Ez bawerim ermek pir mezine ku nivsakr me di v qunaxde wek kevn xwe bikin nikaribin swanek kin
Drok: 24 2012
Mijar: Ne



 Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Di serîde sipasiyek taybet ji malpera welatê mere li ser karê wê yê pîroz
Li gor ku min nivîsên wan hevalên beriya xwe xwendin diyare ku tev di xwazin sîwanekî li gur demê û bi rêk û pêk ji nivîskarên kurd re li Sûrî were pêk anîn. Bê goman ev bi xwejî ciyê sipasî û ahiyê ye, li ber dilê her kurdekî dil sozê welat û ziman û miletê xweyê bindest û perîan û bê ser û ber.


Di baweriya min de Sûriya û derdora Sûriya wê guhertin in mezin têde çêbibin divê dema werê de û gerek em jî xwe li gorî demê iyar bikin. Ne tenê iyar lê gerek em ji beriya miletê deverê amadekarbin ji van guhertina re û em ji xwe dest pêbikin. Ez bawerim mejîkî vekirî ji mere gereke û em dev  ji ez eziya kevanr ya ku ji hezarê salan ve di hestiyê me de cî girtiye. Ew ez eziya ku hemî tit ji dest me girtiye ji kûrahiya dîroka me ve, bawerim gerek em gihabin dawiya vê ez eziya wêran ya ku di vê qunaxa giring de nahêlê em titek ji xwere bikin û bi kevin rêza miletan de û bibin mînak ji miletê dora xwere...
Ez bawerim daxwazek wek vê hêjaye ku mirov êwrê li ser neke û dîrek pirogeramekî bi rêk û pêk amadebike û bibê destûr ji wê sîwana ku tev doza çêkirna wê dikin. Ez bawerim ermekê pir mezine ku nivîsakrê me di vê qunaxêde wek kevnê xwe bikin û nikaribin sîwanekî çêkin û tev li ber siya wê ciyê xwe bigrin. Bêgoman gerek ev delîve ji destê me neçê ne wek nivîskar û ne jî wek hêzên siyasî. Ji ber ku em tev çi nivîskar û çi siyasî û komelê civakî tev enceq karibin bibin dengê miletê kurd li Sûriya û em tev gerek vê rastiyê zanibin û li xwemukur werin ku bêyî van teva kes ji me titekî bi ser naxe û wê ev delîve ji destê me here.
Wek Seydayê Cegerxwîn gotî dev ji kar kevin berdin bila kes ka kevin nedêrê besa. Ne bi yekîtiyê û hevkariyê be em nikarin rometa xwe bi parêzin wê li ber piya here heger ku hîn
mebe.......
23-3- 2012
Ev nivîs taybet e, ji bo doseya welatê me ya jibo yekîtiya nivîskarên kurd li sûriyê








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2914