Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere...
Ji ber ku “...devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide paþ.”
Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Þerqê. “Þerqa rûhaniyetê. Þerqa ronahiyê. Þerqa roj û xweþiyê. Þerqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keþeyan? Bi sedan mîrniþîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi þûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?”
Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser þopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba “El Ifade fî Iksîr el Se‘ade.”
Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin.
Dawî dema ji wê “komedya mirovahiyê” a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; “þîret”ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike.
“Martînê Bextewer”, sînorên romana kurdî fireh dike...