Bersiva herī hźzdar
Dīrok: ĒįÓČŹ 03 ćĒŃÓ 2012
Mijar: Nūēe



Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de

Beriya du-sê rojan alavên medya ya kurdî daxuyaniya tevlêbûna 4 partiyan û 17 hevrêzên ciwanên kurd, ku tev encûmena nižtimanî kurdî bûne, wežandin.
Ev gava nižtimanperwerî, ku gelê me ji zû de bendewarê wê bû, warekî birîna me dikewîne, bi xwe re bersiva ji bo vê qunaxa nazik û hestedar, ku miletê me tê re derbas dibe, tîne, û derî li pêž yekhelwesta kurdî li ser pižtê vedike, û giraniyê dide hevpeyvînerê kurd û wî li hember hêzên rikberiya erebî ya Sûrî hêzdar dike, da pižta xwe bide sed hezarên Kurd û bi mêranî û jêhatîbûna bê hempa, li hember hin helewstên pêjna žovenî nijadperestî jê tê raweste, û bide xuyakirin, ku Kurd li Sûriyê jimareke dijwar e, kesek nikare rola wê di avakirina Sûriye ya nû, ya demikrat û sivîl de ji holê rake, yan pê bilîze.


Helewstên hin kesayetiyên rikberiya sûrî, ku car caran derdikevin holê, didine xuyakirin, ku ew kesana heya îro jî ji žoveniya xwe danegerîne, û her hewldidin, ku ew serkêžiya Kurd bikin.
Roja 18. 02. 2012 rêzdar Dr. Redwan Badînî gotarekê bi zimanê erebî di malpera efrin.net de diwežîne, nerîna (žepêla guhertina nižtimanî) di tenga pirsgirêka kurdî re, diyar dike.
Mirov li hember awayê gengežeya pirsa kurdî di civîn û belgeyên vê žepêlê de maliq dimîne, ji ber ku hêzeke rikberiya sûrî ye, xwe dide ber awayên avakirina Sûriye ya duhatî, bê ku çareseriya pirsa neterwî gengeže bike, û bê ku ne ji dûr û ne ji nêzîk de çêla gelê Kurd bike. Bi ser de jî gava Dr. R. Badînî pêžniyara guropa kurdî pižtî kongirê dinivisîne û ji wan re dižîne, hema kesek jî bersivê nade, tenê (hevalê xwežewîst)  Dr. Emmar El-Qurebî nameyekê ji Dr. R. Badînî re dižîne, û nerazîbûna xwe tê de diyar dike, û wê pêžniyarê napejirîne, bi sedema, ku (Kurd bi giranî nebûne beždarên žoreža sûrî).
Kurdo! Bala xwe bidiyê, ku perçebûnê û ne yekhelwesta kurdî çi aniye serê me, ta radeya, ku kesekî mîna Emmar El-Qurebî di ser dîroka xebata te re diqevize, û wê tune dike.
Perçebûn û ne yekhelwesta Kurd, gotinan bi vî kesî xwež dike, da hemî cefa û xebata te ya li dirêjiya nêzîkî sed salan bi paž guhên  xwe de bavêje, û duhatuya te li gor kêf û ejendeyên xwe sînor bike.
Emmar El-Qourebî Kurdek li hember xwe nedît, ku dengê yekemîn guleyê li dij dagîrkerên Firansî, li Çiyayê Kurmênc (Efrîn) teqiya, bixe guhên wî, ku ew gule ji tivinga Mihê Îbo Žažo teqiya, ewî Kurdek li hember xwe nedît, ku žoreža Beyandorê ya dij wan dagîrkerên Firansa bîne bîra wî, û bêje wî eger haya te ji vê yekê tune ye, here ji bav û kalên xwe bipirs.
Her weha dîroka Sûriyê nikare kurbûna Yûsif El-Ezeme û Îbrahîm Henano jî wenda bike. Ez bawer nakim, ku El-Qurebî nizanibe ew her du xebatkar kî ne, û xwîna wan ji bo çi rijiya.  Her weha, eger ewî hevpeyvînerê Kurd yê hêzdar li hember xwe bidîta, dê nikarîba ji bîra bike, ku Ehmed Baravî yê Kurd yekemîn kes bû, ku ala Sûriyê li ser avahiya perlemana Sûriyê hilda.
Eger em werin dîroka hêrî nêzîk, emê bibînin, ku zîndanên Sûriyê ji salên žêstiyên sedsala bîstem û heya îro ji têkožerên Kurd vala nebûne, û xwîna Kurd li penahên xebata dij vê rêjîma totalîter her herikiye, û heya îro jî diherike. Bi ser de jî ji sala 2000î û heya îro xwepêžandanên Kurd li dij rêjîmê her berdewam in, û gelê Kurd li hember vê rêjîmê serî hilda û yekemîn car bû ku Kurdan peykerên serê wê di avdara 2004ê de girkirin û pin pê kirin, û bi awayê çalak beždarên yekemîn xwepêžandana žorežê bûn, li pêžiya avahiya žalyariya kar û barê hundir li Žamê di meha avdara sala borî 2011ê de.
Dêmek, gelê Kurd ji berî jidayikbûna Emmar El-Qurebî de û heya îro qelenê azadiyê dide, û rê li pêž gelên Sûriyê dûz dike, da li azadî û rûmeta xwe xwedî derkevin.
Lê gelo çi bûye sedem, ku ev camêr îro van qelenên biha nebîne?! Ma ne rewža me Kurd e, ku zimanê wî û kesên wek wî li ser me dirêj dike.
Hêzkirina encûmena nižtimanî kurdî, dê bersivên van kesan bide, û qulafetên wan li wan bimîne, û dê bide xuyakirin, ku gelê kurd, di roj û nîrên teng de, dikare helwesta xwe bike yek, li derdora armanca xwe destan bide hev.
Ez hêvîdar im, ku her hêza heya îro li dervayê encûmena nižtimanî kurdî meye, nemaze jî partiya P. Y. D, careke din li helwesta xwe vegere, û bighîne wê baweriyê, ku Kurd îro bi hewceyî yekhelwestê ye, ne bi hewceyî ezîtiya partiyane ya teng e. Rojên ku partiyên me her yek li hêz û cemawerê xwe bigere, hîna li pêž wan in, sandiqên hilbijartinan dikarin vê yekê zelal bikin, eger hemî rêxistinên Kurd destên xwe nedin hev, heye (belkî) neghînin wan sandiqan, û ev derfet wenda bibe, û ta demeke dûr û dirêj yekeke wek vê nekeve destan.
Langenhagen, 03. 03. 2012







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2876