Zarokan nekujin !
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 26 ÓČŹćČŃ 2012
Mijar: Nūēe



Mehmûd Badilî

Zarok xunçeyên jiyanêne, gernijîn û giriyê wan tižtekî xwedayî ye, kižwer û cîhana wan cuda û têvile ji ya hemî bûnewerên jiyanê.
   Zarok wek hemî bûneweran ew jî dimirin, ew mirina narvînî ya ku mirov tucarî nikare wê rawestîne, yan wê ji jiyanê veqetîne, ji xwe weku jiyan heqe, wisa mirin jî heqe, em neçarin ku mirinê bi pejirînin, lê mirin tale, mirin her tižtê mirov bi xwe re dibe, tenê bîranînan dihêle.


   Em di henteža koçberiya mirovê xwe de çi mezin çi biçûk, hêsiran dibarînin, û xemgîniyê dirêsin, û yên bêhtir diêžin dayik û bavên ku jiyana zarokekî xwe wenda dikin, û baž têdigihêjin ku dema mirin jiyana zaroka wan direvîne, qet nema li wan vedigere, nema ne bi girî û ne bi gernijandina wî/wê ža dibe, wisa ta çend heftî û meh û sal di ser re derbas dibin tenê wêne û bîranîn dimînin.
   Lê mirin ya ku ne hiž, û ne pertûkên asîmanî, û ne mirovatî, û ne destûr û yasayên cîhanê bi tevayî wê dipejirînin, ew mirina ku bi destê mirovan bi xwe dibe.
Nuha ez van çend gotinan dinivîsim, li ber çavê xwedê û mirovantiyê datînim, ku di hente‏‏‏ža žoreža Sûrî de ya ku ji bêhtirî salekê ve lidare, bi sedan zarok hatine kužtin, û kužtina mirovan bûye wek her tižtekî arzan û bêkêr.
   Di felsefeya zanîn û perwerdeya rêjîma Sûrî de, zarok û ciwan û mirov bi tevayî sitûna pažeroja welêt bûn, ev çi derewek mezin bû! çi xapandineke bê çêj û tam bû! nuha her tižt xuyabû, gulên rêjîmê bûne gulle, destê wê kêr û mertalin, himêza wê zevîyên bombeya ye, çavên wê kaniyên žerin, dilê wê kevir û late, giyanê wê pûçe, giyanê keftar û hova ye, ma kî miletê xwe dikuje?! ma kî zarokên xwe serjêdike?! ma kî zengiloka ciwanên xwe ji kokê ve radike..!?.
   kužtina zarokan derdekî dine, êž û žewateke dine, birîneke bi kule di kezeba jiyanê de, dê ev birîn û žewat li ser eniya mirovatiyê, û li ser eniya dîroka Sûrî  wek muhra dojehê herdem xwîn biçirise. Çav û dil sar û matmayî dimînin derbarî vê kužtina rojane, çav kaniyên hêsira ne, û dil kaniyên sozî yê ne, mane derçûna sozî yê yeke, ji xwe tenikbûna hestê mirov tižtekî xwezayî ye, lê ew çi heste yê ku dikare xwe li ber kužtina zarokan ragire, ew çi hižin yên ku fermana kužtinê didin, ew çi destin yên ku kêrê datînin ser qirika zarokan, ew çi çavin yên ku tifingê li sîngên tazî nîžan dikin..?
   Xemgîniya min girane, wisa xemgîniya dayik û bavên ku zarokên wan têne kužtin, de bila hêsiran bibarînin, û li meydanan biqêrin, tucarî ji wan re nebêjin negirîn, çiku girî bi xwe dermane, nemaze dema ku ji bo kesên mirov wan wenda dike, girî êž û derdê hundirê mirov dižo, girî hêz û aramiyê dide mirov ku dîsa jiyana xwe berdewam bike, û jiyaneke nû destpêbike.
   Bêguman kužtina zarokan gunehkariyeke pirr mezine, çiku zarok bi xwe buhižtin li ser rûkê zemînê, zarok roniya pažerojêne, zarok žemalin li gêdûkên tariyê.
  Dibêjin žorež serê zarokên xwe dixwe, lê zarokên žehîd tucarî namirin, bêhna pakrewaniya wan disûrike giyanê ax û av û agir, û bayê welêt, disûrike giyanê dara azadiyê, ev dara ku bi kužtin û xwîn û hêsiran tê avdan, ev dar mîna gernijîna zarokan dê herdem ji azadiyê re ber bide û bistirê.







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3137