Mixabin rewža me ev e!
Dīrok: ĒįÓČŹ 31 ćĒŃÓ 2012
Mijar: Nūēe



Qado Žêrîn

Bi gumana min kurd xeleka herî lawaz in di žoreža Sûriyê de, ji ber wê mafên wan di kongira Istanbolê de nehat çesipandin, belê hatin îhanet û pižtguhkirin. Li beramberî wê kiryara kirêt,  bila kurd žiyar û agahdar bin ku ji yekîtiya wan, ji yekkirina helwest û gotara wan tižtekî din tune ku mafên xwe bi destxînin.
Bi gumana min, cihê kongirê ku Tirkiye bû, ne ew bû egera tunekirina mafên kurdan, belê kesên ku pirojeya Sûriya nû ya pižtî Bežar amade kiribûn, ew bûn sedema sereke. li gel ku Tirkan ji tižtekî bêrî nakim û dizanim ku mafên çirçirkên kurdan jî tune dikin.


 Ji aliyekî din ve, bi gumana min vekižandin çareseriya herî hesan bû, gerek çareseriya dawî ba.
Vekižandina kurdan tazîkirina hižmendiya kurdî bû. Gerek kurd ji wê astê bilindtir bana. Lê pižtî vekižandinê û girtina deriyan, gelek kurdên mîna min dipirsin: û di dûv re, ka hûnê çi bikin?.
Mixabin ta ana kurd bi gižtî, partî, hevrêzên xortan, serbixwe û rewženbîr di bin sîwana parastina berjewendiyên kurdan de ne civiyane. Ew erkek netewî û dîrokî ye, heçê karibe û neke bila xwe ji lêpirsîna dîrokî re amade bike yan jî bila ji meydanê vekiže û cihê xwe azad bike.
Eger hat û rêjîma li ber rûxandinê gavek ber bi mafên kurdan ve avêt û got: fermo ji we re mafên we, li gel ku naxwazim rêjîm wê yekê bike û ne jî bawer dikim bike jî, lê bi gumana min ku hat û bû, wê rêjîm bikaribe durûtiya xwe li ser hin kurdan bimežîne, wê wextê wê hin kurd bêjin: binêrin rêjîm ji me kurdan re ji hevrika Istanbolê bažtir e.
Yên ku tawanbariyan ber bi Dr. Abdilbasit Seyda ve dajon jî žaž in, çimkî ew di Encûmena Nižtimanî ya Sûrî de ne nûnerê miletê kurd e, çimkî ne kurdan çi bi hilbijartin çi jî ji aliyê partî û hevrêzan ve nehatiye danîn, êdî bila kesek zêdeyî karînên wî tižtekî din jê nexwaze û gazinan nehûnin.
Mixabin biryar û helwesta partiyên me jî ne serbixwe û ne jî ji ba wan e, ya ku ji qendîlê û ya ku ji bažûr digre, ev yek bandora xwe yekser li ser rewža kurdan û asta wan di žorež û axaftina bi hevrikê re, dike. Bi gumana min ev sedema sereke ye ku civandina wan di bin sîwanekê de zor be, qedera me jî ketiye destên wan ên ku berjewendiyên xwe bi me û pêžeroja me nadin.
Berê me gelek caran nivîsandiye; bila tecrubeya bažûrê Kurdistanê pižtî rûxandina rêjîma Sedam û bidestxistina mafan li bîra we be. Her wisa bizanibin ku ‘’erebên pižtî žorežê, dê ne bi gelekî ji erebên berî žorežê (Bežar û žila wî..) bažtir bin. Êdî žiyar û agahdar bin.
30.03.2012








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2920