Rexnevan Rezoyê Osê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 04 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



 Zagrosê Haco
 
Sibe 4.3.2012 du sal di ser koçbûna mirovê hêja, dostê dilsoz û nivîskarê resen Rezoyê Osê re derbasdibin. Bi bîranîna Rezo re, bi windakirina newext, ya mirovekî xisletzêrîn re gelek hestên xemgîn serê xwe bilind dikin, lê dema navê Rezo li cihekî, di civatekê de derbas dibe, bi baran nimûne û serpêhatiyên tijî hezkirin li ser wî û li ser jiyana wî têne gotin; ev jî dilxweþî ye ko hê Rezo bi giyanê xwe di nav me de ye.


Yek ji xisletên Rezo rexnevaniya babetane bû. Ev yek di rexneya nimûneyî de li ser pirtûka ”Tu” ya nivîskarê xwediyê gelek berheman Mehemd Uzun xweþ tê dîtin. Hezîrana 1995 Rezo xeleka pêþî ya rexneya xwe bi navê Uzunname di jimara yekê de ya kovara Dugirê de weþand.
Erê, berhemên kurdî di hemû waran de weke kulîlkên biharê dipiþkivin. Jimara berheman mezin dibe û ji her alî ve jiyanê didine ber xwe, lê li hemberî vê geþbûnê, di zaravê kurmancî de, stûneke girin kêm e, ew jî stûna rexnevaniya zanistî, babetane û avaker e.
Sibe bîranîna koça dawî ya hostayê rexnevaniyê Rezoyê Osê ye. Ez hêvî dikim ko þêweyê wî yê rexnekirinê: zanîna kûr ya mijarê, bêalî û avakerin bibe rêbaza rexnevanan.
Nêzîkbûn ji rêbaza Rezo re, ez vê gotara swêdî bi navê "Çawa mirov li ser pirtûkan dinivîse?" dideynime nav destên we.

Çawa mirov li ser pirtûkan dinivîse?

Çavkanî: I läslampans sken
Werger: Zagrosê Haco

Nivîsandina li ser pirtûkan dikare pir rengereng be, lê gerek e di nivîsa te de ev xalên li jêr hebin:

1. Destpêk
Navê pirtûkê bêje û nivîskar bide naskirin. Eger mijareke pirtûkê ya sereke hebe wê li vir bide naskirin. Tu li vir dikarî cureyê berhemê destnîþan bikî, wek: roman, lîrîk û pûjinî, çîrok, kurteçîrok, efsane, fabel, drama, hilbest yan jî serpêhatî. Mirov dikare wan mijaran ji wilo bêhtir þirove bike. Di romanekê de dibe ko çend þax û per hebin: romana nependî, romana þirûdî, romana dîrokî û hê gelekên din, mirov dikare wê jî binivîse.

2. Bûyer
Naveroka berhemê diyar bike, lê ji bûyerên sereke dûr nekeve.

3. Þan
Kesên sereke di berhemê de destnîþan bike û wêneyekî wan ava bike. Binivîse ka pêvajoya wan di nav bûyeran de çawa berdewam dike? Ramanên wan çi ne, çawa ne?

4. Civak
Nivîskar civakê û dema ko bûyer tê de diqewimin çawa rave dike? Têkiliyên bi çand û siyaseta wê demê re çawa bûn? Berhem kengî derketiye? 

5. Þêwe
Pesnê zimanê nivîskar bide: gelo ew peyvên rojane bi kar têne yan ew hevokên aloz û dirêj û peyvên seyr bi kar têne?

6. Danîn
Pesnê wê bide çawa nivîskar berhema xwe pêkaniye? Gelo serpêhatî kronolojî ne? Gelo nivîskar di gotûbêjê de þêweyê yekser yan neyekser bi kar têne, yan di nav wê û wê de diçe û tê? Li vir bêje ka kî çîrokê dibêje? Gelo nivîskar nependî ye, darîçav e yan serdestê hertiþtane ye?

7. Peyama
 Li vi bêje, ka nivîskar di berhema xwe de dixwaze çi peyamê ragehêne? Tu niha têgehiþtin û dîtina xwe, yên taybet bêje û çend nimûneyan ji berhemê raxe meydanê!

8. Berhevdan û nirxandin
Nivîsa xwe bi gengeþeyekê û nirxandineke xwe bi dawî bêne. Gelo nivîskar di daxwaz û hêviyên xwe de, yên dixwest, serkeftî bû? Gelo ev berhem îro tiþtekî dide me? Gelo pirtûk hêjayî xwendinê ye? Ma tu dikarî qewîtiyan li xwêneran bikî, da vê berhemê bixwênin? Çi baþî û çi nebaþî tê de hene û çima? Bêje sedem çi ye tu bi vê dîtina xwe behwer î?
Ji bîr meke ko tu navê xwe li ser vê nirxandina xwe binivîsî!c







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2880