Ji Ayetên Kurdan
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ÓÈÊãÈÑ 2012
Mijar:





Yasîn Hisên

18 kulîlk bûn
11 binefþ bûn
27 darên spîndarê bûn
3 melyon xwedawend bûn
Gelo, ji baxên me re çendîn kesên din divên?


- Ma qey em ê bifetisin yadê?
- Ma gelek ma yabo?
- Qey wir gelekî xweþ e yadê?
- Amûdê xweþ yabo?
- Min bêriya parka xwe Emîna kiriye.
- Min bêriya Apê xwe Kemal kiriye yabo.

Bê girî li ser destê mirovekî biyan.
Hêdî hêdî xewnên xwe didan ser hev.
Tifên mezin di devên wan de bûn.
Giriyê wan di nava ava Îca ya þor de dibû nuqteyên ava derya.

Bimre Îca, Bimre, zuha bibe
Da em bikaribin gora hêstirên xwe bikolin.
Bimre, da em bikaribin tirbên 18 kulîlkan bikolin.

Zivistan li ber derî ye

***

Zivistan li ber derî ye
Ez ê cilên gerêm li keçika xweyî biçûk bikim
Ez ê porê wê þeh bikim û solek xweþik têxim lingên wê
Ez ê berê wê bidim Yonanê
Wê bikim Hêlîna Tirwada

Erê Îca, de bimre îca
Gulîkên keça min þil bûn bi þorahiya te
De bimre îca
Te keçika min qefiland
De bimre Îca
Te ez vegerandim welat……..
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3126