8mîn salvegera 12ê adarê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 14 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



Arþevê Oskan

Salê carekê em û adar pêrgî hev dibin. Geh em hev himêz dikin û evîna dilê xwe bi hev re par ve dikin û buharê li hev pîroz dikin û geh jî em gazinan ji durûtiya wê dikin. Ev adara ku ji kurdan re wekî sersala nû, wekî dosta dîrokî û vejîn û xemla giyan ku di dilê her kurdekî de xunc dide. Ez wekî kurdekî pê hez dikim ku buhara welatê min ji ya hemû welatan xweþtir û dewlemendtir e. Adar jî mizgîniya wê buharê dide me. Ji aliyekî din ve jî, em gazinan jê dikin, ku gelek birînên dijwar di dilê me de vekirine. Em carnan jî bi tirs in, ku nehêle em bi vê mizgîniyê þad û bextewer bibin.


Adarê bûyerên mezin di bin paþla xwe de veþartine. Her ku em nêzîkî rojên wan birînan dibin, jan û þewata wan hinavê me didin ber êþên xwe û me li xwe þiyar dikin. Yek ji wana bîranîna 12ê adara 2004an e. Di vê rojê de þahî û þîniya kurdan tevlihev bû. Þînî û þahiyê di vê rojê de destên xwe dan hev û em avêtin hêlana dîrokeke ku ne pelên wê dirizin û ne jî evîna dilê kurdan ji azadiyê re bidawî dibe. Nivîsandina vê serhildanê li rûpeleke bi rûmet hate xêzkirin. Em birin destpêka qûnaxeke dîrokî ya giring û em li gelek tiþtan þiyar kirin û dîwarê tirsê di dilê me kurdên rojava de herifand.
Li seranserî cîhanê, em di navbera þahî û þîniyê de, di navbera ken û girî de û di navbera têkçûn û serkeftinê de diçin û tên. Ev saleke taybet e ji bo bibîranîna vê helkeftê. Ev salek di ser þoreþa sûrî re derbas dibe, bi hemû talî û þêraniyên wê, em di nav de dijîn. Lê em ê bibin hevparê þêraniyên wê, em hîna jî bi guman in, tevî ku em li ser axa xwe dijîn. Li hin der û deverên cûda serhildana 12ê adarê wek cirûska þoreþa sûrî tê binavkirin û li layekî din, ku ev serhildan û germahiya wê, vîna dilê kurdan ji þoreþa sûrî didize û ber bi xwe ve radikþîne.
Di vê salê de, hin wêne li dîwarê cangoriyên rojavayê Kurdistanê zêde bûn. Mîna stûnên bi hêz dikevin bin barê vê þoreþê û rûyê rojên þoreþê dixemilîne. Yek ji wan stûnên bi hêz Miþel Temo, Nesredîn Berhik û Dr Þêrzad in. li piþt wan jî bi dehan ciwanên ku li leþkeriya sûrî bi destên xinixiyê û xedariyê jiyana xwe dane. Li van miting û xwepêþandanan wêneyên pakrewanan mîna rêberan, hêz û enercîyê didin civat û komên me. Tabloya me îsal bi xemleke cûda û berfireh hate xemilandin û her diçe azadîyê bi me re dikenîne.
8 mîn salvegera 12ê adarê di nav rojeke bi evîn û vejîn de tê pêçan.
Jiyan û pêkhatin ji bo serhildan û azadiya gelê kurd li herderê cîhanê.
Em li hêviya welatekî serbixwe û civateke azad in.
13.03.2012.  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2899