdîn êx Alî astengî ye li pêberî oreê û divê nemîne.” Em ji Baasê û dezgeha îstîxbaratan a Sûriyê neditirsiyan, lê em ji Cemîl Esed û PKKê ditirsiyan.

Pitî derbeya 1980yî li Tirkiyeyê me kadroyên PKKê û hêzên din hewandin. Ji ber ku sînorê Efrînê di destê me de bû. Hesta kurdîniyê ya germ ya xortên kurd, hêsankariya desthilatê û nemaze Cemîl Esed, dîsa pêdiviyên erê çekdarî ku pirr caran helal û heram tê de namîne, PKK bihêz kir.

Îro rew guheriye, Xumeynî û Hafiz Esed çûn, ji ber wan guhartinan em çawa dikarin deverên kurdî û civaka kurdî biparêzin, bi hezaran law û qîzên Kurdên Sûriyê li Kurdistana Tirkiyeyê er dikin, zêdeyî 8 hezar Kurdên Rojava li Bakurê Kurdistanê ehîd ketin, law û qîzên me dev ji zanîngehan berdidin û diçin li Bakurê Kurdistanê xwe dikin qurbanên pirseke neteweyî.

Îro pêkhateyeke civakî heye bi navê PYD, PKK û TEVDEM. Dîsa serdem guheriye, mirov dikare rûbirû bi hevdu re bipeyve, diyalogê bike. Serdema siyaseta yekpartîtiyê qediya, em li vir in, lê yên din jî hene. Weke bingeh em bira ne û ne dijminên hevdu ne, lê pirr caran du bira jî ji yek dê û bavî weke hevdu nafikirin. Ango bi PYDê re em di gellek titan de cihê ne, lê di gellek xalan de em weke hev difikirin. Ji ber çi dijmintiya PYDê bikim? Îro rewa Sûriyê metirsîdar e, ewrên re li ezmanên Sûriyê ne. Divê Kurdan biparêzim. Bawer im jî ku hatina Salih Muslim û PYDê di van herdu salên dawî de ne li derveyî vîna Herêma Kurdistanê bû. Dîsa ji hevdu fêmkirinek heye û reweke têgihitina kurdî-kurdî heye. 910 km sînorê hevbe di navbera Tirkiye û Sûriyê de heye, hinek hêzên erebî naxwazin behsa wî sînorê dirêj bikin. Ji ber çi vê dibêjim, ji ber ku bawer dikim çareserî di nava sînorê fermî de dibe û destkariya sînoran nayê kirin.

Hewlêr (Rûdaw)







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3253