Mihemed xo.. namire
Drok: 11 2012
Mijar: Ne



Amadekirin: Mehmûd Badilî

Hunermendê kurd ê navdar û gewre, Mihemed êxo di salên heftê de ji sedeyê bîstan stêra wî li asîmanê hunera kurdî berzû.
navê wî, Mihemed Salihê êxmûsê Ehmede, sala 1948an li Rojavayê kurdistanê, li gundê Girbawî yê ku dikeve bin çengê bajarê Qamilo de ji dayik bûye, dûvre malbata wî li gundê Xecokê bi cîh bû ye, li vî gundî xwendina xwe ya seretayî qedandiye û ya navendî li bajarê qamilo, lê jiber dijwariya jiyanê û kirêtiya rewa aborî dest ji xwendinê berdide û bi sedema kar Mihemed êxo li gelek gundan digere, û li gundê (Xirbê kurma) li ser destê Hisênê Tofo, Xelîlê Îzîdî û helîmê heso fêrî tembûrê dibe, û bi wan re di gelek ahî û helkeftinê ku li bajar û gundên kurda lidardiketin bedar dibe.


ji zaroktî de pêçiyên wî yên ter bi ser têlên tembûrê ve vedibin, û giyan û hestê wî bi evîn û eqa mûzîkê, bi evîna û eqa kurdayetî û welatperweriyê ve tê meyandin.
  Di sala 1970 ê de, berê xwe dide Bêrûtê taku mûzîkê bixwîne, li wir tevlî koma serkewtin ya filklorê kurdî dibe, wisa tevlî civata gelek hunermendên bi nav û deng dibe mîna Mehmûd Ezîz, Seîd Yûsif, Remezan Necin omerî, êrîn û Perwîn perwer...
her ev kom bi rolek mezin derbarî mûzîk û stirana kurdî radibe, ji alîkî ve rengê stirana kurdî bi miletên dîtir re nas kirin dide û ji hêlek dî ve bi stiranên netewî û kurdperwerî û oregerî pitgêriya orea kurdî li baûrê kurdistanê dike.
Mixabin, Mihemed êxo û cih ne pirr lihevbûn, herdem cih wî bi xwe re dixapîne, loma dema erê navxweyî li Libnanê vêdikeve, bêçere dibe ku vegere Sûrî, li bajarê Girkê legê komek hunerî damezirîne, û têkiliyên xwe bi gelek helbestvanên kurdperwere ava dike, Mîna Cegerxwîn, Bêbuhar, Rêncber, Mihemed Elî akir, Adil Sêfedîn û Ehmedê êx Salih.
 lê hêzên ewlekarî yên desthilata Sûriyê ku hergav dijî kar û xebata miletê kurd disekinîn, kar û xebatên siyasî û rewenbîrî û hunerî binçav û qedexe dikirin.
û ji ber vê astengiyê, M. êxo di sala 1972an de, berê xwe dide Baûrê kurdistan, li wir diçe serdana dezgeha bexdê, beê kurdî, û sala 1973an çend stiranan tomar dike, li nav kurdên baûr bi nav û deng dibe, Tv ya kerkûkê jî stiranên wî diweîne, û gelek hunermendên qewre nas dike wek: M. Arifê Cezîrî, emal Saib, Gulbuhar, Tehsîn taha, Îsa Berwarî.. û hin helbestvanên xuya wek Bedirxan Sindî, Seberî Botanî, Segvan Ebdilhekîm, Xelefê Zîbarî, Mistefa Etrûî...
û di heman salê de 1973 diçe serdana nemir Berzanî û stirana (kê dinya hejand) diyarî wî dike.
Di sala 1974an de dîsa vedigere Sûrî, li amê berhema xwe ya yekem bi navê (Gewrê) tomar dike, lê sedema stiranên wî yên netewî û kurdayetî dîsa ji hêla ewlekarên rêjîmê tê binçavkirin.
bêçare dibe ku dîsa ji Sûrî derdikeve û li baûrê kurdistan bi cih dibe, lê vê carê tevlî pêmergeyên serê çiyê dibe.
Lê mixabin, pîlana Cezairê ya rûre dijî miletê kurd tê danîn û orea Êlûnê diikê, bi hezaran kurd koçber dibin Îranê, M. êxo jî bi wan re tevlî karwanê miextiyê dibe.
Li rojhilatî kurdistan, li bajarê Mihabad stirana (Ey Felek) tomar dike, û kasêta (ji Mihabad kaniya xwîna ehîdan) diweîne, dîs bi sedema naveroka stiranên xwe yên siyasî û netewî tê binçavkirin vê carê ji hêla Safakên Îranê, û wî sergûnî cihekî dûr dikin nêzîkî derya Qezwîn ser sînorê Ezrebîcanê. Li wir M. êxo, fêrî zimanê farisî dibe û li dibistanekê agirtan bi zimanê erebî fêr dike.
li heman wî cihî kufleta Nisrîn Husên Melek jî li wirin, û Nisrîn agirta wî ya dibistanê ye, M. êxo ji wê hez dike, stirana (Nisrîn) diyarî dilê wê dike, pit re dizewicin û çar zarok ji wan re çê dibin: Felek, Birahîm, Birûsk û Bêkes ê ku jiyana xwe ji dest dide.
Sala 1983an, dîsa vedigere Sûrî, vê carê ew û zarokên wî jî pêre. li bajarê Qamilo rûdinê, komek mûzîkî dadimezirîne û di ber re dewr û dersên mûzîkî jî dide.
sala 1987an dikaneke tomarkirinê bi navê Felek vedike, lê ewlekarên rêjîma Sûrî dikana wî digirin û bi sor ima dikin.
sala 1988an karê xwe yê dawî tomar dike, gelek stiranên xwe û hest bilind ji hêla mûzîk û deng û awazên tenik li pey xwe xwe dihêle: Ay Gewrê/ Cana min/Sînem/Koçê me Barkir /Gulîzar /Ey Felek/Kewê /Êmê /Dil Perîanm /Nisrîn /Ay Lê Gulê /Nalinêk...
û ji nikêve nexweî lê derdikeve weku wî jî soz bi heyva adarê re dabe, di nehê adarê de sala 1989an tevlê pakrewanên adarê dibe û bi vê stiranê (Gava ez mirim gelî zindiya min ne veêrin wekî hemiya) xatirê xwe ji miletê kurd û cîhana hunerî dixwaze, M. êxo bi laê xwe ji nav me bar dike lê giyan û deng û hest û awaz û bandor û evînperwerî û kurdperweriya wî li nav me dimîne û tucarî namire.









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2893