Mihemed Şêxo ( jiyan û huner )
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



Ibrahîm Ebdî
Mişel ê Osman

"Dîroka bizava milletê kurd hemî bi rêka sitranê hatiye gotin"
             ( Mîr Kamîran Bedirxian)
Gava mirov bixwaze li huner û sitranên kurdî guhdar bibe, bê guman wê gelek Hunermendên navdar bibîne,nexasim hunermendên ku bûne sitûn û bingeh di hunera kurdî de, mîna (Kawîs axa - Mihemed Arifê Cizîrî – Îsa Berwrî – Meyrem Xanê - Eyşêşanê …) û gelek hunermendên dî. Yek ji wana Mihemed Şêxo ye  .


Gelo herkes dikare di derya hunera Mihemed Şêxo de avjeniyê bike?
Belê.. herkes dikare.. gava ku mirov li sitranên wî guhdarî bike, hingê emê binasin ku çi taybetmendiyek wî heye di helbijartina helbestan de, lê gava em sitranên wî vekolin û şirove bikin ,hingê emê binasin ku Mihemed Şêxo kî ye.

Zaroktiya (Mihemed Şêxo)
Navê wî yê resen Mihemed Salihê Şêxmûsê Ehmed e
Li ser zayîna  wî her hinek tiştekî dibêjin, lê diya wî ya bi navê (Fatma) wilo dibêje: " gava Firensî ji Sûrî derketin piştî salekê ,di dawiya Sibatê de xwedê Mihemed da min li gundê (Xecokê) ya mezin, hîn di çel de bûm, Çaçanê Xelo hate kuştin li gundê (Qotikê)".
Ango Mihemed Şêxo di sala 1947 an de, li gundê Xecokê,li Başûrê biçûk nêzîkî bajarê Qamişlo, ji dayik bûye.gundê Xecokê 20 k.m dûrî bajarê Qamişlo dikeve.
Di sala 1959 an de,li gundê Xecokê, dest bi xwendinê kir, di xwendina xwe de jîr û şareza bû, ji ber vê yekê mamosteyê dibistanê (Mihemed Cim`a Kêzawî) pir ji wî hezdikir,li Xecokê bawernameya seretayî wergirt.
Di sala 1965 an de,çû Qamişlo ji bo xwendina dibistana ya navîn.
Di sala 1967 an de,dev ji xwendinê berda,bi sedemên rewşa abûrî û destengiya malbata wî û êşa çavên wî. Vegeriya Xecokê,
Ji ber ku yê mezin bû di nav xuşk û birayên xwe de, xwe didît berpirsyar, ji ber vê yekê bi bavê xwe re, di nav zeviyên xelkê de avdaniya pembo û baxçeyan dikir.
Di kar û xebata rojane de, car bi car Mihemed Şêxo mijûl dibû di gelê xwe de,digot : " çima gelê min  xizane, hejare, bindeste"
Apê wî Hisên mamosta bû di çêkirin û kok kirina tembûran de, carna tembûr ji heskê çêdikir,carna ji tarên moxil û bêjingan tembûr çêdikir. Mihemed Şêxo daxbarbû bi apê xwe ,û evîna tembûrê ji zaroktî ve kete dilê wî, hîn  biçûk bû dixwest xwe hînî tembûrê bike.
Xwe fêrî xwendina zimanê Kurdî kir ,dîwana helbestvanê mezin û hêja Cigerxwîn(Pirîsk û Pêtî)baş dixwend û jiber dikir,li êzgeha Êrîvanê û Bexdê li Hunermendên Kurdistanê guhdarî dikir (Mihemed Arifê Cizîrî - Hesenê Cizîrî - Kawîs axa - Îsa Berwrî - Girapêtê Xaço - Meyrem Xanê - Nisrîn Sêrwan - `Elî Merdan - Eyşêşanê..).
Piştî van hunermendan, di warê sitranên nû de, li (Tehsîn `Taha – Şemal Sayib) jî guhdarî dikir.
Di derbarî folklor û hunermendên kurd yên kilasîk wilo digot:
"Ew hunermend tev çavkaniyên kevnetor û hunera gelê me ya kilasîk û dîrokî ne.
Hunermendê ku kevneşopa folklor û dengbêjên welatê xwe ji xwe re neke hîm û binaxe û ji wan bingeh nestîne, ew nikare hunereke temendirêj û dîrokî pêşkêşî gelê xwe bike."
Di sala 1968 an de navê wî hat ji bo çûna leşkeriyê,lê ji ber ku herdû çavên wî bêhêz bûn wî bexşan (efû ) kirin.
Xelata herî mezin jêre, gava apê wî Hisên tembûrek diyarî wî kir, hewil dida xwe da ku xwe li pêşxe.
Mihemed Şêxo jiyana xwe li gelek gundan buhartiye (Xecokê - Amirê mezin - Hec Nasir - Xirbê Kurman ) lê gava çûne gundê Xirbê kurma û salekê lê man,li wî gundî mamostayê hunerê Xelîlê Êzîdî naskiriye,her dem şevbuhêrkên hunerî lidar dixistin digel hunermend Hisênê Tewfê û Helîmê Hiso,  gelek sûde ji wan şevbuhêrkan wergirt .

Çûna Libnanê
Di dawîya sala (1969) an de,Mihemed Şêxo berê xwe da "Beyrûdê"..li navenda Xwendina yekîtiya mozîkê xwend.
Di sala 1972 an de, bû endamê hevgirtina hunermendên Libnanê.  
Hevalbendiyeke xurt di navbera wî û hunermendên Libnanê de çêbûn mîna (Feyrûz - Nesrî Şemsiddîn - Wedî` Elsafî - Asî Rehbanî..).
Wê çaxê li Beyrûdê sê komên hunerî hebûn:
1-    Koma (Serkewtin) bi serokatiya hunermend Mehmûd Ezîz Şakir.



2- Koma ( Newroz) bi serokatiya hunermend Se`îd Yûsif .
3- Koma (Gulîstan) bi serokatiya hunermend Mihemed Teyib Tahir.
Mihemed Şêxo pêşî di koma Newrozê de karkir,pişt re di rêya mamosta Kemal Şanbaz xwe gihand koma Serkewtin.
Hunermendê hêja Mehmûd `Ezîz Şakir (serokê koma Serkewtin )dibêje:
"Me di koma Serkewtin de kar dikir ,rojekê rehmetyê Kemal Şanbaz xortek bi xwe re anî û ji min re got ev Mihemed Şêxo ye, wê bi we re kar bike,despêkê me odak kirê kir, ji Mihemed Şêxo û Remdan Necîm Omerî re,dipêre me dest bi pirovên xwe kir,wê çaxê Mihemed Şêxo sitran ne digot ,tenê li tembûrê dixist, min jê re got : dengê te xweşe çima tu nastirê ,  go : ka ezê çi bistirêm .min sitranên xwe şanî wî kir, du sitran ji wan helbijart (Di baxan dilberim Sorgul û Gewrê)me pirove  çêkirin di komê de û me dest pê kir.
Di 18-12-1971 ê de,di sînema Rîvolî de,me ahenga xwe lidarxist,di bin siya Serokşalyarê Libnanê (Sa`ib Selam).û ahengek din me di sînema Bîblos de, di 24 - 4 -1972 an de çêkir,herdû aheng biserketin"
Di sala 1972 an de, piştî cenga Libnanê, Mihemed Şêxo vegeriya gundê xwe Xecokê, û li Rimêlan kar kir û li Tirbe-sipiyê rûdinişt di wê demê de, bi alîkariya çend hevalên xwe komek mozîkê damezirandin, lê desthilata Sûrî nehişt ew herdû kar berdewam bikin,di pêre dest bi vejandina şahî û cejnên Newrozê kir…hino hino deng û sitranên wî derbasî dilê her kesê kurd bû ..

Çûna Başûrê mezin (Kurdistana Iraqê)
Di dawiya sala (1972)an de, digel astengî û kelemên di rê de, wî berê xwe da kurdistana `Iraqê,çû Bexda sitrana yekemîn (Bexçê Gula) li Êzgeha Bexda tomar kir,heyva pêşî, di rojê de sê caran dihate weşandin,piştre vegeriya Qamişlo,gelek zehmetî ji desthilata Sûrî dît, û dihate girtin.
di Sala 1973 ê de, cara diwemîn bû, çû Bexdê, sitranên nû di êzgehê de tomar kir,
xelkê dengê Mihemed Şêxo di radiyoya dengê Kurdistan û Bexda û Kermanşahê de dibhîstin û guhdarî dikirin .
Di sala 1974 an de Mihemed Şêxo li (Sersingê) digel Hisênê Haco û birayê Hesen yê biçûk, û Ehmed (Zero) dijiya. Û di wê demê de tevlî vestîvala hunerî ya kurdî li Bexda bû. di wê ça`xê de pêwendiyên wî bi hunermendên navdar re çêbûn mîna(Mihemed Arifê Cizîrî-Îsa Berwrî - Şemal sa`ib- Te`hsîn `Taha- Bişar Zaxolî- Gulbihar..) û hinî dî.
Lê serdana herî mezin jêre, serdana serokê kurdayetî(Barzanî) yê nemir bû,
Barzanî bi dilekî fireh pêşwaziya wî kir..piştre ew jî strana(kê dunya hejand) li ser Barzanî got..
Gava agirê şoreşa Eylûlê li başûrê mezin geş bû, bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî, Mihemed Şêxo xwe tevlî rêzên tevgera kurdî kir, di hêla başûr de, û bi pêşmergeyan re xebat kir.

Çûna kurdistana Îranê
Piştî peymana(Ceza`ir)û têkçûna şoreşa kurdî, ew û (Hisênê Haco û birayê wî Yê biçûk - Ehmed "Zero" –) bi pêşmergan re , çûn kurdistana Îranê..di kampa penaberan de, ya bajarokê (Rebetê)de, bicîwar bûn,di pêre Li(Mehabad)ê bicîwar bûn,û li wir zimanê Farisî xwend û diploma wê wergirt,li wir pêwendî bi (Mistefa Artûşî û Xelef Zîbarî) re çêkir,di 1977 - 1978 an de, Kasêta xwe tomarkir ya ku têde dibêje: (Mehabad kaniya xwîna şehîdan).
Bavê Felek li Ormiya û Mehabadê (Qazî Mihemed û Simko)bibîr tanî, piştî du salan ji kar û xebatê, desthilata Îranî der bi der siya Mihemed Şêxo dişopand,ji ber vê yekê ew û gelek malbatên kurd surgon kirin parêzgeha (Ostanê Mazenderan) bajarê (Kunbedî Kavûs) nêzîkî derya Qezwînê, Mihemed Şêxo di dibistanek wê de bû mamostayê ola islamî.. Nisrîn Hisên Melekê di wê dibistanê de rêza nehan dixwend,wî di wê dibistanê de Nisrîn naskir, û di sala 1977 an de, ew ji xwe re anî,(di dibistanê de heyvê 300 Tûmanê Îranî distand,lê piştî Nisrîn ji xwer anî,jê re kirin 150 Tûman) diya Felek dibêje: " rewşa me pir xirab bû, desthilata Îranê gelek ziyan dighande me,ji bavê Felek re digotin divê tu di sitranên xwe de kurdistanê nebêje,li wan vedigerand  "ji bo Kurdistanê ez gihiştim vir"… dibû eyd û erefat em ji mal dernediketin,bavê Felek radihişt tembûra xwe  û sitran digotin û pêre digriya.. her çendakî em di malekê de bûn, ji ber vê yekê xwedê (Bêkes) da me û çû dilovaniya Xwedê.
Piştre sê zarok ji wan re çêbûn
(Felek)di sala 1979 an de .
(Ibrahîm)di sala 1980 ê de .
(Birûsk)di sala 1982 an de .

Vegera bavê Felek
Di sala (1983)an de vegerîya, û li  bajarê Qamişlo bicîwar bû..
Di sala 1987 an de, tomargehek vekir bi navê (Felek) lê mixabin,desthilata Sûrî nehişt ku salekê dûm bike,alavên têde tev birin,piştî 5 salan vegerandin (piştî ku Mihemed koç kir ).
Bavê Felek di navendek hunerî (gelêrî) de li Qamişlo, zarok û xort hînî mozîk û sitranan dikir û bi taybetî sitranên gelêrî û sirûdên netewî û welatparêzî..
gelek alîkarî bi hunermend Rif`etê Darî re dikir, bi taybet sitranên Folklorî (Hemdîn û Şemdîn ,Hemê mere) pêre li bizqê dixist.
bêtirî 110 sitiranan di 14 kasêtan de tomarkirîye,sitran têde dûbare nabin.

koçkirina Mihemed Şêxo
Di despêka avdarê de bi xuşka xwe re çûbû Şamê,xuşka wî nexweşbû,li Şamê bavê Felek êşiya .piştî vegeriyan Qamişlo,di 4 avdarê de li mal gelkî êşiya, textor Ebdulmecîd anîn ser,rewşa wî pir xerab bû, wî birin nexweşxana dewletê , dipêre wî anîn mala wî dîsa nexweşî zor lê kir,roja 9 avdarê demjimêr 5 ê  sibehê çavên xwe li jiyanê girt . û hesreta 40 salî (dîtina Kurdistanek azad û serbixwe) bi xwe re bir gorinê, nûçeya mirina wî zû belav bû di nav gel de, êvara wê rojê bêtirî sed hezar kesî (kal û pîr û jin û mêr, zarok û keç)li dû darbesta hunermendê xwe meşiyan bi yek dengî wilo digotin:
Namire namire bavê Felek namire
Namire namire Mihemed Şêxo namire
Berê xwe dane goristana Hilêliyê û li wir hate veşartin.

Pirtûkên çapkirî li ser bavê Felek :
1-Sitranên Mihemed Şêxo
Danhev û Amadekirin : (Beha Şêxo – Qado Şêrîn). di sala (1994)an de çap bûye ji weşanên (Aso) hatiye belav kirin.
bi rastî kar û xebata herdû mamosteyan(Beha Şêxo – Qado Şêrîn) cihê rêzgirtinê ye, lê pir şaştî têde hene,hinek ji van şaştiyan: ,di helbestan de gelek şaşiyên rênivîsê hene,

navên helbestvanan bi hev guhertine wek nimûne:
1-  sitrana (Gewrê ): wan di pirtûkê de danîne ev helbest ya Kemal Şanbaz e ,
    Ya dirist ewe , Gotin û awazê :Mihemed `Elî Şakir e
2- sitrana ( Eman Dilo) – Mihemed `Elî Şakir
    Ya dirist ewe, Gotin û awazê: Yusifê Berazî ye (Bêbihar)
3- sitrana (Perwîn) – Bêbihar
    Ya dirist ewe, Gotin : Omerê Le`lê (Rêncber)e, û awazê Mihemed `Elî Şakir e.    
Gelek helbest bê xwedî ne.ango navên helbestvanan diyar nekirine:
2- Mihemed Şêxo (sitranên Helbijartî)
Nivîskar : Hisên Ibrahîm (2007)
 Mamosta Hisên Ibrahîm di pertûka xwe de 24 sitranên bavê Felek note kirî ye,û (C,D) jî pêre ye.

Bawernameyên rêzgirtinê û diyariyê ku gihiştin malbata bavê Felek:
1-Komela hunermendên Kurdistan – Zaxo (1-1-1992).
2- Bawernameya tilvizyona Kurdistan – kenalê Dihokê .(1-1-1992 )
3- Wêneya bavê felek diyarî ji xwendevanên zanîngeha Şamê (9-3-1999).
4- Bawernameya pêncsaliya seydayê Tîrêj. ( 2007).
5- Pûta bavê Felek diyariya Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî(9-3-2007).
6- (C.D)îyek li ser jiyana bavê Felek,diyariya Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya Kurdî


Bavê Felek çiqa zordarî hejarî feqîrtî dît lê tim digot:
"Pere qirêja destaye,xizanî û feqîrî ne kêmasiyeke bi şerme, kêmasiya mezin ewe ku mirov xwedî pere be lê bê dost,hogir û rûmet be,xweşiya jiyanê ewe ku mirov di civakê de xwedî şexsiyeteke hezkirî û bi dost, heval û hogir be .feqîriya min ji bindestiya welatê min Kurdistana mezin û reşerojiyên jiyana gelê min tê".



Dawî
Emê mijara xwe bi gotina mamosta Mehmûdê Sebrî bi dawî bikin.
Mamosta mehmûd sebrî (Evîndarê xemgîn)li ser Mihemed Şêxo wisa dipeyive: " Mihemed Şêxo xwedê jê xweş be, hunermendekî binav û deng bû, navdar bû, digel ku ez di hunerê de ne gelkî zaname, lê ez karim bibêjim Mihemed Şêxo bilbil bû di sitrana kurdî de, lê bilbilekî pabend bû(multezim) bû, dev ji gula xwe bernedida,gula wî doza gelê wî bû, gelek azar û tengezarî û dijwarî dît, biyanîtî , hejarî , feqîrî dît derbider bû, digel wî hawî jî li ser soza xwe û welatparêziya xwe ma , ta gihaşt Xwedayê xwe, Mihemed Şêxo mirovekî dilpak bû, derûn paqij bû, sinc û siruştiyên wî gelekî paqij bû,ez karim bibêjim Mihemed Şêxo tu kes jê ne didexisî û jê `aciz ne dibûn, Mihemed Şêxo gava gihaşt xwedayê xwe, nemir ma û wê nemir bimîne,bila hunera kurdî û rewşenbîriya kurdî sax bimînin û pêşve herin û gul bidin ".
Keser971@hotmail.com
mishelosman@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2897