er Elifbyan
Drok: 26 2012
Mijar: Ne



Jan Dost

Di serî de: çima „alfabe“?

Nizanim çima gelek -ez jî  pirê caran di nav de- dibêjin „alfabe“ û dev ji „elifbê“ya ku bi sedan sal e di nav me kurdan de dihate bikaranîn, berdane û bi qirika „alfabeyê“ girtine! Mirov bikaranîna peyveke girêdayî teknolojiya nûjen, têgeheke felsefîk...hdw, ku dibe hemwateya wê di kurdî de nebe, fam dike, lê ya ku nayê famkirin ew e, peyvên me yên ku ev bûne sedê salan di ferhenga me de hene, werin emirandin, û em rabin dest bavêjin „bêrîkên“ cîran û rojavayiyan!


Daxuyanîya „soranîaxêvan“
Min daxuyaniya (Groy pêdestî bo parastinî zimanî kurdî) bi herdu zaravayan û elifbêyan jî xwend (hêja Ferhad akelî orîjênala daxuyaniyê bo min and). Ew daxuyaniya ku bûye cihê nerazîbûna hin nivîskarên kurd û li dijî wê daxuyaniyek jî amade û belav kirine.
Bi rastî di wê daxuyaniyê de, hin neheqî hene û xwezî kesên ku ew amade kirine wisa nefikirîbana û nenivîsîbana, bi taybetî girêdana elifbêya latînî bi kemalîzmê ve. Çiku ew elifbê ne milkê bavê Mustefa Kemal e, ne jî îcada tirkan e ku em wî qasî nefretê jê bikin. Heta ku ew berhemeke kemalîzmê be jî, em dikarin –gava ku bi kêrî me û zimanê me bê- bi rihetî ji xwe re bikin elifbê. Bi karanîna tîpên latînî ji zû de derbasî warê nivîsandina peyvên kurdî bûye, ji bo fonetîkên kurdî, kurdnasên rojavayî mecbûrî elifbêya latînî bûne û gelek tekstên kurmancî pê nivîsine, em dikarin li vir çend mînakan bînin:
1- Di kitêba Hugo Makas de (Kurdische Texte und Kurdische Studien) ku sala 1897an li St-Petersburg bi almanî çap bûye hin tekstên kurdî hatine ku hemû bi tîpên latînî ne, ji xwe Hugo Makas di destpêka kitêba xwe de wek elifbêyekê daniye da ku xwendina wan deqên kurdî ji xwendevanan re hêsan bike.
2- Di kitêba Peter Lerch de (Forschungen über die Kurden und die Iranische Nordchaldär) de jî –ku sala 1857an  cara yekem ew jî li St-Petersburgê bi almanî çap bûbû- gelek tekstên kurmancî, heta di dawiyê de ferhengek jî, bi herfên latînî hene. Yanî ewan lêkolîner û kurdnasên ku li ser tekstên kurmancî xebitîne, qet Mustefa kemal nas nedikirn (ji xwe mêrik hîn jidayik j§i nebûbû) lê ewan dîtibûn ku tîpên latînî belkî jî bêtir li peyvên kurmancî û fonetîkên wan tên.

Hêrsek ku nayê famkirin:

Di daxuyaniya „kurmancî“ de hêrseke ku ji min ve nayê famkirin heye. Nivîskarên baûr li yekîtiya neteweyî digerin û dixwazin her tenê yek elifbê fermî be. Çi ziyana wê heye! Ji xwe yekkirina elifbêyê li baûr (ku ew di kirasê dewletekê de ye) gavek ji gavên pêwist e ku divê were avêtin, lê bêyî ku latînî qedexe bibe. Rast e latînî bûye qedera bi milyonan kurd, lê nabe em wê jî bikin yek ji amîrên derizandina textê gemiya kurdî. Li baûr, çi bi biryara siyasî be çi jî bi tercîha xwendevan û rewenbîr û nivîskaran be, divê yek elifbê hebe. Tu dewlet, qebûl nake ku kaoseke wisa serî hilde. Ev pirseke stratejîk e û têkildarê avakirina hiekî netewî yekker e. 
Di daxuyaniya kurmancî de weha jî hatiye: „hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Baûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin“ ez wê jî fam nakin çima hinek ji me, ji kurdên bakur û rojava divê bibin berdevkê kurdên me yên baûr, ên ku em dibêjin qey tiliyên wan ikestî ne nizanin binivîsin, û zimanê wan ewitî ye nikarin biaxivin! Ev daxuyanî eger ji alîyê nivîksar û rewenbîrên Duhok û Akrê û Amêdyê û Zaxoyê ve hatibûya nivîsandin dê bêtir xwedan mentiq û rastî baya û bihata pejirandin. Lê ku em rabin serkêiyê bikin, ew êdî destêwerdan e û neheqiye. Ew parçe ji Kurdistanê bi kêfa xwe ye, çi elifbêyan bo xwe ba dibîne, kîjan zaravayî bo xwe minasib dibîne, ew azad e û biryara derbarî vê pirsgirêkê ayidî wan e.
Di cihekî daxuyaniya kurmancî de  jî ev çend hevok derbas dibin: „Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabekirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin“.
Ev jî bi min ecêb hat! Ma qey kurd ne dabekirî ne! Ji xwe  her parçeyek taybetmendiyên wî hene û ji parçeyên din cuda ye. Xwezî kurd ji hev ne cudabana lê cudane. Xwezî Kurdistan her yek parçe baya lê ne wisa ye. Em nikarin xwe di ser van rastiyên geopolitikî re biqevêzin, em nikarin rastiyên tarîxê bikin qurbana xewnên xwe yê neteweperest.  
Di daxuyaniya kurmancî de dîsa gava dixwazin fikreke “soranîaxêvan” pûç bikin, wisa nivîsandine: “Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike ». 
Ev dikare di welatekî mîna Tirkiye de were gotin ku gelek netewe lê dijîn û ji mafê her neteweyekê ye derbirîn û ifadeya xwe û çanda xwe û bi zimanê xwe bike, lê di nava neteweyekê de nabe ku em parçebûnan kûr bikin, û dery û qelûan bêtir bikin çiye neçiye, ew zarave dewlemendiya civaka kurdîne ! 

Pirseke dawî :
Gelo çima rewenbîr, zana, lêkolîner, nivîskar, akadimisyen û xwendevanên bakur xwe fêrî herfên aramî/erebî û xwendina berhemên « soranî » nakin û xwe ji ewqase berhemên nazik û êrîn bêpar dikin E eynî pirsê ji rewenbîr, zana, lêkolîner, nivîskar, akadimisyen û xwendevanên baûr û rojhilat jî tê kirin, gelo çima ew xwe hînî elifbêya latînî nakin û hayê wan ji pêveçûna kurmancî nîne !
Herdu teref gava ku derî û pencereyan bi ser hev de vekin û li hev û berhemên hev binêrin, guhên xwe bidin ser awazên dilê hevdû, dê ji hev fam bikin û ew dê çêtir be ji wan daxuyaniyan. Dawî kîjan elifbê, kîjan zarave dibe serdest, ew êdî di destê demê de ye.

Ev nav grûpa ku daxuyaniya dijberî daxuyaniya nivîskarên baûr derxistibû, li wan kiriye. Ez ne pê re me û wê mîna piçûkxistin dibînim.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3136