Salar Elo
Piþtî hin bûyerên neqenc û rewþa awarte ya ku xwendekarên me têde derbasbûn li bajarê Hesekê, li hin zanîngeh û înistûtiyên bajêr, hemû pêkhateyên bajêr hewldan daku sînorekî ji van karê xerab re deynin, jiber ku eger berdewam bike wê bandorek xerab li ser jiyana hevbeþ û aþtîya civakî bike, ev mijar pir giring e, û rola rewþenbîran û civaka civîl têde sereke ye, taybet rêxistinên civaka civîl û yên mafên mirovan.
Di baweriya min de gerek em pirsgirêkên xwe bi riya danûstandinê çareserbikin, û em têkeliyan bi pêkahatiyên bajêr re avabikin ,çi Ereb û kildo Aþûr û Siryan û Ermen û Turkman li ser bingeha biratiyê û rêzgirtinê, bi rengê ku têkeve xizmeta jiyana hevbeþ û parastina aþtîya civakî, û bi armanca ku rê li ber derbasbûna navkokiyên siyasî nav civaka civîl bigrin, ta ku nebe sedema þerekî navxweyî navbera pêkhatiyên civaka hesekê de.
Rola civaka civîl di vî mijarî de serekî ye û gerek xebatek berfireh bike daku bîrweriyê di mejiyê mirov de biçîne li ser giringiya parastina jiyana hevbeþ bi hemû pêkhatiyên bajêr re, û komîtin taybet ji hemû pêkhatiyan avabike jibo parastina aþtîya civakî.
Di baweriya min de çiqasî navkokî xurtbin lê danûsandina pêþketî û þêweyên aþtiyane dê karibin wan çareserbikin.