Di sala 1450 z de xwedêdanek kete žopa wežan û belavokên ragihandinê, ew jî xwedêdana teknîka çapemeniyê li ser destê Yohans Gotinberg li bajarê Almanî – Mayinz- bû egera belavbûna rojnameyan bi žeweyekî berferh di nava hemû bežên civakê de , her çendî ew nûbûnek bû kete rojeva çapemeniyê de , lê ew di žopek teng de ma em dikarin bêjin ku rojnameya ( rolasyon ) ango –pêwendî- , yekemîn rojnameya resen li bajarê Strasborg ê di sala 1605an de derçû.
Vêca em werin ser rewža rojnamegeriyê û ragihandinê li kurdistanê da em bibînin ka pižtî çend salan ji nû ev alav kete nava civaka kurd de û rola wê çiqas bi bandor bû.
Rojnameya di kurdistan 1898 an de , yekemîn rojname bû li ser destê mîr Miqdad Bedirxan ve hate çapkirin , pižtî nêzî 300 salan ji nû ve li kurdistanê xwedê da, ew jî li koçberî û welatê mižextiyê hate çapkirin û bi taybet li Qahîre ji ber du sedeman .
1- Desthilatiya Osmaniyan ber bi aloziya roxandinê ve diçû .
2- Hatina hêzên Ingilîzî û gurûgež kirina opizisyonê ji bal wan ve li hember desthilata Osmaniyan .
Ji vê yekê rewženbîrên kurd dizanîn rola pozîtîv ya ragihandinê û çapemeniyê di veguherîna ramanê siyasî li hember hêzên dagirkerên Osmanî û herdemî hewldanên hižyariyê li hember wan dikirin bi mebesta rizgarkirina xaka welat .
Di qûnaxên bizava rizgarîxwaza netewa kurd de , rojnamegerî bi pêla serhildana žorežên kurdî gurûgež dibû , yan lewaz û qels dima .
Di serdema me ya îroyîn de gelek alavên ragihandinê peyda dibin bandora wan di veguherîna bîreweriya civakî de diyare , bi taybet ragihamdina çapemenî dihêle ku hižmendiya civakê ber bi doza civakî , siyasî û çandî ve here dema ku dê û bav karibin vê çandê li nik zarokên xwe biçînin û heskirina xwendina çapemeniyê bikin .
di têbîniyê wežanxaneyên Emrîkî de diyar dibe ku mirovên çapemeniyê di zaroktiya xwe de dižopînin , di pažerojê de ew çaktirîn mirovin di xebata civakî û siyasî de .
hemû alavên ragihandinê di seranserî cîhanê de dikevin bin siha berjewend û aydiyolociyan de , xwe ragirtina li ber vê pêla dijwar ji bo parastina nifžên pažerojê , pêwiste perwerdeya heskirina netew û welat werin kirin û derfet newe dan da hemû bežên civakê ber bi mizaxtinê ve neherikin , di serî de fêrkirina zimanê kurdî û di dûv re wežanên ragihandinê di riya pêžkêžkirina bernameyên zarok , jin , xort , xwenda û gundiyan , di ragihandinên kurdî de werin wežandin û pênasîn ji civakê re da ku karibe bibe bendav li hember pêlên alûzekirinê li dij çapemeniya rež û bedkar û pûçelkirina civaka kurd .
heger em karibin di ragihandina kurdî de van xalan dabîn bikin , hingî civaka kurd bi tevayî wê bi doza xwe û netewa xwe ve were girêdan û heskirina welat peyda bibe .
heskirina ziman, stran,wêje, dîrok , cilûberg , leystok , film , xwendina çapemeniyê , ahing , festîval , çand , huner û korên yarî û yaneyên rewženbîrî , bi hevdû re dibin hêza parastin û dabînkirina civaka kurdî ji riyên vajî û çewt .
tižtek bi hêvî û daxwazan nayê parastin , lê belê bi ked û bizavê derencam dibin , di vê mijarê de wekî hatî niyasîn çiqas rola rewženbîran di ragihandina ramanê netewî de hebû , her weha jî niha ew rol carek din dikeve ser milê rewženbîr û zana û siyasetvanên kurd , ku hemû bi hevre xebatek hevbež bi pêžxînin ji bo parastin û avakirina civakek saxlem û aza , ev erkek sincî ye , exlaqiye , welatperwerî û insaniye , heger ew viya nekin wê civaka kurd ber bi rûxandin û tunekirinê ve rûbirû bimîne û gunehbariya mezin her dimînin para rêçenas û pisporên vî miletî .
18/4/2012