Çemê sor
Dîrok: ÇáÃÍÏ 25 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



 

Eziz Xemcivin

" Ji bo canê þehîdê azadiyê Idrîs Reþo"
 
Zavayê xwînþêrîn, 
bi xemleke kurmaciya rengîn,
bi tihna ramûsana evînê,
risteke werdekên jînê 
li ser qiraxa qerdena te diçurisin…


Çi qas sor î ey keder,
rengê birînê
biherike … biherike…

Ey canê pak li ber kelecana te
þitlên azadiyê þîn dibin…
Kulîlkên ala me
Ji bin kevirên zordestiyê dibiþkuvin…
Dîsa bi tîpên zêrîn,
qiraxa çemê sor dipelînim…
Hêsirên rengareng bi kesera xwe re diherikînim…
 
Bes e çemo bes e…
Avdara te ji xwîna me têr nabe?
Bes e dilvînê mîrgehê,
zavayê canbuhar
li ser pirda qehremaniya te
dîrokê,
ewî bi karwanê firiþtan re
di rûpelên azadiyê de binivîsîne…
 
Bi cilên spî,
li ser hespê spî
digel "Derwêþê Þerqî"
û "Siyamendê Silîvî"
bi koç û karwanekî himhimî
me pakrewanê xwe guhast…
 
Jiyana pîroz navê vî þêrî jî
li ser sînga xwe bixemilîne…
 
17.03.2012 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2916