di sala 1970z berê xwe da Libnanê , da karê xwe yê hunerî bi azadî pêþde bibe , ji ber ku hunermend her û her tiyê azadiyê ye ,
li Beyrûtê di koma Serkewtin de kar kir di gel Se`îd Yûsif û Mehmûd Ezîz û Remezan Necim Omerî ,li Beyrûtê gelek aheng li darxistin , li sînema Rîvol û Bîblos ,
di ahengek ji ahengên wî de serok wezîrê Libnanê Sa`ib Selam amade bû ,û pir kêfa wî ji dengê M.Þ re hat, û ew dît hunermendek hest rast û nazik,
Lê M.Þ li libnanê nema , 1973z berê xwe da baþûrê kurdistanê ,demekê ma li Kerkûkê û paþî berê xwe da Bexda ,di beþê kurdî ji telfizyon û izgeha Bexda de kar kir,
di wê demê de dan û standin bi hin hunermend û mozîkvanên mezin û navdar re kir ,mîna M.A.Cezrawî,Tehsîn Taha, Þemal Sayib ,Gulbihar û Beþar Zaxolî , û pir ji pisporya wan xwe pêþxist,
hejî gotinê ye ku M.Þ di dema þoreþê de carekê dire serdana Berzaniyê nemir ,di wê dîdarê de serok M.M.Berzanî pir rizammendî sipasya xwe jê re diyar dike,û wî xelat dike ji bo karê wî yê pîroz di xizmeta þoreþ û hunera kurdî de.
M.Þ li baþûrê kurdistanê dimîne , bi kar û xebat di nav rêzên pêþmerga de ta sala 1975z dema þoreþ têkçû ,neçar ma di gel hezarên pêþmerga û xizanan miþextî Iranê dibin,li wan welatan jiyanek bê hêvî bûrand,ji ber astengên li pêþya xebat û hunera wî dihatin danîn ,
li Iranê hev jîndibe bi keçek kurd re ,û sê zarokên wî çêdibin keçek bi navê felek û du kur bi nave Birahîm û Birûsk ,piþtî neh salan ji tehliya biyaniyê di 1981z vedgere nav kes û xelkên xwe li Qamiþlo,di gel hevjîn û zarokên xwe ,
lê di nav xelkên xwe de ji hêminî û aramî nedît ji ber rewþa abûrî ya teng,û çewisandin a siyasî û ewlekarî ,
çendî jiyan di serê Bavê Felek de teng dibû, hestê Wî kûtir dibû , û tilyên wî gilî û gazinên xwe bi têlên tembûrê re dijwartir dikirin,
ev azar û kovanên salan xwe li canê hunermend dan hev ,ta tevde bû êþ û nexweþî di laþê bavê felek de ,ta giyan ji dest da di 9azara1989z koça xwe ya dawî kir ,
bavê felek birînên millet dikewandin bi dengê xwe yê bi þewat ,îro jî millet ew karê wî yê giran biha ji bîr nekir ye ,
bavê felek dema koça xwe ji nav me bar kir temenê wî çil ûyek sal bû ,di bihara jiyanê de barkir ,ne tenê temenê wî kin bû ,ev temenê kurt jî bi nexweþî derbaskir ,zarotiyek perîþnî û xortaniyek bê miradî ku pareke ji çar parên jiyana xwe sergûn kirî ma li kurdistana Îranê û jana penaberî û biyaniyê dikþand ,
ji bilî wilo li penaberiyê jî Savakan ne dihiþtin jiyana wî aram bimîne , dema li welat jî bû û piþtî vegerê jî , jiyanek tal û bi zindan û bi lêdan derbaskir ,
ta radeya ku jêre digotin eger tu kasêtekê an stiranekê tomar bike emê tiliyên te jêbikin ,
MIHEMEDÞÊXO zimanê milletê xwe bû dengê wî yê qerar û xemgîn êþa milletê kurd berçav dikir ,
bi rastî ev bû raza ku millet bi vî rengê berfireh bi Bavê felek ve hatibû girêdan ,
milletê kurd bi giþtî rojê nexweþiyê di jiyana wî de pirtirin ji yên xweþiyê ,ji ber wilo MIHEMED ÞÊXO hevparê beþeke mezine ji jiyana her mirovekî kurd ,
û sedema dîtir ya ku hiþte MIHEMED ÞÊXOdi hunera xwe de bi serkeve , wî zanîbû bi zîrekya xwe helbestan hilbijêre li gor awazên di dilê xwe de û hestên xwe yên rast û ronî ,
û karîbû dengê xwe û ramanên helbestvan li hev bihûne û derbasî dilê millet bike da têde sermedî bimîne ,
raste dibêjin :(hestên ji dil dighêjin dil ),bi rastî Bavê felk bû dibistanek hunerî û welatparêziyê ,hejmareke mezin ji hunermendan têde fêr bûn ,tê de têgihiþtin yaseyekê ku tiþtek li ber avê naçe ,kesê melhêbek pûþ bavêje ser bêndera vî milletî nayê ji bîrkirin ,bavê felek çendî talî di jiyana xwe de dît ,lê ew li ber dilê milletê xwe þêrîn bû û þêrîn ma ,
em bawerin ku giyan ê wî arame û vehêsayî ye...Bavê felek ne ti bû yê bi dengekî þewat digot :(nejî bo mirdin bimre bo jiyan ...çun qezenc dikey ta nebî ziyan..)
Bavê felek raste te jiyaneke kurt bi êþ û kulan bûrand ..lê belê ew jiyan ji bo giyaneke sermedî bû ..….