Salvegera kokirina Rezoy Os li ser gora w hat bibrann
Drok: 04 2012
Mijar: Ne



(Qamilo- dekûriye – welatê me) Iroj yekem 4.3.2012 li Gundê Dekûriyê, salvegera duwemin ya koçkirina rewenbîr, zimanzan û lêkolînerê kurd Rezoyê osê hat bibîranîn.
 birek ji rewenbîr, nivîskar, helbestvan, heval û kesûkarên wî li ser gora wî amade bûn, gurzên gulan li ser gora wî danîn û destpêka qurana pîroz xwendin, paî  bi nerîn, helbest, û gotinên wefadariyê ew li bira xwe anîn, û wêneyên yadgariyê girtin.


Li destpêkê helbestvan "bavê helbest" bi gotinek kin xêrhatina amadebûwan kir û bi navê wan û yên kû nekarîbûn amadebibin silav li Rezo kir û ji amadebûwan xwest kêlîkek bê deng li ser canê wî û canê pakrewanên orea azadiyê li sûrî rawestin
Paî nivîskar û helbestvan Konê Re gotinek , bi navnîana: "Mamoste Rezoyê Osê! Me Bibexîne" xwend. deqê wê gotinê di cihek din de hatiye weandin.

Dûvre gotina desteya kovara PIRS ê, ji aliyê birêz Bavê Dara ve hat xwendin , deqê wê jî,  di cihek din de hatiye weandin.   

Di pey re helbestvan Dildarê mîdî: nerîna xwe di vê derbarê de anî ziman: (( bi çûna mamosta Rezo, min ne bes hevalek winda kir, min lêvegerek winda kir, ji ber kû çi dema ez pêwîstî ttekî ziman dibûm min pêwendî pêre dikir, wek dî hevaltiyek xurt dinavbera me de hebû, nayê bîra min kû carekê em li hev rûnitine û daxwaza pêkêkirina helbestekê li min nekiribe, ji ber wilo îro li ser gora wî jî ezê helbestekê jêre pêkêbikim bi navê "erê zînê .. "))

Her weha Helbestvan Ebdulsemed mehmûd (bavê Helbest) jî Helbestek bi navnîana "keskesorek ji Dekûrî" xwend.

birêz Kisra kurê seydayê Cegerxwîn jî kû van rojan ji Swêdê hatiye welêt, nerînên xwe dan xuyanî kirin: "mamosta Rezo nayê jibîrkirin , di nexweiya wî de, her tim min telefûn jêre vedikir, kêfxwedibû , mixabin qederê ew zû ji nav me rakir, sed hezar silav li canê wî be."

Paî nivîskar û lêkolîner Xalis Msewer bi van gotinan nerîna xwe da: "mamosta Rezo , vejîna buharê bû di warê wêje, ziman û kultûra kurdî de… ev titê kû Rezo nivîsandine, gereke dinav destên kurdnas e bikeve, Rezo titin nivisandine ji kultûra kurda windayî bûn, titê kû nivîsandiye, nayê nirxindin bi zêr û zîv, divê em li berhemên wî miqate bin, divê ew destnivîsên wî çap bibin û di nav milet de belav bibin, ji bo miletê kurd li xwe vegere û xwe nasbike û li ser ava bike.."

Nivîskar Selaman Barûdo jî nerînên xwe weha dan xuyanîkirin:  "rezo kesekî hatibû naskirin, li ser astê kurdî û erebî ,kurdistanî û cihanî jî, pir xizmeta miletê xwe dikir, gelek êwir pê di hat kirin , Rezo wek mûmek vêketî bû ji nivîskar, xwendevan û bîrwerên me re û wê bimîne mûmek vêketî, çi civat çêdibe Rezo tê de sax e . "

Paî xukek bi navê zelal osê , ji malbata hêja Rezo Osê, parçe helestek binavê adarê xwend:

Adarê

Adarê dîsa li me kir ferman
Ji nav me rakir rezo yê hêja û dilovan
Gelek mezin û giran bo av talan
Çarê adarê bûye nîan
Adarê akir dîsa opa biharê
Dilê malbat, dost û hevalan ikand
Finda pînosa Rezo mirand
Lê (Rezo yê  ) delal timî amadeye canê te
Ji bîr nabin gotinên te, behetî be gorna te

Li dawî xortek  ji malbata Osê bi navê kovan, spasiya kesên hazir û ne hazir kir û bangî mamê xwe Rezo kir û got : ..min di xwest kû ti jî îro di nav me de ba.. te jî rojê azadiyê dîtiban û te ev buhara xwe dîtiba.. te bi rûmet jiyana xwe berdewam kiriba di nav xelkê xwe de..







 

 

 




 




 


















Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2881