Jin di metelokn kurd de
Drok: 22 2012
Mijar: Ne



Roja çaremê 20.06.2012, li danigeha encûmena kurdî li Sûrî-Qamilo û li ser daxwaziya komela Subartu, û bi amadebûneke jinê yî balkê û ciyawaz, Mamoste Fewaz Ebdê bi simînarekê bi nave "Jin di metelokên kurdî de" rabû.
Simînar li tevaya çarçiwên jiyana jina Kurd rawestiya; weke kepanî, jina male, dê, perwerdeker, hewî, keça evîndar, xwazgînî, delalî, spehîbûn, bûk, xesû, û ya kurdûnde.. li gel titê neba (negatîv) di jiyana wê de.


Di dawî de simînar –bi alîkariya metelokan- giha encamekê, ku mêr bi jinê ye û jin bi mêr e, herdû bi hev re jiyanê avadikin.
Hin ji metelokên di simînarê de hatin:
1-Jin stûna malêye.
2-Mala ku jin avabike, kes nikare xerabike.
3-Dar bi berê xwe ye.
4-Serê ku serî jê nekevin, bila bê veartin.
5-Jina çê ji hezar mamote çêtire .
6-Law dest tavêje sure bavê, keç dest tavêje teiya dê.
7-çavê re kil naxwaze.
8-Jina bê fedî, weke xwarina bê xwê ye.
9-Axa jinê û axa mêr her yeke.
10-Jin û mêr du baskên teyrekî ne.
Simînar bi van gotinan bi dawî bû:
Di kelepûrê kurdî de her û her navê zayend mê berî zayend nêr tê, weke: Jin û mêr, keç û xort, dê û bav, xwik û bira, pîrek û zilam, pîr û kal "Xwedê we bi hevre pîr û kal bike". Ev jî nîanenek ku Kurd qedrikî mezin didin jinêû nîana rêzgirtinekê ye ji wê re. Lê di dawî temen de dibêjin: Kalo û pîrê. Gelo ev ji ber ku "kalo" bihtir hewceyî guhdanêye navê wî berî yê "pîrê" hatiye?! Ev cihê pirsêye û bersiv belkî li cem civaknasan be!.









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3053